21Sûreya Şûrâ
اَمْ لَهُمْ شُرَكٰٓؤُ۬ا شَرَعُوا لَهُمْ مِنَ الدّ۪ينِ مَا لَمْ يَأْذَنْ بِهِ اللّٰهُۜ وَلَوْلَا كَلِمَةُ الْفَصْلِ لَقُضِيَ بَيْنَهُمْۜ وَاِنَّ الظَّالِم۪ينَ لَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
Nexwe, hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûr nedaye ji xwe re kirine şerîet/qanûn? Eger (li ser paşvexistina/texîrkirina ezaba wan heta qiyametê) ehdeke qethî nebûya, helbet wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ji zilimkaran re ezabekî biêş û jan heye.
Jêrenot
(Ew ên tiştê ku Allah destûr nedaye dikin şerîet, heram wekî helal û qedexe jî wekî serbest dikin qanûn, evana şirîkên ku ji Allah (ac) re tên çêkirin in. Lewre qanûnçêkerî û diyarkirina şerîet û zagondanîn ji sifetên Allah (ac) ya herî xuyaye ne. (Bnr. 12/Yûsuf, 40; 18/Kehf, 26))