﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke135 ayetTâ-hâ
Sûreya Tâ-Hâ, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û sî û pênc (135) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîstemîn e. Ji ber ku bi herfên Tâ û Hâ dest pê kiriye wek sûreya Tâ-Hâ hatîye binav kirin. Sûre, di mayîneya xwe ya paş de behsa Mûsa û Harûn û qiseya derketina Cihûyan ya ji Misrê û şîret û hişyarîyên der heqê axîretê de dike.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
طٰهٰۜ
Tâ. Hâ.
مَٓا اَنْزَلْنَا عَلَيْكَ الْقُرْاٰنَ لِتَشْقٰىۙ
Ev Qur'an ne ji bo ku tu di tengezarîyê de bimînî me ji te re daxistîye.
اِلَّا تَذْكِرَةً لِمَنْ يَخْشٰىۙ
(Berevajî, me daxistîye da ku) ji bo ew ên ji Allah ditirsin re bibe şîret/bibîrxistin.
تَنْز۪يلًا مِمَّنْ خَلَقَ الْاَرْضَ وَالسَّمٰوَاتِ الْعُلٰىۜ
Ew, ji alîyê xaliqê erd û esmanên bilind ve hatîye daxistin.
اَلرَّحْمٰنُ عَلَى الْعَرْشِ اسْتَوٰى
Rahmân îstîwayê erşê kir.
لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا وَمَا تَحْتَ الثَّرٰى
Hemû tiştên li erd û esmanan û di navbera herduyan de û (tiştên) di bin axa kamdar/hêwî/ birewa de hene aîdê wî ne.
وَاِنْ تَجْهَرْ بِالْقَوْلِ فَاِنَّهُ يَعْلَمُ السِّرَّ وَاَخْفٰى
Eger tu gotinê bi eşkerehî bêjî jî (nebêjî jî ferq nake). Ew (Allah) ya ku sir e (tiştê di dilê te de) û ya ku jê veşarîtir e (hêj ne ketîye dilê te) jî dizane.
اَللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۜ لَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰى
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Esmayên/Navên herî xweşik bi tevahî aîdê wî ne.
وَهَلْ اَتٰيكَ حَد۪يثُ مُوسٰىۢ
Agahîya Mûsa ji te re hat?
اِذْ رَاٰ نَارًا فَقَالَ لِاَهْلِهِ امْكُثُٓوا اِنّ۪ٓي اٰنَسْتُ نَارًا لَعَلّ۪ٓي اٰت۪يكُمْ مِنْهَا بِقَبَسٍ اَوْ اَجِدُ عَلَى النَّارِ هُدًى
Bi bîr bîne, dema Mûsa agirek dîtibû û ji ehlê xwe re wiha gotibû: “Li vir bimînin! Min agirek dît. Ez hêvî dikim ku ji wê re perengekî/bizotekî bînim an jî li cem wê rehberekî (ku rê nîşan bide) bibînim.”
فَلَمَّٓا اَتٰيهَا نُودِيَ يَا مُوسٰى
Dema ku gihîşte wê derê lê wiha hate gazîkirin: “Ya Mûsa!”
اِنّ۪ٓي اَنَا۬ رَبُّكَ فَاخْلَعْ نَعْلَيْكَۚ اِنَّكَ بِالْوَادِ الْمُقَدَّسِ طُوًىۜ
“Bêguman ez, (erê) ez Rabbê te me. Solên xwe derxîne. Lewre tu li newala pîroz, li Tuwa yî.”
وَاَنَا اخْتَرْتُكَ فَاسْتَمِعْ لِمَا يُوحٰى
“Min tu hilbijartî. Li wehîya ku ji te re hatîye guhdar be.”
اِنَّن۪ٓي اَنَا اللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّٓا اَنَا۬ فَاعْبُدْن۪يۙ وَاَقِمِ الصَّلٰوةَ لِذِكْر۪ي
“Bêguman ez, (erê) ez Allah im. Ji min pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ji min re îbadetê bike. Ji bo bîranîna/zikirkirina min nimêj bike.”
اِنَّ السَّاعَةَ اٰتِيَةٌ اَكَادُ اُخْف۪يهَا لِتُجْزٰى كُلُّ نَفْسٍ بِمَا تَسْعٰى
“Wê qiyamet were/rabe. Ji bo ku her nefs berginda/muqabela amelên xwe bistîne hema hema (ez ê wê ji xwe jî) biveşêrim.”
فَلَا يَصُدَّنَّكَ عَنْهَا مَنْ لَا يُؤْمِنُ بِهَا وَاتَّبَعَ هَوٰيهُ فَتَرْدٰى
“Nebe ew ê ku îman pê neanîye û dide pey hewayê xwe te jî (ji îman anîna wê) nede paş. Ne xwe tu yê helak bibî.”
وَمَا تِلْكَ بِيَم۪ينِكَ يَا مُوسٰى
“Ew ê di destê te yê rastê de çi ye ya Mûsa?”
قَالَ هِيَ عَصَايَۚ اَتَوَكَّؤُ۬ا عَلَيْهَا وَاَهُشُّ بِهَا عَلٰى غَنَم۪ي وَلِيَ ف۪يهَا مَاٰرِبُ اُخْرٰى
Got: “Ew gopalê min e. Ez pala xwe didimê û ji pezên xwe re pelên dara pê diweşînim û gelek hewcehîyên min ên din jî pê hene.”
قَالَ اَلْقِهَا يَا مُوسٰى
Got: “Wî bavêje ya Mûsa!”
فَاَلْقٰيهَا فَاِذَا هِيَ حَيَّةٌ تَسْعٰى
Wî jî avêt. (Lê çi bibîne) ew, bû marek û xwe tev dide.
قَالَ خُذْهَا وَلَا تَخَفْ۠ سَنُع۪يدُهَا س۪يرَتَهَا الْاُولٰى
Got: “Rahêje wî! Netirse, em ê wî vegerînin ser rewşa wî yê berê.”
وَاضْمُمْ يَدَكَ اِلٰى جَنَاحِكَ تَخْرُجْ بَيْضَٓاءَ مِنْ غَيْرِ سُٓوءٍ اٰيَةً اُخْرٰىۙ
“Destê xwe bêxe binçenga xwe! Bê qisûr/bê nexweşî wê sipspî/çîlspî derkeve. (Ev jî) ayetekî/mûcîzeyekî din e.”
