﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke60 ayetRom
Sûreya Rûm, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û şêst (60) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sihemîn e. Sûreya Rûm, navê xwe ji peyva “Rûm” distîne . Peyva Rûm, ji bo danasîna Împaratorîya Roma ya Rojhilat û hemwelatîyên wî dihat bikaranîn. Di vê sûreyê de şerên di navbera Împaratorîya (Bîzans) Roma (yên ehle Kitêb) û Împaratorîya Sasanîyan (yên Mecûsî) ku di rojhilata navîn de diqewimîn û encama wan şeran vedibêje. Ji xeynî vê behsa rewşên qiyametê dike û mijarên ku îşareta qûdret û wehdanîyeta Allah (ac) dikin û helwestên muşrîkên Mekkeyê ya li dij îslamê bi neyînî/menfî vedibêje.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
الٓمٓ۠
Elif, Lâm, Mîm.
غُلِبَتِ الرُّومُۙ
Rûm mexlûb bûn.
ف۪ٓي اَدْنَى الْاَرْضِ وَهُمْ مِنْ بَعْدِ غَلَبِهِمْ سَيَغْلِبُونَۙ
Li cihekî nêz. (Lê belê) ew piştî vê mexlûbîyeta xwe wê serkevin/xalib bibin.
ف۪ي بِضْعِ سِن۪ينَۜ لِلّٰهِ الْاَمْرُ مِنْ قَبْلُ وَمِنْ بَعْدُۜ وَيَوْمَئِذٍ يَفْرَحُ الْمُؤْمِنُونَۙ
Di nava çend salan de... Berî (mexlûbîyeta Rûman) de jî û paşê jî emir/raye aîdê Allah e. Ew roj (a ku wê Rûm serkevin), wê mumîn kêfxweş/dilşad bibin.
بِنَصْرِ اللّٰهِۜ يَنْصُرُ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الرَّح۪يمُ
Bi alîkarîya Allah... Ew ji kî re bivê alîkarîya wî dike. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
وَعْدَ اللّٰهِۜ لَا يُخْلِفُ اللّٰهُ وَعْدَهُ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ
(Ev,) weada Allah e. Allah ji weada xwe navegere, lê belê pirên însanan nizanin.
يَعْلَمُونَ ظَاهِرًا مِنَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۚ وَهُمْ عَنِ الْاٰخِرَةِ هُمْ غَافِلُونَ
Ew, ji heyata dinyayê bitenê ya xuyaye dizanin. Ji axîretê jî di xefletê de ne.
اَوَلَمْ يَتَفَكَّرُوا ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ۠ مَا خَلَقَ اللّٰهُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَٓا اِلَّا بِالْحَقِّ وَاَجَلٍ مُسَمًّىۜ وَاِنَّ كَث۪يرًا مِنَ النَّاسِ بِلِقَٓائِ۬ رَبِّهِمْ لَكَافِرُونَ
Ew, xwe bixwe nafikirin (û li ser vê heqîqetê tênagihîjin)? Allah; esmanan û erd û tiştên di navbera wan de bitenê ji bo qayîmbûna heqê û ji bo demeke diyar xuliqandîye. Bêguman pirên însanan, leqayîhatina Rabbê xwe înkar dikin.
اَوَلَمْ يَس۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَيَنْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِهِمْۜ كَانُٓوا اَشَدَّ مِنْهُمْ قُوَّةً وَاَثَارُوا الْاَرْضَ وَعَمَرُوهَٓا اَكْثَرَ مِمَّا عَمَرُوهَا وَجَٓاءَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِۜ فَمَا كَانَ اللّٰهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلٰكِنْ كَانُٓوا اَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَۜ
Ma ew li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên berîya wan (jîyîne) çawa bûye? Ew (ên berê de jîyîne), ji wan herî zêde xurttir bûn. Erd serûbinî hev kiribûn (û çandinî/dexil diçandin û sitargehan çêdikirin û zengînîyên binerd derdixistin). Ji avakirîyên wan hê zêdetir avahîyan çêkiribûn. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ev tiştên hanê bi tevahî ew ji ezabê Allah xelas nekir.) Allah, zilim li wan nedikir. Lê belê, (bi şirîk çêkirina ji Allah re û bi derewandina pêxemberan) wan bixwe zilim li xwe dikirin.
