Vegere Sûreya Tewbe

Tewbeالتوبة

109. Ayet

109Sûreya Tewbe
Di Mushefê de Veke

اَفَمَنْ اَسَّسَ بُنْيَانَهُ عَلٰى تَقْوٰى مِنَ اللّٰهِ وَرِضْوَانٍ خَيْرٌ اَمْ مَنْ اَسَّسَ بُنْيَانَهُ عَلٰى شَفَا جُرُفٍ هَارٍ فَانْهَارَ بِه۪ ف۪ي نَارِ جَهَنَّمَۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ

Erê, ma ew kesê ku rikna avahîya/mizgefta xwe li ser teqwa û rizaya Allah çêkiriye bixêr e; an jî ew ê avahîya xwe di kevîya kortalekî de çêkiriye û bi wî re gêrî agirê cehennemê dibe (bixêrtir e)? Allah civaka zaliman hîdayet nake.

Jêrenot
(Ayet, mizgeftên li ser rûyê erdê wek “Teqwa” û “Dirar” veqetandîye du qisima. Mescîdên Teqwayê avahîyên wisan in ku; di wan de bitenê ji Allah (ac) re evdîtî tê kirin û qet tu tiştek ji Allah re şerîk nayê çêkirin (9/Tewbe, 107-109) û bitenê navê Allah (ac) tê zikirkirin û tazîm dibe (24/Nûr, 36) û di navê de wehîy tê xwendin ku ew nûr û hîdayeta Allah e (24/Nûr, 35) û di wan mescîdan de kesên mumîn ji qirêjên dinyayê pak û paqij dibin (24/Nûr, 37). Mescîdû’d Dirar jî avahîyên wisan in ku; ji bo zerarê bide mumînan û kufr belav bibe û ûmmeta mumînan parçe bibe û ew der bibe qerargeha wan mucrîmên ku li dij Allah û Rasûlê wî şer danîne hatine avakirin û bi navê “Mescîd” binav bûne. Îro ew pergalên ku qanûnên Allah ji merîyetê rakirine û neyartîya tewhîdê û muwahhîdan dikin û dixwazin zen û xûrafeyan û menqîbeyan bikin çavkanîya dîn, ji alîyekî ve li dijî îslâmê şer datînin û li alîyê din jî bi israr mescîdan ava dikin. Li ser vê mijarê divê baş bê fikirîn.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

109- Yapısını Allah korkusu ve hoşnutluğu temeli üzerine kuran mı hayırlıdır, yoksa yapısını kaymak üzere olan bir yarın kendi üzerinde kurup da o yarla birlikte cehenneme kayan kimse mi hayırlıdır? Allah zalimler güruhunu doğru yola iletmez.