لِنُرِيَكَ مِنْ اٰيَاتِنَا الْكُبْرٰىۚ
(Wisa bike û encamê bibîne da ku) em ji ayetên/mucîzeyên xwe yên mezin yekî nîşanî te bidin.”
اِذْهَبْ اِلٰى فِرْعَوْنَ اِنَّهُ طَغٰى۟
“Here cem Firewn. Lewre ew bi taxûtî ji hedê xwe borî ye.
قَالَ رَبِّ اشْرَحْ ل۪ي صَدْر۪يۙ
(Mûsa) got: “Rabbê min! Tu firehî/Înşîrâh bide singa min.
وَيَسِّرْ ل۪ٓي اَمْر۪يۙ
“Karê min hêsan bike.”
وَاحْلُلْ عُقْدَةً مِنْ لِسَان۪يۙ يَفْقَهُوا قَوْل۪يۖ
“Benda/girêya zimanê min vebike ku; ji gotinên min fêm bikin.”
وَاجْعَلْ ل۪ي وَز۪يرًا مِنْ اَهْل۪يۙ
“Ji malbata min wezîrekî/alîkarekî bide min.”
هٰرُونَ اَخ۪يۚ
“Birayê min Hârûn.”
اُشْدُدْ بِه۪ٓ اَزْر۪يۙ
“Bi wî, hêza min qewî bike.
وَاَشْرِكْهُ ف۪ٓي اَمْر۪يۙ
“Wî di wezîfa (daweta) min de bike şirîk.”
كَيْ نُسَبِّحَكَ كَث۪يرًاۙ
“Da ku em te zehf tesbîh bikin.”
وَنَذْكُرَكَ كَث۪يرًاۜ
“Pir zikir bikin.”
اِنَّكَ كُنْتَ بِنَا بَص۪يرًا
“Bêguman jixwe tu me dibînî.”
قَالَ قَدْ اُو۫ت۪يتَ سُؤْلَكَ يَا مُوسٰى
Got: “Tiştên ku te xwestinji te re hatin dayîn ya Mûsa!”
وَلَقَدْ مَنَنَّا عَلَيْكَ مَرَّةً اُخْرٰىۙ
“Sond be, me carekî din jî qencî bi te kiribû.”
اِذْ اَوْحَيْنَٓا اِلٰٓى اُمِّكَ مَا يُوحٰىۙ
“Bi bîr bîne, (ji bo xelasîya te) wehîya ku hewce dikir me li dêya te wehîy kiribû.”
اَنِ اقْذِف۪يهِ فِي التَّابُوتِ فَاقْذِف۪يهِ فِي الْيَمِّ فَلْيُلْقِهِ الْيَمُّ بِالسَّاحِلِ يَأْخُذْهُ عَدُوٌّ ل۪ي وَعَدُوٌّ لَهُۜ وَاَلْقَيْتُ عَلَيْكَ مَحَبَّةً مِنّ۪يۚ وَلِتُصْنَعَ عَلٰى عَيْن۪يۢ
“(Me wiha wehîy kiribû: wî) bixe tabûtê/sindoqê û (paşê) bavêje çem. Bila av wî bavêje/derêxe beravê (qeraxê). Bila yekî hem dijminê wî û hem dijminê min wî bigire. Da ku tu di bin çavdêrîya min de perwerde bibî min ji cem xwe hezkirinek avête ser te (kesê ku te bibîne wê hez te bike).”
اِذْ تَمْش۪ٓي اُخْتُكَ فَتَقُولُ هَلْ اَدُلُّكُمْ عَلٰى مَنْ يَكْفُلُهُۜ فَرَجَعْنَاكَ اِلٰٓى اُمِّكَ كَيْ تَقَرَّ عَيْنُهَا وَلَا تَحْزَنَۜ وَقَتَلْتَ نَفْسًا فَنَجَّيْنَاكَ مِنَ الْغَمِّ وَفَتَنَّاكَ فُتُونًا۠ فَلَبِثْتَ سِن۪ينَ ف۪ٓي اَهْلِ مَدْيَنَ ثُمَّ جِئْتَ عَلٰى قَدَرٍ يَا مُوسٰى
“Bi bîr bîne, dema xuşka te dimeşîya û wiha digot: ‘Ma ez yekî ku şîr bidê û baş li wî binêre nîşanî we bidim?’ Ji bo ku çavronî/dilxweş bibe û xemgîn nebe me tu li dayîka te vegerand. Te mirovek kuştibû û me te ji xema wê (kuştinê) xelas kir û me te bi fitneyan (îmtîhanan) îmtîhan kiribû. Tu di nava qewmê Medyenê de bi salan mayî û paşê bi qederekî (diyarkirî) tu hatî vê derê (Misrê) ya Mûsa!”
وَاصْطَنَعْتُكَ لِنَفْس۪يۚ
“Min te ji bo xwe (ji bo ku tu dawa rîsaletê hilgirî) hilbijart û gihandîye.
اِذْهَبْ اَنْتَ وَاَخُوكَ بِاٰيَات۪ي وَلَا تَنِيَا ف۪ي ذِكْر۪يۚ
“Tu û birayê xwe bi ayetên min herin (cem Firewn) û zikirkirina min de sistîyê nekin.”
اِذْهَبَٓا اِلٰى فِرْعَوْنَ اِنَّهُ طَغٰىۚ
“Hûn herdu herin cem Firewn; lewre ew pir har/hêç bûye.”
فَقُولَا لَهُ قَوْلًا لَيِّنًا لَعَلَّهُ يَتَذَكَّرُ اَوْ يَخْشٰى
“Jê re gotinên nerm bêjin. Hêvî heye ku şîret bigire an jî bitirse.”
قَالَا رَبَّنَٓا اِنَّنَا نَخَافُ اَنْ يَفْرُطَ عَلَيْنَٓا اَوْ اَنْ يَطْغٰى
Gotin: “Rabbê me! Bi rastî em ditirsin ku zêde pê de here û tuxyana xwe zêde bike.”
قَالَ لَا تَخَافَٓا اِنَّن۪ي مَعَكُمَٓا اَسْمَعُ وَاَرٰى
Got: “Netirsin! Bêguman ez bi we re me; dibînim û dibihîzim.”
