30Sûreya Rûm
فَاَقِمْ وَجْهَكَ لِلدّ۪ينِ حَن۪يفًاۜ فِطْرَتَ اللّٰهِ الَّت۪ي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَاۜ لَا تَبْد۪يلَ لِخَلْقِ اللّٰهِۜ ذٰلِكَ الدّ۪ينُ الْقَيِّمُۗ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَۗ
Rûyê xwe wek (muwehhîdê ku qet tu tiştî ji Allah re şirîk çênakin) vegerîne dînê henîf. (Bide pey) wê fitreta ku Allah însanan li ser xuliqandîye. Di xuliqandina Allah de guherandin tune. (Herkesî li ser fitreta tewhîdê xuliqandîye.) Ha dînê rasterast ev e. Lê belê pirên însanan nizanin.
Jêrenot
(Tewhîd/îslâm ya ku tê ser maneya îbadeta bitenê ji Allah (ac) re û şirîk neçêkirina jê re, agahî û meyleke/dilxwazîyeke di fitreta însan de bicihbûyî ye. Her însan, li ser vê fitretê tê dinyayê. Ji însanan hin kes didin pey van delîlên fitrî û hetanî ku di dewrên tu pêxember nehatine de jî li ser tewhîdê ji Allah (ac) re evdîtîyê dikin. Wekî mîsala Zeyd b. Amr b. Nufeyl. (Bnr. Buxarî, 3826, 3828) Hin kes jî nadin pey vê agahîya fitrî û bawerîyeke spartîyê zen û xurafe û bi rawêj û bi kevneşopî û bi adetan xweyî dibe pêk tînin. (Bnr.7/A’raf, 172-173; 28/Qasas, 46))