Sure 34

Sûreya Sebe’

Mekke54 ayetSebe

سبإ
Der barê Sûreyê de

Sûreya Sebe’ Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û çar (54) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sî û çaremîn e. Ji ber ku di ayeta 15. de behsa qewmê Sebe’ tê kirin wek sûreya Sebe’ hatîye binav kirin. Di sûreya Sebe’ de mijarên serata ev in; dawetkirina/vexwendina tewhîdkirina Allah (ac) û îman anîna bi axîretê û qiseyên Dawûd û Suleyman (as) û gumanên muşrîkan ya der heqê pêxembertîya Rasûlullah (ass) de. Di vê sûreyê de ji bo aqîdeya tewhîdê qewîn bibe bîr û bawerîyên xeyrî îslamê tên rexnekirin û li ser bihûrbarîya nîmet û refah û serwerîya ku Allah (ac) di jiyana dinyayê de daye tê sekinandin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ الَّذ۪ي لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِ وَلَهُ الْحَمْدُ فِي الْاٰخِرَةِۜ وَهُوَ الْحَك۪يمُ الْخَب۪يرُ

Hamd ji Allah re ye. Ew (Allah) ku; li erd û esman çi hebin aîdê wî ne. Li axîretê jî hamd jê re ye. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَعْلَمُ مَا يَلِجُ فِي الْاَرْضِ وَمَا يَخْرُجُ مِنْهَا وَمَا يَنْزِلُ مِنَ السَّمَٓاءِ وَمَا يَعْرُجُ ف۪يهَاۜ وَهُوَ الرَّح۪يمُ الْغَفُورُ

Ew, tiştên ku dikeve erdê û jê derdikeve û tiştên ku ji esman dadikeve û bi wî ve derdikeve bi hemûyan dizane. Ew, (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَا تَأْت۪ينَا السَّاعَةُۜ قُلْ بَلٰى وَرَبّ۪ي لَتَأْتِيَنَّكُمْ عَالِمِ الْغَيْبِۚ لَا يَعْزُبُ عَنْهُ مِثْقَالُ ذَرَّةٍ فِي السَّمٰوَاتِ وَلَا فِي الْاَرْضِ وَلَٓا اَصْغَرُ مِنْ ذٰلِكَ وَلَٓا اَكْبَرُ اِلَّا ف۪ي كِتَابٍ مُب۪ينٍۙ

Kafiran gotin: “Qiyamet bi ser me de nayê.” Bibêje: “Nexêr (ne weke ramîna we ye)! Sond bi wî Rabbê ku alimê xeybê ye, muheqeq wê ji we re were. Li erd û esmanan tiştekî bi qasî misqalê zereyekî jî jê re veşartî/girtî namîne. Ji vêya biçûktir an jî mezintir her çi hebe, hemû di Kitêbekî apaşkere de nivîsandî ne.”

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لِيَجْزِيَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِۜ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَر۪يمٌ

(Ev,) ji bo dayîna mikafata wan ên îman anîne û amelên salih kirine ye. Ji bo yên wisan bexişandin û rizqekî bi qîmet heye.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالَّذ۪ينَ سَعَوْ ف۪ٓي اٰيَاتِنَا مُعَاجِز۪ينَ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مِنْ رِجْزٍ اَل۪يمٌۗ

Ew ên dixebitin ku ayetên me bêbandor/betal bikin (hene), ji wan re ji ya herî xerab ezabekî biêş û jan heye

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَيَرَى الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْعِلْمَ الَّذ۪ٓي اُنْزِلَ اِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ هُوَ الْحَقَّۙ وَيَهْد۪ٓي اِلٰى صِرَاطِ الْعَز۪يزِ الْحَم۪يدِ

Ew ên ji wan re ilim hatîye dayîn, dizanin tiştê ku Rabbê te ji te re daxistîye heq bixwe ye û li ser rêya (yê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd ya rasterast ve hîdayet dike.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا هَلْ نَدُلُّكُمْ عَلٰى رَجُلٍ يُنَبِّئُكُمْ اِذَا مُزِّقْتُمْ كُلَّ مُمَزَّقٍۙ اِنَّكُمْ لَف۪ي خَلْقٍ جَد۪يدٍۚ

Kafiran gotin: “Em wî zilamê nîşanî we bidin ku ji bo we wiha agahî dide: “Hûn bibin piç û parî (û piştî hûn hûromûro bibin) muheqeq hûn ê ji nû ve bên vejandin?”

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَفْتَرٰى عَلَى اللّٰهِ كَذِبًا اَمْ بِه۪ جِنَّةٌۜ بَلِ الَّذ۪ينَ لَا يُؤْمِنُونَ بِالْاٰخِرَةِ فِي الْعَذَابِ وَالضَّلَالِ الْبَع۪يدِ

(Me fêm nekir) “Gelo ew neweyîyê/bêbextîyê li Allah dike an dîn e?” (Nexêr, ne weke gotina we ye!) Berevajî, ew ên bi axîretê îman neanîne di nava ezabê de û di rêşaşîtîyekî dûr (ku vegera bi heqîyê ve pir zor) de ne.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَفَلَمْ يَرَوْا اِلٰى مَا بَيْنَ اَيْد۪يهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ مِنَ السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۜ اِنْ نَشَأْ نَخْسِفْ بِهِمُ الْاَرْضَ اَوْ نُسْقِطْ عَلَيْهِمْ كِسَفًا مِنَ السَّمَٓاءِۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَةً لِكُلِّ عَبْدٍ مُن۪يبٍ۟

Erê ma wan erd û esmanên li pêş û paşîya xwe nedîtin? Eger em bixwazin, em ê wan binerd bikin an jî ji asîman di ser wan de parçekirî daxînin. Bêguman di vêya de, ji bo her evdekî munîb (ên ku berê xwe pirzêde didin Allah) re ayetekî (bi îbret) heye.