فَأْتِيَاهُ فَقُولَٓا اِنَّا رَسُولَا رَبِّكَ فَاَرْسِلْ مَعَنَا بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ وَلَا تُعَذِّبْهُمْۜ قَدْ جِئْنَاكَ بِاٰيَةٍ مِنْ رَبِّكَۜ وَالسَّلَامُ عَلٰى مَنِ اتَّبَعَ الْهُدٰى
“Herin cem wî û bibêjin: ‘Bêguman em, qasidê Rabbê te ne. Benî Îsraîl bi me re bişîne û êdî ezab li wan neke! Muheqeq em ji Rabbê te bi ayetan/bi mucîzeya hatin. Silav li ser wan ên ku tabiê hîdayetê ne.’ ”
اِنَّا قَدْ اُوحِيَ اِلَيْنَٓا اَنَّ الْعَذَابَ عَلٰى مَنْ كَذَّبَ وَتَوَلّٰى
“Bi rastî ji me re wiha hatîye wehîy kirin: ‘Ezab li ser wan kesan e ku diderewîn in û rû vedigerînin.’ ”
قَالَ فَمَنْ رَبُّكُمَا يَا مُوسٰى
(Firewn) got: “Rabbê we kî ye, ya Mûsa?”
قَالَ رَبُّنَا الَّذ۪ٓي اَعْطٰى كُلَّ شَيْءٍ خَلْقَهُ ثُمَّ هَدٰى
Got: “Rabbê me (bi lêhatîya cureyan) xulqîyeta hemû tiştan dide û paşê jî rêya rast nîşan dide.”
قَالَ فَمَا بَالُ الْقُرُونِ الْاُولٰى
(Firewn) got: “Nexwe rewşa wan ên berê wê çawa bibe?”
قَالَ عِلْمُهَا عِنْدَ رَبّ۪ي ف۪ي كِتَابٍۚ لَا يَضِلُّ رَبّ۪ي وَلَا يَنْسٰىۘ
Got: “Îlmê wan di Kitêbekê de li cem Rabbê min e. Rabbê min ne şaş dike û ne jî ji bîr dike.”
اَلَّذ۪ي جَعَلَ لَكُمُ الْاَرْضَ مَهْدًا وَسَلَكَ لَكُمْ ف۪يهَا سُبُلًا وَاَنْزَلَ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءًۜ فَاَخْرَجْنَا بِه۪ٓ اَزْوَاجًا مِنْ نَبَاتٍ شَتّٰى
(Ew Rabb e ku) erd ji bo we kiriye doşek (hûn li ser dijîn û we îstîqrar dîtîye) û li wê derê ji bo we rêyan vekirîye û ji asîman av daxistîye. Bi wê (avê) ji hêşînahîyên curbicur me cot bi cot derxistin.
كُلُوا وَارْعَوْا اَنْعَامَكُمْۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِاُو۬لِي النُّهٰى۟
(Ji bo ku hûn) bixwin û heywanên xwe biçêrînin... Bêguman di vê de ji bo aqilmendan ayet (ên biîbret) hene.
مِنْهَا خَلَقْنَاكُمْ وَف۪يهَا نُع۪يدُكُمْ وَمِنْهَا نُخْرِجُكُمْ تَارَةً اُخْرٰى
Me hûn ji wê (axê) xuliqand û em ê dîsa vegerînin wê û em ê carekê din we ji wir derxînin/bivejînin.
وَلَقَدْ اَرَيْنَاهُ اٰيَاتِنَا كُلَّهَا فَكَذَّبَ وَاَبٰى
Sond be me hemû ayetên xwe nîşanî wî (Firewn) dan. Wî derewand û (di înkarê de) li ber xwe da/israr kir.
قَالَ اَجِئْتَنَا لِتُخْرِجَنَا مِنْ اَرْضِنَا بِسِحْرِكَ يَا مُوسٰى
Got: “Ya Mûsa! Ma tu ji me re hatî da ku bi vê sêhra xwe me ji welatê xwe nefîy bikî/derxînî?”
فَلَنَأْتِيَنَّكَ بِسِحْرٍ مِثْلِه۪ فَاجْعَلْ بَيْنَنَا وَبَيْنَكَ مَوْعِدًا لَا نُخْلِفُهُ نَحْنُ وَلَٓا اَنْتَ مَكَانًا سُوًى
“Muheqeq em ê jî bi sêhreke weke sêhra te ji te re bînin. Herwiha di navbera me û xwe de demeke hevdîtinê diyar bike. Da ku ne em û ne jî tu (ji soza xwe) vegerin. (Cihê ku tu diyar bikî) bila nêzîkî me hemûyan be/cihekî navrast be.”
قَالَ مَوْعِدُكُمْ يَوْمُ الزّ۪ينَةِ وَاَنْ يُحْشَرَ النَّاسُ ضُحًى
Got: “Bila roja hevdîtina me roja îdê/cejnê be û bila mirov jî danê sibehê bicivin.”
فَتَوَلّٰى فِرْعَوْنُ فَجَمَعَ كَيْدَهُ ثُمَّ اَتٰى
Firewn li paş xwe vegerîya û çû. Hîleyê xwe/fendê xwe gihande hevdu û hat.
قَالَ لَهُمْ مُوسٰى وَيْلَكُمْ لَا تَفْتَرُوا عَلَى اللّٰهِ كَذِبًا فَيُسْحِتَكُمْ بِعَذَابٍۚ وَقَدْ خَابَ مَنِ افْتَرٰى
Mûsa ji wan re got: “Xwelî li serê we be! Bi derewan bêbextîyê li Allah nekin. (Nexwe) wê bi ezabekî koka we bê qelandin. Muheqeq ew ê ku bêbextîyê dike zîyan kiriye/xisirîye.”
فَتَنَازَعُٓوا اَمْرَهُمْ بَيْنَهُمْ وَاَسَرُّوا النَّجْوٰى
Di navbera xwe de bi pistepist nîqaş kirin û şêwirîn.
قَالُٓوا اِنْ هٰذَانِ لَسَاحِرَانِ يُر۪يدَانِ اَنْ يُخْرِجَاكُمْ مِنْ اَرْضِكُمْ بِسِحْرِهِمَا وَيَذْهَبَا بِطَر۪يقَتِكُمُ الْمُثْلٰى
Gotin: “Ev herdu sêhrbaz in û bi sêhra xwe dixwazin we ji warê we nefîy bikin/derxînin û ew pergala we ya mengî/îdeal (ku we hetanî îro bi keda xwe ava kiriye) dixwazin xera/tune bikin.”