ثُمَّ كَانَ عَاقِبَةَ الَّذ۪ينَ اَسَٓاؤُا السُّٓوآٰى اَنْ كَذَّبُوا بِاٰيَاتِ اللّٰهِ وَكَانُوا بِهَا يَسْتَهْزِؤُ۫نَ۟
Paşê aqûbeta xeraban, bû herî xerabtirê aqûbetan. Ayetên Allah derewandin û tinazên xwe pê kirin. (An jî; “Ji ber derewandin û tinazkarîya ayetan bi aqûbeta herî xerab ve ketin.”)
اَللّٰهُ يَبْدَؤُا الْخَلْقَ ثُمَّ يُع۪يدُهُ ثُمَّ اِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Allah destpêka xuliqandinê dike, paşê (bi vejandinê) wê dubare dike. Piştre hûn bi bal wî ve tên vegerandin.
وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ يُبْلِسُ الْمُجْرِمُونَ
Roja ku wê qiyamet rabe, hemû gunehkarên mucrîm/sûcdar bêhêvî dimînin.
وَلَمْ يَكُنْ لَهُمْ مِنْ شُرَكَٓائِهِمْ شُفَعٰٓؤُ۬ا وَكَانُوا بِشُرَكَٓائِهِمْ كَافِر۪ينَ
Qet tu şirîkên ku (ji Allah re) çêdikirin ji bo wan nabin şefaetvan û hetanî ew bixwe wê şirîkên xwe înkar bikin.
وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ يَوْمَئِذٍ يَتَفَرَّقُونَ
Roja ku qiyamet radibe, ha ew roj (kesên muwehhîd û yên muşrîk) ji hevdû vediqetin.
فَاَمَّا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَهُمْ ف۪ي رَوْضَةٍ يُحْبَرُونَ
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî wê di nav bexçeyeke cennetê de bên hewandin û naîlî îkramê dibin.
وَاَمَّا الَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِاٰيَاتِنَا وَلِقَٓائِ الْاٰخِرَةِ فَاُو۬لٰٓئِكَ فِي الْعَذَابِ مُحْضَرُونَ
Ew ên ayetên me û leqayîhatina axîretê înkar kirine û derewandine, ha ew ji bo ezabê tên amadekirin.
فَسُبْحَانَ اللّٰهِ ح۪ينَ تُمْسُونَ وَح۪ينَ تُصْبِحُونَ
(Herwiha) ber êvarê û destê sibehê Allah tesbîh bikin.
وَلَهُ الْحَمْدُ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَعَشِيًّا وَح۪ينَ تُظْهِرُونَ
Li erd û esmanan hemd aîdê wî ye. Di dawîya rojê de û dema nîvro de jî (wî tesbîh bikin).
يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّ وَيُحْيِ الْاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَاۜ وَكَذٰلِكَ تُخْرَجُونَ۟
(Ew) yê sax ji yê mirî derdixe û yê mirî jî ji yê sax derdixe. Piştî mirina wî, heyat dide erdê. Hûn ê jî ha wisan (ji gorên xwe) bên derxistin.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ٓ اَنْ خَلَقَكُمْ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ اِذَٓا اَنْتُمْ بَشَرٌ تَنْتَشِرُونَ
Xuliqandina we ya ji axê û paşê (bi zêdebûna) wek însan belavbûna we jî ji ayetên wî ne (ku dibe delîlê qudret û ezameta wî).
