Vegere Sûreya Sebe’

Sebe’سبإ

23. Ayet

23Sûreya Sebe’
Di Mushefê de Veke

وَلَا تَنْفَعُ الشَّفَاعَةُ عِنْدَهُٓ اِلَّا لِمَنْ اَذِنَ لَهُۜ حَتّٰٓى اِذَا فُزِّعَ عَنْ قُلُوبِهِمْ قَالُوا مَاذَاۙ قَالَ رَبُّكُمْۜ قَالُوا الْحَقَّۚ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْكَب۪يرُ

Li cem wî, ji xeynî kesê ku destûr daye wan pê ve şefaeta qet tu kesî feyde nade. Dema ku ji qelbên wan (melaîketan) tirs diçe wiha dibêjin: “Rabbê we çi ferman kir?” (Wek cewab hemû bi hev re) dibêjin: “Tiştê heq got. Ew, (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.”

Jêrenot
(Sûreya Sebe’ ayetên 22 û 23. li ser sebebên ku însanan beralîyê şirkê ve dikin disekine û wan pûç dike. Wisan ku; heyîna ku feyde jê tê hêvî kirin divê ji çar wesfan herî kêm xwedîyê yekî be. 1. Divê di milkê xwe de xwedî otorîte be. 2. Ne otorîteya yekane be jî divê wek hevparek xwedîyek ji n milkê be. 3. Di milk de hevparîya wî tune be jî divê wek alîkar an jî paşmîr/wezîr xwedî raye be. 4. Ne xwedî sê xisûsîyetan be jî divê li cem xwedîyê milkê mirovekî xwedîrêz û îhtîram be. Allah (ac) van her çar wesfan, ji xeynî xwe ji hemû heyînan nefiy kiriye. Milk, bi tenê aîdê Allah (ac). Di tu zereyekî wê de jî şirîk û hevparên wî tune. Raye û alîkarî nedaye tu kesî. Ji xeynî ew ên ku destûr daye wan pê ve tu kes ne xwedî heqê şefaetê ye. Nexwe mirov, divê dîn ji Allah (ac) re xalis bike û qet tu navbeynkar nexe navbera xwe û rasterast berê xwe bide Rabbê xwe û ji wî bixwaze û ji wî hêvî bike. Wekî din ji bo têgeha şefaetê ya di Qur'anê de bnr. 43/Zuxrûf, 86)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

23- O'nun katında, kendisine izin verdiği kimsenin dışında şefaati yarar sağlamaz.(40) En sonunda kalplerinden korku giderilince (birbirlerine:) "Rabbiniz ne buyurdu?" derler, "Hak olanı" derler. O, çok yüce olandır, çok büyük olandır.(41)