فَاَجْمِعُوا كَيْدَكُمْ ثُمَّ ائْتُوا صَفًّاۚ وَقَدْ اَفْلَحَ الْيَوْمَ مَنِ اسْتَعْلٰى
“Nexwe hîleyên/fendên xwe bikin yek û paşê kom bi kom werin. Îro kî bi ser bikeve ew xelas bûye.”
قَالُوا يَا مُوسٰٓى اِمَّٓا اَنْ تُلْقِيَ وَاِمَّٓا اَنْ نَكُونَ اَوَّلَ مَنْ اَلْقٰى
Gotin: “Ya Mûsa! (Dixwazî) tu (pêşî gopalê xwe) bavêje an jî em pêşî bavêjin.”
قَالَ بَلْ اَلْقُواۚ فَاِذَا حِبَالُهُمْ وَعِصِيُّهُمْ يُخَيَّلُ اِلَيْهِ مِنْ سِحْرِهِمْ اَنَّهَا تَسْعٰى
Got: “(Na!) Bilekîs, pêşî hûn bavêjin!” (Paşê çi bibîne) ben û gopalên wan ji ber sêhra wan wekî ku birastî direvin, jê re xûya bû.
فَاَوْجَسَ ف۪ي نَفْسِه۪ خ۪يفَةً مُوسٰى
Mûsa ji nîşka ve tirsek hest kir/tirsek niqutibû dilê wî.
قُلْنَا لَا تَخَفْ اِنَّكَ اَنْتَ الْاَعْلٰى
Me got: “Netirse! Bêguman tu, helbet yê serdest tu yî.”
وَاَلْقِ مَا ف۪ي يَم۪ينِكَ تَلْقَفْ مَا صَنَعُواۜ اِنَّمَا صَنَعُوا كَيْدُ سَاحِرٍۜ وَلَا يُفْلِحُ السَّاحِرُ حَيْثُ اَتٰى
“Wî yê di destê xwe yê rastê de bavêje! Wê ew çêkirînên wan biqurtîne. Tiştê ku wan çêkiriye bi tenê hîleyeke sêhrbazî ye. Û sêhrbaz her çi bike jî bi ser nakeve/xelas nabe.”
فَاُلْقِيَ السَّحَرَةُ سُجَّدًا قَالُٓوا اٰمَنَّا بِرَبِّ هٰرُونَ وَمُوسٰى
(Li ser vê yekê) hemû sêhrbaz bi hev re çûn secdê û wiha gotin: “Me îmân bi Rabbê Mûsa û Hârûn anî.”
قَالَ اٰمَنْتُمْ لَهُ قَبْلَ اَنْ اٰذَنَ لَكُمْۜ اِنَّهُ لَكَب۪يرُكُمُ الَّذ۪ي عَلَّمَكُمُ السِّحْرَۚ فَلَاُقَطِّعَنَّ اَيْدِيَكُمْ وَاَرْجُلَكُمْ مِنْ خِلَافٍ وَلَاُصَلِّبَنَّكُمْ ف۪ي جُذُوعِ النَّخْلِۘ وَلَتَعْلَمُنَّ اَيُّنَٓا اَشَدُّ عَذَابًا وَاَبْقٰى
(Firewn) got: “Nexwe berîya ku ez destûr bidim we îmân bi wî anî ha? Bêguman ew, mezinê we ye ku sêhrbazî hînî/fêrî we kiriye. Ez ê dest û pîyên we bi çeprastî jê bikim û we di qurmê darên xurman de daleqînim. Bi vê awayê hûn ê bibînin ka ezabê kî dijwartir û mayîndetir e.”
قَالُوا لَنْ نُؤْثِرَكَ عَلٰى مَا جَٓاءَنَا مِنَ الْبَيِّنَاتِ وَالَّذ۪ي فَطَرَنَا فَاقْضِ مَٓا اَنْتَ قَاضٍۜ اِنَّمَا تَقْض۪ي هٰذِهِ الْحَيٰوةَ الدُّنْيَاۜ
Gotin: “Em te qet di ser delîlên eşkere ku ji me re hatine û di ser (Allahê) xaliqê xwe re nagirin. Her çi hukmê didî bide! Bitenê tu dikarî li vê heyata dinyayê hukmê xwe biborînî.”
اِنَّٓا اٰمَنَّا بِرَبِّنَا لِيَغْفِرَ لَنَا خَطَايَانَا وَمَٓا اَكْرَهْتَنَا عَلَيْهِ مِنَ السِّحْرِۜ وَاللّٰهُ خَيْرٌ وَاَبْقٰى
“Ji bo ku gunehên me/xetayên me û ew sêhrbazîya ku te bi zorê bi me dida kirin bibexşîne/efû bike, me îmân bi Rabbê xwe anîye. Allah herî bi xêrtir û mayîndetir e.”
اِنَّهُ مَنْ يَأْتِ رَبَّهُ مُجْرِمًا فَاِنَّ لَهُ جَهَنَّمَۜ لَا يَمُوتُ ف۪يهَا وَلَا يَحْيٰى
Bêguman her kî wek gunehkarekî mucrîm/sûcdar were cem Rabbê xwe, helbet jê re cehennem heye. Li wê derê ne dimire (ku ji ezabê xelas bibe) û ne jî tê vejandin (ku sûd wergire).
وَمَنْ يَأْتِه۪ مُؤْمِنًا قَدْ عَمِلَ الصَّالِحَاتِ فَاُو۬لٰٓئِكَ لَهُمُ الدَّرَجَاتُ الْعُلٰىۙ
Kî jî wek mumînek ku amelên salih kiriye were (bal Rabbê xwe) ji yên wisan re jî dereceyên herî bilind heye.
جَنَّاتُ عَدْنٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَاۜ وَذٰلِكَ جَزٰٓؤُ۬ا مَنْ تَزَكّٰى۟
Cennetên Adn ku wê tê de ebedî bimînin û di binê wan de çem diherikin... Xelata wî kesê ku pak/paqij e ev e.
وَلَقَدْ اَوْحَيْنَٓا اِلٰى مُوسٰٓى اَنْ اَسْرِ بِعِبَاد۪ي فَاضْرِبْ لَهُمْ طَر۪يقًا فِي الْبَحْرِ يَبَسًاۚ لَا تَخَافُ دَرَكًا وَلَا تَخْشٰى
Sond be me ji Mûsa re wiha wehîy kir: “Bi evdên min re bi şev derkevin rê. Ji wan re di behrê de rêyeke ziwa veke. Ji gihîştina (Firewn) netirse û fikar neke (di rêya xwe de here).”