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ٓ اَنْ خَلَقَ لَكُمْ مِنْ اَنْفُسِكُمْ اَزْوَاجًا لِتَسْكُنُٓوا اِلَيْهَا وَجَعَلَ بَيْنَكُمْ مَوَدَّةً وَرَحْمَةًۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ
Ji bo ku hûn sekînetê bibînin (bigihîjin hedanê) xuliqandina wî ya hevjînên ji nefsên we û pêkanîna hezkirin û merhameta di navbera we de jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî difikire re ayet hene.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ خَلْقُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَاخْتِلَافُ اَلْسِنَتِكُمْ وَاَلْوَانِكُمْۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِلْعَالِم۪ينَ
Xuliqandina erd û esmanan û ji hev cudabûna ziman û rêngên we jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo zanayan ayet hene.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ مَنَامُكُمْ بِالَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَابْتِغَٓاؤُ۬كُمْ مِنْ فَضْلِه۪ۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يَسْمَعُونَ
Di şevê de razana/raketina we û di rojê de (ji bo rizqê xwe) gera we ya ji lutf û kerema wî jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî bihîstkar re ayet hene.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ يُر۪يكُمُ الْبَرْقَ خَوْفًا وَطَمَعًا وَيُنَزِّلُ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً فَيُحْي۪ بِهِ الْاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَاۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Nîşandina birûskê ya ku nîşanî we dide (û dibe sebebê) tirs û hêvîyê û daxistina avê ku ji esman dadixîne û heyat dayîna wî ya ser rûyê erdê ku piştî mirina wî bi wê (avê) heyat didê jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ٓ اَنْ تَقُومَ السَّمَٓاءُ وَالْاَرْضُ بِاَمْرِه۪ۜ ثُمَّ اِذَا دَعَاكُمْ دَعْوَةً مِنَ الْاَرْضِ اِذَٓا اَنْتُمْ تَخْرُجُونَ
Qayîmbûna erd û esman jî ji ayetên wî ne. Paşê dema ku ji erdê (bi pifkirina Sûrê) bi bangekî gazî we dike hûn hema/aniha (ji gorên xwe) derdikevin.
وَلَهُ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ كُلٌّ لَهُ قَانِتُونَ
Li erd û esmanan çi hebin bitemamî aîdê Allah in. Hemû teslîmê wî bûne û jê re sitûxwar in.
وَهُوَ الَّذ۪ي يَبْدَؤُا الْخَلْقَ ثُمَّ يُع۪يدُهُ وَهُوَ اَهْوَنُ عَلَيْهِۜ وَلَهُ الْمَثَلُ الْاَعْلٰى فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۚ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ۟
Ew ê ku cara pêşîn dixuliqîne û paşê (bi vejandinê) dubare bike ew e. Ew (vejandina ji nû ve ji xuliqandina cara pêşîn) herî hêsantir e. Li erd û esmanan sifeta herî berz aîdê wî ye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
ضَرَبَ لَكُمْ مَثَلًا مِنْ اَنْفُسِكُمْۜ هَلْ لَكُمْ مِنْ مَا مَلَكَتْ اَيْمَانُكُمْ مِنْ شُرَكَٓاءَ ف۪ي مَا رَزَقْنَاكُمْ فَاَنْتُمْ ف۪يهِ سَوَٓاءٌ تَخَافُونَهُمْ كَخ۪يفَتِكُمْ اَنْفُسَكُمْۜ كَذٰلِكَ نُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
(Ji bo ku hûn tewhîd û şirkê fêm bikin) ji nefsa we bixwe mîsalek da we: Di nav wan koleyên we de; yên di rizqê ku em didin we de hevpar in an wekî ku ji hevdu ditirsin hûn ji wan ditirsin an jî ên ku bi we re wekhev in, hene gelo? Ha bi vê awayê em ayetan ji bo qewmekî aqilmend re rave dikin.
بَلِ اتَّبَعَ الَّذ۪ينَ ظَلَمُٓوا اَهْوَٓاءَهُمْ بِغَيْرِ عِلْمٍۚ فَمَنْ يَهْد۪ي مَنْ اَضَلَّ اللّٰهُۜ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِر۪ينَ
(Nexêr, ne wisan e!) Ew ên zilimkar, beyî sipartina qet tu agahîyê didin pey hewayên/hewesên xwe. Kesê ku Allah ew xerifandibe kî dikare wî bigihîjîne hîdayetê? Qet tu alîkarên wan jî tunin.
