Vegere Sûreya Tewbe

Tewbeالتوبة

100. Ayet

100Sûreya Tewbe
Di Mushefê de Veke

وَالسَّابِقُونَ الْاَوَّلُونَ مِنَ الْمُهَاجِر۪ينَ وَالْاَنْصَارِ وَالَّذ۪ينَ اتَّبَعُوهُمْ بِاِحْسَانٍۙ رَضِيَ اللّٰهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ وَاَعَدَّ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي تَحْتَهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ ذٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظ۪يمُ

Pêşeng ên ji muhacir û ensar û ew ên ewil û yên li ser îhsanê bûne tabiê wan (hene)! Allah ji wan razî bûye û ew jî ji Allah razî bûne. Allah ji bo wan cennetên di binî de çem diherikin amade kiriye û wê di wir de ebedî bimînin. Xelasîya herî mezin ha ev bixwe ye.

Jêrenot
(Allah (ac), evdên ku ji wan razî ye li ser sê qisma veqetandîye: 1- Muhacir 2- Ensar 3- Ew ên li ser îhsanê/bi xweşî didin pey wan Ji bo ku em mumîn di nav qisma sêyemîn de bin du şert diyar kiriye: 1- Dema ku dîn tê qisekirin û tetbîqkirin divê wek pîvan Muhacir û Ensar bên pejirandin û li gor jîyîna wan vê dînê bijîn. Ev jî enceq di îmâna sehîh û di amelên salih de pîvan û mîsal girtina Muhacir û Ensar pêk tê. (Bnr.2/Baqara, 137) 2. Hezkirina Muhacir û Ensarîyan û rik negirtina ji wan û îstîxfara ji bo wan. (Bnr.59/Haşr, 10))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.