فَاَتْبَعَهُمْ فِرْعَوْنُ بِجُنُودِه۪ فَغَشِيَهُمْ مِنَ الْيَمِّ مَا غَشِيَهُمْۜ
Firewn bi leşkerên xwe ve da pey wan. (Ew hêj ne gihîştibûn wan) ji behrê (pelên fetsînok/xeneqoyî) bi wan girt û ew rapêçan.
وَاَضَلَّ فِرْعَوْنُ قَوْمَهُ وَمَا هَدٰى
Firewn qewmê xwe xerifand. Negihande rêya rast.
يَا بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ قَدْ اَنْجَيْنَاكُمْ مِنْ عَدُوِّكُمْ وَوٰعَدْنَاكُمْ جَانِبَ الطُّورِ الْاَيْمَنَ وَنَزَّلْنَا عَلَيْكُمُ الْمَنَّ وَالسَّلْوٰى
Ya Benî Îsraîl! Muheqeq me hûn ji dijminên we xelas kirin û me li alîyê rastê ya Çiyayê Tûrê (ji bo civînê) peyv da hev û me di ser we de helawa qudretê/gezo û goştê susikê/qarîtê daxistibû.
كُلُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ وَلَا تَطْغَوْا ف۪يهِ فَيَحِلَّ عَلَيْكُمْ غَضَب۪يۚ وَمَنْ يَحْلِلْ عَلَيْهِ غَضَب۪ي فَقَدْ هَوٰى
Ji rizqê ku me daye we, yên paqij bixwin. Di wê mijarê de ji hedê xwe neborin. Nexwe wê xezeba min li ser we wacib bibe. Kesê ku xezeba min lê wacib bibe, bêguman ew helak bûye.
وَاِنّ۪ي لَغَفَّارٌ لِمَنْ تَابَ وَاٰمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا ثُمَّ اهْتَدٰى
Bêguman ez li ser wan ên ku tobe dikin û îmân anîne û amelê salih dikin û gihîştine hîdayetê pir efûkar/mihrîvan im.
وَمَٓا اَعْجَلَكَ عَنْ قَوْمِكَ يَا مُوسٰى
“Ya Mûsa! Çi tiştî tu bi zûka/bi lezûbez ji qewmê te veqetand (û hatî cem me)?
قَالَ هُمْ اُو۬لَٓاءِ عَلٰٓى اَثَر۪ي وَعَجِلْتُ اِلَيْكَ رَبِّ لِتَرْضٰى
Got: “Ew li pey min in (min ew çawa hiştibe li ser wê halê ne). Rabbê min! Ji bo ku tu ji min razî bibî ez bi bal te ve bi lez hatim.”
قَالَ فَاِنَّا قَدْ فَتَنَّا قَوْمَكَ مِنْ بَعْدِكَ وَاَضَلَّهُمُ السَّامِرِيُّ
Got: “Bêguman me di pey te de qewmê te (di dînê wan de) ceriband û Samirî wan ji rê derxist.”
فَرَجَعَ مُوسٰٓى اِلٰى قَوْمِه۪ غَضْبَانَ اَسِفًاۚ قَالَ يَا قَوْمِ اَلَمْ يَعِدْكُمْ رَبُّكُمْ وَعْدًا حَسَنًاۜ اَفَطَالَ عَلَيْكُمُ الْعَهْدُ اَمْ اَرَدْتُمْ اَنْ يَحِلَّ عَلَيْكُمْ غَضَبٌ مِنْ رَبِّكُمْ فَاَخْلَفْتُمْ مَوْعِد۪ي
Li ser vê yekê Mûsa bi hêrs û xemgînî vegerîya cem qewmê xwe û got: “Gelî qewmê min! Erê ma Rabbê we weadeke xweşik nedabû we? Erê ma ew dem ji we re pir dirêj hat? Ya na we xwest ku xezeba Rabbê we li ser we bibara, ji bo vê hûn ji soza ku we dabû min vegerîyan?
قَالُوا مَٓا اَخْلَفْنَا مَوْعِدَكَ بِمَلْكِنَا وَلٰكِنَّا حُمِّلْنَٓا اَوْزَارًا مِنْ ز۪ينَةِ الْقَوْمِ فَقَذَفْنَاهَا فَكَذٰلِكَ اَلْقَى السَّامِرِيُّۙ
Gotin: “Em ne bi vîna/bi îradeya xwe ji soza ku me dabû te vegerîyane. Lê ji eşyayê (Firewn û qewmê wî) me hinek zînet bar kiribû. Me ew avêtin (nav agir) û Samirî jî avêt.”
فَاَخْرَجَ لَهُمْ عِجْلًا جَسَدًا لَهُ خُوَارٌ فَقَالُوا هٰذَٓا اِلٰهُكُمْ وَاِلٰهُ مُوسٰى فَنَسِيَۜ
Ji wan re di sûreta golikê de peykerekî ku diorîya çêkir û (Samirî û yên pê re) gotin: “Ha ev îlâhê we û Mûsa ye. Lê wî (Mûsa) Ji bîr kir.”
اَفَلَا يَرَوْنَ اَلَّا يَرْجِعُ اِلَيْهِمْ قَوْلًاۙ وَلَا يَمْلِكُ لَهُمْ ضَرًّا وَلَا نَفْعًا۟
Erê ma ew nabînin ku ew (dema ku tiştekî dibêjin) nikare bersiv bide wan û ji bo wan nikare feydeyekî pêk bîne û zerarekî jî ji wan dûr bike/bide paş?
وَلَقَدْ قَالَ لَهُمْ هٰرُونُ مِنْ قَبْلُ يَا قَوْمِ اِنَّمَا فُتِنْتُمْ بِه۪ۚ وَاِنَّ رَبَّكُمُ الرَّحْمٰنُ فَاتَّبِعُون۪ي وَاَط۪يعُٓوا اَمْر۪ي
Sond be, hêj berê de Hârûn ji wan re got: “Gelî qewmê min! Hûn bi vê (golikê) bitenê ketin fitnê/hatin ceribandin. Bêguman Rabbê we Rahmân e. Nexwe bidine pey min û îtaeta emrê min bikin.”