فَاَقِمْ وَجْهَكَ لِلدّ۪ينِ حَن۪يفًاۜ فِطْرَتَ اللّٰهِ الَّت۪ي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَاۜ لَا تَبْد۪يلَ لِخَلْقِ اللّٰهِۜ ذٰلِكَ الدّ۪ينُ الْقَيِّمُۗ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَۗ
Rûyê xwe wek (muwehhîdê ku qet tu tiştî ji Allah re şirîk çênakin) vegerîne dînê henîf. (Bide pey) wê fitreta ku Allah însanan li ser xuliqandîye. Di xuliqandina Allah de guherandin tune. (Herkesî li ser fitreta tewhîdê xuliqandîye.) Ha dînê rasterast ev e. Lê belê pirên însanan nizanin.
مُن۪يب۪ينَ اِلَيْهِ وَاتَّقُوهُ وَاَق۪يمُوا الصَّلٰوةَ وَلَا تَكُونُوا مِنَ الْمُشْرِك۪ينَۙ
Hûn bibin ji munîban/ji wan ên ku berê xwe dane wî (Allah). Jê bitirsin û xwe biparêzin. Nimêja xwe rasterast bikin û nebin ji muşrîkan.
مِنَ الَّذ۪ينَ فَرَّقُوا د۪ينَهُمْ وَكَانُوا شِيَعًاۜ كُلُّ حِزْبٍ بِمَا لَدَيْهِمْ فَرِحُونَ
(Ew muşrîk in ku) dînê xwe kirine parçe û ew bixwe jî kom bi kom ji hev veqetîyane. Her komek bi ya li cem xwe re kêfxweş dibe û pesnê xwe dide.
وَاِذَا مَسَّ النَّاسَ ضُرٌّ دَعَوْا رَبَّهُمْ مُن۪يب۪ينَ اِلَيْهِ ثُمَّ اِذَٓا اَذَاقَهُمْ مِنْهُ رَحْمَةً اِذَا فَر۪يقٌ مِنْهُمْ بِرَبِّهِمْ يُشْرِكُونَۙ
Dema ku tengezarîyek digihîje însanan, ber bi Rabbê xwe ve difetilin û dûa/lavahî jê dikin. Paşê dema ku (tengezarîya wan diborîne û) ji alî xwe ve rahmetekê bi wan dide tamkirin, (tu dibînî ku) komek ji nav wan hema ji Rabbê xwe re dest bi şirîk çêkirinê kirine jî.
لِيَكْفُرُوا بِمَٓا اٰتَيْنَاهُمْۜ فَتَمَتَّعُوا۠ فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ
(Bi şirîk çêkirinê) nankorîyê (ji nîmetên) ku me dane wan re dikin. Xweş bijîn! Pir di nêz de hûn ê bizanibin/fêm bikin.
اَمْ اَنْزَلْنَا عَلَيْهِمْ سُلْطَانًا فَهُوَ يَتَكَلَّمُ بِمَا كَانُوا بِه۪ يُشْرِكُونَ
Yan jî qey me ji wan re delîleke qethî daxistîye û ew emir li wan dike ku şirîk çekin?
وَاِذَٓا اَذَقْنَا النَّاسَ رَحْمَةً فَرِحُوا بِهَاۜ وَاِنْ تُصِبْهُمْ سَيِّئَةٌ بِمَا قَدَّمَتْ اَيْد۪يهِمْ اِذَا هُمْ يَقْنَطُونَ
Dema em rahmetekê bi însanan didin tamkirin pê kêfxweş dibin (û rûdîtî/şaqizî dibin). Dema ji ber tiştên bi destên xwe teqdîm kirine musîbetek were serê wan hema/aniha bêhêvî dimînin.
اَوَلَمْ يَرَوْا اَنَّ اللّٰهَ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَٓاءُ وَيَقْدِرُۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Ma qey nedîtin ku Allah ji kî re bixwaze rizqê wî fireh dike (û ji kî re jî bixwaze) teng dike? Bêguman di vêya de ji bo civakeke mumîn re ayetên (ku delaletê ilim û hikmeta Allah dike) hene.
