24Sûreya Şûrâ
اَمْ يَقُولُونَ افْتَرٰى عَلَى اللّٰهِ كَذِبًاۚ فَاِنْ يَشَاِ اللّٰهُ يَخْتِمْ عَلٰى قَلْبِكَۜ وَيَمْحُ اللّٰهُ الْبَاطِلَ وَيُحِقُّ الْحَقَّ بِكَلِمَاتِه۪ۜ اِنَّهُ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Nexwe ew wiha dibêjin: “Derew lihev anî û bêbextî li Allah kir.” Eger Allah bixwaze wê qelbê te (bi sebir û yeqîn) mohr bike (bêbextî û raberizîna wan tu zerar nade te). Allah, batilê jê dibe û tune dike. Heçî heqîyê jî bi kelîmeyên xwe (yên ku ji pêxember re wehîy kirine) qaîm dike/li pîya dihêle. Lewre ew, bi ya di singan de veşartî ne dizane.