قَالُوا لَنْ نَبْرَحَ عَلَيْهِ عَاكِف۪ينَ حَتّٰى يَرْجِعَ اِلَيْنَا مُوسٰى
Gotin: “Hetanî Mûsa vegere nav me, em ê rawestina xwe ya li ber serê wî bidomînin.”
قَالَ يَا هٰرُونُ مَا مَنَعَكَ اِذْ رَاَيْتَهُمْ ضَلُّواۙ
(Mûsa) got: “Ya Hârûn! Di rewşa ku te dît ew xerifîne, (ji bo ku tu tiştekî bikî) çi ji te re bû manî?”
اَلَّا تَتَّبِعَنِۜ اَفَعَصَيْتَ اَمْر۪ي
“Te çima neda pey min? Nexwe tu li ber emrê min rabûyî?”
قَالَ يَبْنَؤُ۬مَّ لَا تَأْخُذْ بِلِحْيَت۪ي وَلَا بِرَأْس۪يۚ اِنّ۪ي خَش۪يتُ اَنْ تَقُولَ فَرَّقْتَ بَيْنَ بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ وَلَمْ تَرْقُبْ قَوْل۪ي
(Hârûn) got: “Hê kurê dêya min! Rih (ê min) û pora min nekişkişîne! Ez ji vê tirsîyam ku tu ji min re bibêjî: ‘Te dubendî xistîye nava Benî Îsraîl û te bi gotina min nekir.”
قَالَ فَمَا خَطْبُكَ يَا سَامِرِيُّ
Got: “Rewşa te çibû/te çima tiştekî wisa kir, ya Samirî?”
قَالَ بَصُرْتُ بِمَا لَمْ يَبْصُرُوا بِه۪ فَقَبَضْتُ قَبْضَةً مِنْ اَثَرِ الرَّسُولِ فَنَبَذْتُهَا وَكَذٰلِكَ سَوَّلَتْ ل۪ي نَفْس۪ي
Got: “Tiştên ku wan nedîtibûn min dît. Min ji şopa qasid/melâîket çengek girt û ew avêt. Nefsa min ev wisa ji min re xemiland.”
قَالَ فَاذْهَبْ فَاِنَّ لَكَ فِي الْحَيٰوةِ اَنْ تَقُولَ لَا مِسَاسَۖ وَاِنَّ لَكَ مَوْعِدًا لَنْ تُخْلَفَهُۚ وَانْظُرْ اِلٰٓى اِلٰهِكَ الَّذ۪ي ظَلْتَ عَلَيْهِ عَاكِفًاۜ لَنُحَرِّقَنَّهُ ثُمَّ لَنَنْسِفَنَّهُ فِي الْيَمِّ نَسْفًا
Got: “Here/biqeşite! Êdî di dirêjahîya heyata xwe de tu yê bibêjî: ‘La misâs! (Bila tu kes destê xwe nede min û ez jî destê xwe nadim tu kesî).’ Û ji te re demeke (ku tu yê helak bibî) şaşnebar heye. Niha li îlâhê xwe, ya ku bênavber li ber serê wî lihêvîyê dimînî binêre! Sond be em ê wî bişewitînin û paşê jî (xwelîya wî) ber bayê behrê bikin.”
اِنَّمَٓا اِلٰهُكُمُ اللّٰهُ الَّذ۪ي لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۜ وَسِعَ كُلَّ شَيْءٍ عِلْمًا
Îlâhê we bitenê Allah e... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. (Wî) her tiştî bi îlmê xwe dorpêç kiriye.
كَذٰلِكَ نَقُصُّ عَلَيْكَ مِنْ اَنْبَٓاءِ مَا قَدْ سَبَقَۚ وَقَدْ اٰتَيْنَاكَ مِنْ لَدُنَّا ذِكْرًاۚ
Her wiha em hinek ji agahîyên wan ên berê (jîyîne) ji te re radigihînin. Muheqeq me ji cem xwe Qur'an/zikir daye te.
مَنْ اَعْرَضَ عَنْهُ فَاِنَّهُ يَحْمِلُ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ وِزْرًاۙ
Kî jî rûyê xwe jê vegerîne bêşik ew ê roja qiyametê gunehekî hilgire.
خَالِد۪ينَ ف۪يهِۜ وَسَٓاءَ لَهُمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ حِمْلًاۙ
Ew di bin wê (barê) de bêdawî bimînin. Ew roja qiyametê ji bo wan çi barekî (hilgirînin) xerab e.
يَوْمَ يُنْفَخُ فِي الصُّورِ وَنَحْشُرُ الْمُجْرِم۪ينَ يَوْمَئِذٍ زُرْقًاۚ
Roja ku di sûrê de tê pifkirin, (ji ber tirsa ku hest dikin û tî bûnê) em wan gunehkarên mucrîm/sûcdar wek reşûşînbûyî (divejînin û) di hizûrê de dicivînin.
يَتَخَافَتُونَ بَيْنَهُمْ اِنْ لَبِثْتُمْ اِلَّا عَشْرًا
Di navbera xwe de wiha pistepistê dikin: “Hûn (li dinyayê) bi tenê deh roj man.”
نَحْنُ اَعْلَمُ بِمَا يَقُولُونَ اِذْ يَقُولُ اَمْثَلُهُمْ طَر۪يقَةً اِنْ لَبِثْتُمْ اِلَّا يَوْمًا۟
Dema ku ew ên rêya wan herî zêde nêzî rastîyê bû wiha gotin: “Hûn (li dinyayê) enceq rojek man.” em bi ya ku digotin herî çêtir dizanin.
وَيَسْـَٔلُونَكَ عَنِ الْجِبَالِ فَقُلْ يَنْسِفُهَا رَبّ۪ي نَسْفًاۙ
Ew ji çiyan ji te dipirsin. Bibêje: “Wê Rabbê min wan hûr û hêra bike û ber ba bixe.”
فَيَذَرُهَا قَاعًا صَفْصَفًاۙ
“Wê cihê wan (çiyan wekî ku qet tu avahî tê de tune be) rast û (wekî ku qet tu heşînahî tune be) rût bike.”
لَا تَرٰى ف۪يهَا عِوَجًا وَلَٓا اَمْتًا
“Tu li wê derê ne xwarîtî/çewtîtî û ne jî kumbalek/pozikek dibînî.
