Sure 37

Sûreya Saffât

Mekke182 ayetYên Rêz Digirin

الصافات
Der barê Sûreyê de

Sûreya Saffât, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û heştê û du (182) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sî û heftemîn e. Sûre navê xwe ji peyva “Es-Saffât” ku di ayeta yekemîn de dibore sitendîye. Ev kelîme tê ser maneya “ew ên rêz bi rêz sef girtine.” Du esasên ku di Qur’anê de hatîye dubarekirin di sûreya Saffât de bal hatîye kişandin. A yekem aqîdeya tewhîdê ye û ya duyem jî bawerîya axîretê ye ku ev jî di însan de şiûra berpirsîyarîyê pêk tîne. Behsa têkoşîna heq û batil ya di dirêjahîya dîrokê de jî dike. Ligel vê, ji ber ku bi gelek zorahîyan ve rû bi rû mabû, Rasûlullah (ass) ji alîyek ve tê teselî kirin û ji alîyê din ve jî ji bo pêşerojê omîd lê tê dayîn.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالصَّٓافَّاتِ صَفًّاۙ

Sond be; bi wan ên rêz bi rêz sef girtine,

فَالزَّاجِرَاتِ زَجْرًاۙ

Bi ew ên biqirecir diajon,

فَالتَّالِيَاتِ ذِكْرًاۙ

Bi ew ên zikrê dixwînin ku,

اِنَّ اِلٰهَكُمْ لَوَاحِدٌۜ

Îlâhê we (îlâhekî) yek û yekane ye.

Jêrenot
(Di Qur’anê de ji bo têgeha/qewrama Îlâh û berfirehîya Kelîmeya Tewhîdê bnr: 21/Enbîya, 25)

رَبُّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا وَرَبُّ الْمَشَارِقِۜ

Ew, Rabbê erd û esmanan û yên di navbera herduyan de ye. Rabbê rojhilatan e jî.

اِنَّا زَيَّنَّا السَّمَٓاءَ الدُّنْيَا بِز۪ينَةٍۨ الْكَوَاكِبِۙ

Bêguman me asîmana dinyayê bi stêrkan xemiland.

وَحِفْظًا مِنْ كُلِّ شَيْطَانٍ مَارِدٍۚ

Û me wê (bi stêrkan) ji her şeytanê rikdar parastîye.

لَا يَسَّمَّعُونَ اِلَى الْمَلَاِ الْاَعْلٰى وَيُقْذَفُونَ مِنْ كُلِّ جَانِبٍۗ

Ew nikarin guhdarîya Mele-î A’lâ/Cîvata Bilind bikin. (Dema dikin ku guhdarî bikin) ji her alîyê ve têne qewirandin (recimandin).

دُحُورًا وَلَهُمْ عَذَابٌ وَاصِبٌۙ

Tên def kirin/qewitandin. Ji wan re ezabekî bê dawî heye.

Tefsîrên Sûreya Saffât

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.