فَاٰتِ ذَا الْقُرْبٰى حَقَّهُ وَالْمِسْك۪ينَ وَابْنَ السَّب۪يلِۜ ذٰلِكَ خَيْرٌ لِلَّذ۪ينَ يُر۪يدُونَ وَجْهَ اللّٰهِۘ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Nexwe tu heqê eqrabeyan û yê miskîn/belengaz û rêwîyê ku di rê de maye bide. Ji bo wan ên ku razîbûna Allah hêvî dikin re ev, herî bixêrtir e. Ew ên digihîjin xelasîyê jî ha ev in.
وَمَٓا اٰتَيْتُمْ مِنْ رِبًا لِيَرْبُوَ۬ا ف۪ٓي اَمْوَالِ النَّاسِ فَلَا يَرْبُوا عِنْدَ اللّٰهِۚ وَمَٓا اٰتَيْتُمْ مِنْ زَكٰوةٍ تُر۪يدُونَ وَجْهَ اللّٰهِ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُضْعِفُونَ
Ew malê hûn bi riba didin da ku malên însanan zêde bibe, li îndallah/li cem Allah zêde nabe. Ew zekâta ku hûn bi hêvîya razîbûna Allah didin jî ew ên qat bi qat wê bên zêdekirin ha ev in.
اَللّٰهُ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ ثُمَّ رَزَقَكُمْ ثُمَّ يُم۪يتُكُمْ ثُمَّ يُحْي۪يكُمْۜ هَلْ مِنْ شُرَكَٓائِكُمْ مَنْ يَفْعَلُ مِنْ ذٰلِكُمْ مِنْ شَيْءٍۜ سُبْحَانَهُ وَتَعَالٰى عَمَّا يُشْرِكُونَ۟
Allah, hûn xuliqandîye paşê riziq daye we; paşê we dimirîne û piştre jî we ji nû ve vedijîne. Di nava şirîkên we de kesekî ku ji van yekî jî bikaribe bike heye? Ew (Allah), ji tiştên ku pê şirîk çêdikin berz û berî ye.
ظَهَرَ الْفَسَادُ فِي الْبَرِّ وَالْبَحْرِ بِمَا كَسَبَتْ اَيْدِي النَّاسِ لِيُذ۪يقَهُمْ بَعْضَ الَّذ۪ي عَمِلُوا لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Ji ber karên (gunehên) ku însanan bi dest xistine, di behr û berîyê de fesat dest pê kir. (Allah) qismekî (cezayê) amelên wan bi wan dide tamkirin, dibe ku vegerin (îslâmê).
قُلْ س۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلُۜ كَانَ اَكْثَرُهُمْ مُشْرِك۪ينَ
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bibînin ka aqûbeta wan ên berî we çawa bûye (bibînin)? Piren wan muşrîk bûn.
فَاَقِمْ وَجْهَكَ لِلدّ۪ينِ الْقَيِّمِ مِنْ قَبْلِ اَنْ يَأْتِيَ يَوْمٌ لَا مَرَدَّ لَهُ مِنَ اللّٰهِ يَوْمَئِذٍ يَصَّدَّعُونَ
(Herwiha) berî ew roja ku tiştê ji Allah tê û qet tu kes nikare vegerîne bê, rûyê xwe bi bal dînê rasterast ve vegerîne. Ew roj însan (wek cehennemî û cennetî) kom bi kom wê ji hevdu bên veqetandin.
مَنْ كَفَرَ فَعَلَيْهِ كُفْرُهُۚ وَمَنْ عَمِلَ صَالِحًا فَلِاَنْفُسِهِمْ يَمْهَدُونَۙ
Her kî berê xwe bide kufrê, di aleyha wî de ye. Kî jî amelê salih bike, êdî ew xwe ji bo (cihên xwe yê cennetê) amade dikin.
لِيَجْزِيَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ مِنْ فَضْلِه۪ۜ اِنَّهُ لَا يُحِبُّ الْكَافِر۪ينَ
(Ev) ji bo ku (Allah) ji lutf û kerema xwe kesên îman anîne û amelên salih kirine sûdmend bike (wiha ye). Lewre Allah hez kafiran nake.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ٓ اَنْ يُرْسِلَ الرِّيَاحَ مُبَشِّرَاتٍ وَلِيُذ۪يقَكُمْ مِنْ رَحْمَتِه۪ وَلِتَجْرِيَ الْفُلْكُ بِاَمْرِه۪ وَلِتَبْتَغُوا مِنْ فَضْلِه۪ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Ji bo ku ji rahmeta xwe bi we bide tamkirin bi fermana wî çûna keştîyan û ji bo ku hûn ji lutf û kerema wî ji xwe re bigerin wek mizgînî şandina bayê jî ji ayetên wî ne. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.
وَلَقَدْ اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ رُسُلًا اِلٰى قَوْمِهِمْ فَجَٓاؤُ۫هُمْ بِالْبَيِّنَاتِ فَانْتَقَمْنَا مِنَ الَّذ۪ينَ اَجْرَمُواۜ وَكَانَ حَقًّا عَلَيْنَا نَصْرُ الْمُؤْمِن۪ينَ
Sond be, me berî te jî gelek pêxember ji qewmên wan re şandibûn. Ji wan re delîlên eşkere anîbûn. Me heyf/tol ji wan mucrîmên/sûcdarên gunehkar (ên li dij wan derdiketin) sitend. Alîkarîya mumînan li ser me heqek e.
اَللّٰهُ الَّذ۪ي يُرْسِلُ الرِّيَاحَ فَتُث۪يرُ سَحَابًا فَيَبْسُطُهُ فِي السَّمَٓاءِ كَيْفَ يَشَٓاءُ وَيَجْعَلُهُ كِسَفًا فَتَرَى الْوَدْقَ يَخْرُجُ مِنْ خِلَالِه۪ۚ فَاِذَٓا اَصَابَ بِه۪ مَنْ يَشَٓاءُ مِنْ عِبَادِه۪ٓ اِذَا هُمْ يَسْتَبْشِرُونَ
Allah, bayê dişîne, (ba) ewran dilevîne û (Allah) ewran li esmanan li gor daxwaza xwe belav dike û wan parçe parçe dike. (Dawî de) tu dibînî ku baran ji nava (ewran) derdikeve û dibare. Ew, ji evdên xwe kî bivê (wê baranê) lê dibarîne û ew jî pê hema kêfxweş dibin.
وَاِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلِ اَنْ يُنَزَّلَ عَلَيْهِمْ مِنْ قَبْلِه۪ لَمُبْلِس۪ينَ
Lê ew berî ku (baran) bibare, ji barîna baranê bêhêvî bûn.
فَانْظُرْ اِلٰٓى اٰثَارِ رَحْمَتِ اللّٰهِ كَيْفَ يُحْيِ الْاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَاۜ اِنَّ ذٰلِكَ لَمُحْيِ الْمَوْتٰىۚ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
Tu li berhemên rahmeta Allah binêre! Piştî mirina wê çawa heyat dide ser rûyê erdê? Bêguman ew (Allah), wê mirîyan jî bivejîne. Ew, li ser her tiştî qadir e.
وَلَئِنْ اَرْسَلْنَا ر۪يحًا فَرَاَوْهُ مُصْفَرًّا لَظَلُّوا مِنْ بَعْدِه۪ يَكْفُرُونَ
Sond be, eger em bayê bişînin û wê (dexlê) zerikîn/zerbûyî bibînin paşê wê dîsa nankorîyê bikin.
فَاِنَّكَ لَا تُسْمِعُ الْمَوْتٰى وَلَا تُسْمِعُ الصُّمَّ الدُّعَٓاءَ اِذَا وَلَّوْا مُدْبِر۪ينَ
Bêguman tu nikarî heqîyê bi wan (kafirên ku dişibin mirîyan) bidî sehkirin. Dema pişta xwe dane te û çûn bi yên (li dij heqîyê) ker in/nabihîzin re tu nikarî dawetê bidî bihîstin.