يَوْمَئِذٍ يَتَّبِعُونَ الدَّاعِيَ لَا عِوَجَ لَهُۚ وَخَشَعَتِ الْاَصْوَاتُ لِلرَّحْمٰنِ فَلَا تَسْمَعُ اِلَّا هَمْسًا
Wê rojê dê hemû însan bidin pey (dengê) wî bangevanî. Ji ber (ezameta) Rahmân hemû deng hatine birîn. Ji pistepistê pê ve tu denga seh nakî.
يَوْمَئِذٍ لَا تَنْفَعُ الشَّفَاعَةُ اِلَّا مَنْ اَذِنَ لَهُ الرَّحْمٰنُ وَرَضِيَ لَهُ قَوْلًا
Wê rojê ji xeynî ew ê Rahmân destûr daye wan û ji gotina wan qayîl bûye pê ve şefaeta tu kesî wê feyde nede.
يَعْلَمُ مَا بَيْنَ اَيْد۪يهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ وَلَا يُح۪يطُونَ بِه۪ عِلْمًا
Ew ya li pêşîya wan û ya li dû wan jî dizane. Lê ew bi îlmê xwe nikarin wî dorpêç bikin.
وَعَنَتِ الْوُجُوهُ لِلْحَيِّ الْقَيُّومِۜ وَقَدْ خَابَ مَنْ حَمَلَ ظُلْمًا
Hemû rû ji wî yê (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm re bi zelîltî stuxwar in. Muheqeq ew ên zilim hilgirtine (ew ên bi barê zilmê/şirkê hatine) xisirîne/winda kirine.
وَمَنْ يَعْمَلْ مِنَ الصَّالِحَاتِ وَهُوَ مُؤْمِنٌ فَلَا يَخَافُ ظُلْمًا وَلَا هَضْمًا
Kî jî wek mumîn amelên salih kiribe, ew ji neheqîyê jî û ji binpêkirina heqê xwe jî natirse.
وَكَذٰلِكَ اَنْزَلْنَاهُ قُرْاٰنًا عَرَبِيًّا وَصَرَّفْنَا ف۪يهِ مِنَ الْوَع۪يدِ لَعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ اَوْ يُحْدِثُ لَهُمْ ذِكْرًا
Her wiha me li ser zimanê Erebî ev Qur'an nazil kir. Me tiştên bi xewf in (waîdan/tehdîdan) bi eşkerehî beyan kir, hêvî heye ku xwe biparêzin an jî şîret bigirin.
فَتَعَالَى اللّٰهُ الْمَلِكُ الْحَقُّۚ وَلَا تَعْجَلْ بِالْقُرْاٰنِ مِنْ قَبْلِ اَنْ يُقْضٰٓى اِلَيْكَ وَحْيُهُۘ وَقُلْ رَبِّ زِدْن۪ي عِلْمًا
Ew Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û ( heq û heqîqetê) Haq, berz e/bilind e. Hetanî ji te re wehîya Qur'anê (ku ji te re tê) neqede (ji bo jiberkirina wê) nelezîne! Bibêje: “Rabbê min, îlmê min zêde bike.”
وَلَقَدْ عَهِدْنَٓا اِلٰٓى اٰدَمَ مِنْ قَبْلُ فَنَسِيَ وَلَمْ نَجِدْ لَهُ عَزْمًا۟
Sond be berîya vê (ji bo ji darê nexwe) me ehd dabû Âdem. Lê wî ji bîr kir. Me di wî de (li ser vê ehdê) tu ezm/biryardarî nedît.
وَاِذْ قُلْنَا لِلْمَلٰٓئِكَةِ اسْجُدُوا لِاٰدَمَ فَسَجَدُٓوا اِلَّٓا اِبْل۪يسَۜ اَبٰى
Bi bîr bîne! Me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî Îblîs hemûyan secde kirin. Lê wî, di ber xwe da.
فَقُلْنَا يَٓا اٰدَمُ اِنَّ هٰذَا عَدُوٌّ لَكَ وَلِزَوْجِكَ فَلَا يُخْرِجَنَّكُمَا مِنَ الْجَنَّةِ فَتَشْقٰى
Me got: “Ya Âdem! Bêşik ev (şeytan) ji te û ji jina te re dijmin e. Nebe ku we ji cennetê derxîne! Nexwe tu yê bedbext/bextbireş bibî.
اِنَّ لَكَ اَلَّا تَجُوعَ ف۪يهَا وَلَا تَعْرٰىۙ
“Bêguman li wê derê ji bo te ne birçîbûn heye û ne jî tazîbûn.”
وَاَنَّكَ لَا تَظْمَؤُ۬ا ف۪يهَا وَلَا تَضْحٰى
“Li wê derê tu ne tî dibî û ne jî di bin tavê de dişewitî.”
فَوَسْوَسَ اِلَيْهِ الشَّيْطَانُ قَالَ يَٓا اٰدَمُ هَلْ اَدُلُّكَ عَلٰى شَجَرَةِ الْخُلْدِ وَمُلْكٍ لَا يَبْلٰى
Şeytan weswese da wî û jê re wiha got: “Ya Âdem! Ez ji te re dara sermedîyê/bêdawîtîyê (ku dema bixwî tu yê bibî ji nemiran) û milkê ku naqede nîşanî te bidim?
فَاَكَلَا مِنْهَا فَبَدَتْ لَهُمَا سَوْاٰتُهُمَا وَطَفِقَا يَخْصِفَانِ عَلَيْهِمَا مِنْ وَرَقِ الْجَنَّةِۘ وَعَصٰٓى اٰدَمُ رَبَّهُ فَغَوٰىۖ
(Her duyan jî) jê xwarin û hema cihên eyb/ewretên wan ji wan ve hate xuyakirin. Bi pelên cennetê xwe nixumandin. Âdem, ji Rabbê xwe re îsyan kir û rêya xwe şaş kir.
ثُمَّ اجْتَبٰيهُ رَبُّهُ فَتَابَ عَلَيْهِ وَهَدٰى
Paşê Rabbê wî ew hilbijart û toba wî pejirand û hîdayet kir.
قَالَ اهْبِطَا مِنْهَا جَم۪يعًا بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّۚ فَاِمَّا يَأْتِيَنَّكُمْ مِنّ۪ي هُدًى فَمَنِ اتَّبَعَ هُدَايَ فَلَا يَضِلُّ وَلَا يَشْقٰى
Got: “Hûn hemû wek neyar ji wê derê dakevin (ser rûyê erdê). Wê ji we re hîdayetek ji cem min were. Kî jî bide pey hîdayeta min êdî ew rêşaş û bedbext nabe.
