Vegere Sûreya Yûnus

Yûnusيونس

18. Ayet

18Sûreya Yûnus
Di Mushefê de Veke

وَيَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ مَا لَا يَضُرُّهُمْ وَلَا يَنْفَعُهُمْ وَيَقُولُونَ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ شُفَعَٓاؤُ۬نَا عِنْدَ اللّٰهِۜ قُلْ اَتُنَبِّؤُ۫نَ اللّٰهَ بِمَا لَا يَعْلَمُ فِي السَّمٰوَاتِ وَلَا فِي الْاَرْضِۜ سُبْحَانَهُ وَتَعَالٰى عَمَّا يُشْرِكُونَ

Ew dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku feyde û zerar nagihîje wan re îbadet dikin û (wiha) dibêjin: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” Bibêje: “(Allah, îbadeta ji van heyînan re teqez meşrû nekiriye û rayeya şefaetê nedaye wan. Digel vê bi van îdîayan) hûn agahîya tiştê li erd û esmanan ku Allah bi wan ne xeberdar e didin?” Ew (Allah), ji wan tiştên ku jê re şirîk çêdikin munezzeh û herî bilind e.

Jêrenot
(Kesên muşrîk, bi awayê lêhatî Allah (ac) nasnakin û tazîmê jî lê nakin. Ji ber ku ne bi agahîyên sipartîye wehîyê nasdikin Wî (ac), dişibînin midûrê şirketekî an jî hikumdarê welatekî. Xwedî ramaneke wisan in ku; ragihandina heyînên xwedî cîrewş/cîder enceq bi wasita navincan/navberan mimkûn e. Ji ber vê yekê ew jî hin heyînan di navbera xwe û Allah (ac) de wek şefaetvan tayin dikin. Hal ev e ku Allah (ac) rayeyekî wisa ne daye tu kesî û qet tu heyînekî di navbera xwe û evdên xwe de nekiriye navbeynkar. (Bnr.2/ Baqara, 186; 5/Maîde, 35; 34/Sebe, 22-23))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.