Sure 38

Sûreya Sâd

Mekke88 ayetSâd

ص
Der barê Sûreyê de

Sûreya Sâd, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heştê û heşt (88) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sî û heştemîn e. Sûre, di ayeta yekemîn de bi herfê “Sâd” dest pê dike ku ev herf ji hurûfên muqattaa tê hesibandin. Ji ber vê yekê sûre bi navê sûreya Sâd hatîye binav kirin. Sûre, di tewereya/di mîhwera qaîdeyên tewhîd û nubûwet û axîret de mijarên vexwendina hîdayetê bi dest dixe ku her sê qaîde jî esasên bingehîn ya îslamê teşkil dikin. Di sûreyê de rewşa kesên dijberîya heqê dikin û bersivdayina îdîayên wan û qiseyên der heqê têkoşîna heq û batil de û hin teswîrên axîretê yên hişyarker û serkeftina îslamê ya di pêşerojê de jî tê vegotin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

صٓ وَالْقُرْاٰنِ ذِي الذِّكْرِۜ

Sâd. Bi vê Qur'ana rûmetdar/tije şîret sond be.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

بَلِ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا ف۪ي عِزَّةٍ وَشِقَاقٍ

(Nexêr!) Berevajî, ew ên ku kafir bûne di nav quretî û veqetîneke/dijberîyeke (bêmane) de ne.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

كَمْ اَهْلَكْنَا مِنْ قَبْلِهِمْ مِنْ قَرْنٍ فَنَادَوْا وَلَاتَ ح۪ينَ مَنَاصٍ

Me di berîya wan de gelek neslan helak kirine. Ew ji bo ku (xelas bibin) qîrîn dabûn/hawar kiribûn. (Lê) ne dema xelasîyê bû/kar ji kar borîbû.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَعَجِبُٓوا اَنْ جَٓاءَهُمْ مُنْذِرٌ مِنْهُمْۘ وَقَالَ الْكَافِرُونَ هٰذَا سَاحِرٌ كَذَّابٌۚ

Ji ber ku hişyarkerek ji nav wan derketîye şaş bûn û kafiran wiha gotin: “Bêguman ev, sêhrbazekî derewkar e!”

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَجَعَلَ الْاٰلِهَةَ اِلٰهًا وَاحِدًاۚ اِنَّ هٰذَا لَشَيْءٌ عُجَابٌ

“Erê ma wî hemû îlâhan kir yek îlâh? Bi rastî ev tiştekî pir balkêş e/lê şaşmayî ye.”

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَانْطَلَقَ الْمَلَاُ مِنْهُمْ اَنِ امْشُوا وَاصْبِرُوا عَلٰٓى اٰلِهَتِكُمْۚ اِنَّ هٰذَا لَشَيْءٌ يُرَادُۚ

Giregiran tevgerîyan (û gotin): “Bimeşin û di perestîya îlâhên xwe de bi semax bin (di girêdayîtîya wan de li ber xwe bidin). Bêşik ev a ku (ji we) tê xwestin ev e.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

مَا سَمِعْنَا بِهٰذَا فِي الْمِلَّةِ الْاٰخِرَةِۚ اِنْ هٰذَٓا اِلَّا اخْتِلَاقٌۚ

“Me ev, di dîneke din de nebihîstîye. Ew (tewhîd), bitenê lihevanînek e.”

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

ءَاُنْزِلَ عَلَيْهِ الذِّكْرُ مِنْ بَيْنِنَاۜ بَلْ هُمْ ف۪ي شَكٍّ مِنْ ذِكْر۪يۚ بَلْ لَمَّا يَذُوقُوا عَذَابِۜ

“Erê ma Quran, ji nav me hemûyan jê re nazil bû?” (Nexêr, ne wisan e!) Bi rastî ew der heqê Qur’ana min de di gumanê de ne. Ya rasttir jî ev e ku, wan hêj ezaba min tam nekirine.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَمْ عِنْدَهُمْ خَزَٓائِنُ رَحْمَةِ رَبِّكَ الْعَز۪يزِ الْوَهَّابِۚ

Ma qey xezîneyên rahmeta Rabbê te yê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (ew ê bê gerew/bê berdêl dide evdên xwe) Wehhab, li cem wan e?