وَمَنْ اَعْرَضَ عَنْ ذِكْر۪ي فَاِنَّ لَهُ مَع۪يشَةً ضَنْكًا وَنَحْشُرُهُ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ اَعْمٰى
“Kî jî ji zikra min (ji Kitêba ku min şandîye) rû vegerîne bêşik ji bo wî jiyaneke teng û tarî heye û em ê wî roja qiyametê wek kor bivejînin/heşir bikin.
قَالَ رَبِّ لِمَ حَشَرْتَن۪ٓي اَعْمٰى وَقَدْ كُنْتُ بَص۪يرًا
(Ew) dibêje: “Rabbê min! Te çima ez kor heşir kirim? Hal ev e ku ez (li dinyayê) yekî bi çav bûm.”
قَالَ كَذٰلِكَ اَتَتْكَ اٰيَاتُنَا فَنَس۪يتَهَاۚ وَكَذٰلِكَ الْيَوْمَ تُنْسٰى
(Allah) wê bibêje: “Va wiha ye! Ayetên me ji te re hatibûn, te ji bîr kirin. Îro tu jî bêyî ji bîr kirin û (di rewşa xwe de bêyî terikandin).”
وَكَذٰلِكَ نَجْز۪ي مَنْ اَسْرَفَ وَلَمْ يُؤْمِنْ بِاٰيَاتِ رَبِّه۪ۜ وَلَعَذَابُ الْاٰخِرَةِ اَشَدُّ وَاَبْقٰى
Em wan ên zêdegavî dikin û îman bi ayetên me naynin jî wiha ceza dikin. Bêguman ezabê axîretê herî dijwartir û mayîndetir e.
اَفَلَمْ يَهْدِ لَهُمْ كَمْ اَهْلَكْنَا قَبْلَهُمْ مِنَ الْقُرُونِ يَمْشُونَ ف۪ي مَسَاكِنِهِمْۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِاُو۬لِي النُّهٰى۟
Berî wan ji alî me ve helakkirina pir qewman jî ew negihandin heqîqetê/hîdayetê? Ew bixwe di navbera avahîyan (wan wêranên ji helakê paş de mane) de digerin (û rêç û şopa helakê dibînin). Bêşik di vê de ji bo aqilmendan ayet hene.
وَلَوْلَا كَلِمَةٌ سَبَقَتْ مِنْ رَبِّكَ لَكَانَ لِزَامًا وَاَجَلٌ مُسَمًّىۜ
Eger ji Rabbê te ve di berê de sozê/hukmê wî demeke diyarkirî nebûya (wê helaka wan) çarenîn/jênerev bûna.
فَاصْبِرْ عَلٰى مَا يَقُولُونَ وَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ قَبْلَ طُلُوعِ الشَّمْسِ وَقَبْلَ غُرُوبِهَاۚ وَمِنْ اٰنَٓائِ الَّيْلِ فَسَبِّحْ وَاَطْرَافَ النَّهَارِ لَعَلَّكَ تَرْضٰى
(Herwiha) tu ji ber gotina wan ve sebir bike! Berî derketina rojê û berî roj biçe ava û hinek ji wextê şevê û di serê (di destpêka) û di binê (di dawîya) rojê de Rabbê xwe tesbîh bike da ku (Rabbê te ji te û tu jî ji Rabbê xwe) qayîl/razî bibî.
وَلَا تَمُدَّنَّ عَيْنَيْكَ اِلٰى مَا مَتَّعْنَا بِه۪ٓ اَزْوَاجًا مِنْهُمْ زَهْرَةَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا لِنَفْتِنَهُمْ ف۪يهِۜ وَرِزْقُ رَبِّكَ خَيْرٌ وَاَبْقٰى
Çavê xwe bernede wê xemla/xweşikîya dinyayê ew a ku me ji bo îmtîhanê daye komekî ji wan! Rizqê Rabbê te herî bi xêrtir û mayîndetir e.
وَأْمُرْ اَهْلَكَ بِالصَّلٰوةِ وَاصْطَبِرْ عَلَيْهَاۜ لَا نَسْـَٔلُكَ رِزْقًاۜ نَحْنُ نَرْزُقُكَۜ وَالْعَاقِبَةُ لِلتَّقْوٰى
Tu emrê nimêjê li ehlê xwe/li malbata xwe bike û tu jî tê de sebirvan/biryardar be. Em ji te riziq naxwazin. Em (in yê ku) riziq didin te. Aqûbet/encama xêrê ji bo Mutteqîyan e. (Ji bo kesên xwedî teqwa ne.)
وَقَالُوا لَوْلَا يَأْت۪ينَا بِاٰيَةٍ مِنْ رَبِّه۪ۜ اَوَلَمْ تَأْتِهِمْ بَيِّنَةُ مَا فِي الصُّحُفِ الْاُولٰى
Gotin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê xwe ayetek/mucîzeyek ji me re bianîya?” Qey ji wan re di suhûfên berê de delîlên eşkera nehatibû?
وَلَوْ اَنَّٓا اَهْلَكْنَاهُمْ بِعَذَابٍ مِنْ قَبْلِه۪ لَقَالُوا رَبَّنَا لَوْلَٓا اَرْسَلْتَ اِلَيْنَا رَسُولًا فَنَتَّبِعَ اٰيَاتِكَ مِنْ قَبْلِ اَنْ نَذِلَّ وَنَخْزٰى
Eger me bi ezabekî berî vêya ew helak bikira, bêşik dê wiha bigotana: “Rabbê me! De hema te ji me re pêxemberek bişanda û berî ku em bi wê (ezabê) zelîl û riswa bibin tabiê ayetên te bibûna.”
قُلْ كُلٌّ مُتَرَبِّصٌ فَتَرَبَّصُواۚ فَسَتَعْلَمُونَ مَنْ اَصْحَابُ الصِّرَاطِ السَّوِيِّ وَمَنِ اهْتَدٰى
Bibêje: “Herkes çavnêrî/raçavî dike! Hûn jî çavnêrî/raçavî bikin (em binêrin). Hûn ê di pêş de bizanibin ka ehlê rêya rast kî ye û yê ku gihîştîye hîdayetê kî ye.”