وَمَٓا اَنْتَ بِهَادِ الْعُمْيِ عَنْ ضَلَالَتِهِمْۜ اِنْ تُسْمِعُ اِلَّا مَنْ يُؤْمِنُ بِاٰيَاتِنَا فَهُمْ مُسْلِمُونَ۟
Û tu nikarî kesên kor ji rêşaşîyên wan (xelas bikî û) rê nîşanî wan bidî. Tu enceq bikaribî bi muslîman/ew evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah bidî sehkirin
اَللّٰهُ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ مِنْ ضَعْفٍ ثُمَّ جَعَلَ مِنْ بَعْدِ ضَعْفٍ قُوَّةً ثُمَّ جَعَلَ مِنْ بَعْدِ قُوَّةٍ ضَعْفًا وَشَيْبَةًۜ يَخْلُقُ مَا يَشَٓاءُۚ وَهُوَ الْعَل۪يمُ الْقَد۪يرُ
Ew ê ku we ji zeîfîyê xuliqandîye û piştî zeîfîyê quwet daye we û piştî vê quwetê we digihîne zeîfî û ixtîyarîyê Allah e. Ew çi daxwaz bike dixuliqîne. Ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ يُقْسِمُ الْمُجْرِمُونَۙ مَا لَبِثُوا غَيْرَ سَاعَةٍۜ كَذٰلِكَ كَانُوا يُؤْفَكُونَ
Roja qiyamet radibe ew gunehkarên mucrîm/sûcdar sond dixwin (û dibêjin:) “Em ji seatekî pê ve li (dinyayê) nemane.” Ew, ha wisan (ji rastîyê) tên vegerandin.
وَقَالَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْعِلْمَ وَالْا۪يمَانَ لَقَدْ لَبِثْتُمْ ف۪ي كِتَابِ اللّٰهِ اِلٰى يَوْمِ الْبَعْثِۘ فَهٰذَا يَوْمُ الْبَعْثِ وَلٰكِنَّكُمْ كُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Ew ên ku ilim û îman ji wan re hatîye dayîn wiha dibêjin: “Sond be, hûn bi dirêjahîya dema nivîsandî (yanê,) heta roja ji nû ve vejandinê mane. Ha ev, roja vejandinê ye. Lê we pê nizanibû.”
فَيَوْمَئِذٍ لَا يَنْفَعُ الَّذ۪ينَ ظَلَمُوا مَعْذِرَتُهُمْ وَلَا هُمْ يُسْتَعْتَبُونَ
Ew roj mazereta/hinceta zilimkaran feyde nade wan û (ji bo kirina amelên salih daxwaza wan a vegera dinyayê jî) nayê pejirandin/qebûl kirin.
وَلَقَدْ ضَرَبْنَا لِلنَّاسِ ف۪ي هٰذَا الْقُرْاٰنِ مِنْ كُلِّ مَثَلٍۜ وَلَئِنْ جِئْتَهُمْ بِاٰيَةٍ لَيَقُولَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِنْ اَنْتُمْ اِلَّا مُبْطِلُونَ
Sond be, di vê Qur'anê de ji bo însanan me her cureya mîsalan daye. Eger tu ji wan re ayet/mucîze bînî, ew kafir teqez wê wiha bibêjin: “Hûn, ji wan kesan in ku batil lihev tînin.”
كَذٰلِكَ يَطْبَعُ اللّٰهُ عَلٰى قُلُوبِ الَّذ۪ينَ لَا يَعْلَمُونَ
Allah, qelbê nezanan wiha mohr dike.
فَاصْبِرْ اِنَّ وَعْدَ اللّٰهِ حَقٌّ وَلَا يَسْتَخِفَّنَّكَ الَّذ۪ينَ لَا يُوقِنُونَ
(Herwiha) sebir bike! Bêguman weada Allah heq e. Ew ên bi yeqînî îman neanîne bila te sewqê sistahîyê nekin.