130Sûreya Tâ-hâ
فَاصْبِرْ عَلٰى مَا يَقُولُونَ وَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ قَبْلَ طُلُوعِ الشَّمْسِ وَقَبْلَ غُرُوبِهَاۚ وَمِنْ اٰنَٓائِ الَّيْلِ فَسَبِّحْ وَاَطْرَافَ النَّهَارِ لَعَلَّكَ تَرْضٰى
(Herwiha) tu ji ber gotina wan ve sebir bike! Berî derketina rojê û berî roj biçe ava û hinek ji wextê şevê û di serê (di destpêka) û di binê (di dawîya) rojê de Rabbê xwe tesbîh bike da ku (Rabbê te ji te û tu jî ji Rabbê xwe) qayîl/razî bibî.
Jêrenot
(Dawetvanê tewhîdê wek sünnetullah a neguhêrbar wê bi her cureyên ezîyetan re rû bi rû bimîne û wê tundîya/şîdeta devkî û fiêlî jî bibîne. (3/Âl-î Îmran, 186). Di rewşên wisan de Rabbê me şîreta sebrê û hemdê û tesbîh kirina Allah (ac) û bi zêdekirina secdeyan nêzbûna Allah (ac) (15/Hîcr, 97-98) û bihevre bûna bi mumînan re (18/Kehf, 28) li me dike.)