Vegere Sûreya Rûm

Rûmالروم

28. Ayet

28Sûreya Rûm
Di Mushefê de Veke

ضَرَبَ لَكُمْ مَثَلًا مِنْ اَنْفُسِكُمْۜ هَلْ لَكُمْ مِنْ مَا مَلَكَتْ اَيْمَانُكُمْ مِنْ شُرَكَٓاءَ ف۪ي مَا رَزَقْنَاكُمْ فَاَنْتُمْ ف۪يهِ سَوَٓاءٌ تَخَافُونَهُمْ كَخ۪يفَتِكُمْ اَنْفُسَكُمْۜ كَذٰلِكَ نُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ

(Ji bo ku hûn tewhîd û şirkê fêm bikin) ji nefsa we bixwe mîsalek da we: Di nav wan koleyên we de; yên di rizqê ku em didin we de hevpar in an wekî ku ji hevdu ditirsin hûn ji wan ditirsin an jî ên ku bi we re wekhev in, hene gelo? Ha bi vê awayê em ayetan ji bo qewmekî aqilmend re rave dikin.

Jêrenot
(Digel ku hûn xwe bi koleyên xwe re wekhev nabînin û di malên xwe de wek şirîk nagirin û çawa rûmetê didin hevdu hûn guh nadin wan, ka çawa çêdibe heyînên ku Allah (ac) xuliqandîye li îndallah/li cem Allah wek şefaetvan û şîfakar û himmetkar û zerar def dike dipejirînin û wan di mulkê Allah (ac) de dikin şirîk? Ew îbadetên weke dûa û qurban û nezir û tobê jî wekî ku şirîkê Allah (ac) in hûn radibin teqdîmê wan dikin. Ew tiştên ku hûn qîma xwe pê naynin, çawa dibe ku hûn ji bo Allah (ac) bi wan razî dibin? (Bnr.16/Nahl, 71) Ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî/kitekitbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.