Vegere Sûreya Şûrâ

Şûrâالشورى

15. Ayet

15Sûreya Şûrâ
Di Mushefê de Veke

فَلِذٰلِكَ فَادْعُۚ وَاسْتَقِمْ كَمَٓا اُمِرْتَۚ وَلَا تَتَّبِعْ اَهْوَٓاءَهُمْۚ وَقُلْ اٰمَنْتُ بِمَٓا اَنْزَلَ اللّٰهُ مِنْ كِتَابٍۚ وَاُمِرْتُ لِاَعْدِلَ بَيْنَكُمْۜ اَللّٰهُ رَبُّنَا وَرَبُّكُمْۜ لَنَٓا اَعْمَالُنَا وَلَكُمْ اَعْمَالُكُمْۜ لَا حُجَّةَ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْۜ اَللّٰهُ يَجْمَعُ بَيْنَنَاۚ وَاِلَيْهِ الْمَص۪يرُۜ

Tu (bi bal tewhîdê ve) bivexwîne/dawet bike. Wekî ku tu pê hatî fermankirin rasterast be. Nebe tabiê hewayên/hewesên wan. Û bibêje: “Min, bi her Kitêba ku Allah daxistîye îman anî. Ez di navbera we de bi (hukimdayîna li ser) edaletê hatime emirkirin. Allah, Rabbê me û Rabbê we ye jî. Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ne. Di navbera me û we de huccet (delîl anîna wek bi berhemberî û nîqaş) nîne. (Lewre heq, vikîvekirî li holê ye.) Allah, wê me hemûyan li cem hev bicivîne. Veger jê re ye.

Jêrenot
(Di civakên ku şirk tevlî tewhîda xwe kirine û di dînê xwe de ketine cihêtîyê de, ji bo însanîyetê xizmeta herî sûdmend dûrketina ji nîqaşên bêker û daweta/vexwendina tewhîdê ye. Tewhîd; ji wan nexweşînên weke guman û teredût/dudilî û bêewlehî ku dînê batil û xurafeyên hatine li hev anîn re reçeteya xelasîyê ye ku wê bibe şîfa. Di dewreke ku ehlê kitêb bi “cihêtîya dîn de” însanan bi bal Feleqetê ve dikişkişîne de, menkirina nîqaşên vala û emirkirina vexwendina/daweta tewhîdê rê nîşanî muwahhîdên îro dide.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.