Sure 10

Sûreya Yûnus

Mekke109 ayetYûnus

يونس
Der barê Sûreyê de

Sûreya Yûnus, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û neh (109) ayet e. Di Qur’anê de sûreya dehemîn e. Îsbata aqîdeya tewhîdê û di berdêla wî de hedimandina şirkê û ligel vê îsbata pêxembertîyê û vejîna piştî mirinê û mucazat û mikâfata li axîretê di sûreya Yûnus de mijarên herî giring in. Ev mijarên hanê bi giştî mijarên sûreyên Mekkî ne. Di sûreyê de bal tê kişandin ku rahmeta Allah (ac) ji xezeba wî borîye. Allah (ac) erd û esman xuliqandîye û teserrûfa kaînatê di destê wî de ye. Di ayeta 98. de îşareta vê heqîqetê tê kirin; qewmek piştî ku ew ezaba li ser wan heq bûye dibînin, êdî piştî wê qet tu feydeya îman anîna wan nabe. Lê qewmê Yûnus, ji ber ku berîya ezab li ser wan dakeve îman anîbûn ew ne tê de ne. Sûre jî navê xwe ji vê bûyera qewmê Yûnus girtîye.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

الٓرٰ۠ تِلْكَ اٰيَاتُ الْكِتَابِ الْحَك۪يمِ

Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên Kitêba bi hukim/hikmet dagirtî ne.

اَكَانَ لِلنَّاسِ عَجَبًا اَنْ اَوْحَيْنَٓا اِلٰى رَجُلٍ مِنْهُمْ اَنْ اَنْذِرِ النَّاسَ وَبَشِّرِ الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَنَّ لَهُمْ قَدَمَ صِدْقٍ عِنْدَ رَبِّهِمْۜ قَالَ الْكَافِرُونَ اِنَّ هٰذَا لَسَاحِرٌ مُب۪ينٌ

(Çi balkêş!) Qey ji mirovan re ecêb hatîye? Ji ber ku me zilamekî ji nava wan re wehîy kiriye û qotîye: “Însanan hişyar bike û mizgînê bide mumînan ku bi rastî ji wan re li bal Rabbê wan meqamên mezin hene.” Kafiran gotin: “Bêguman ev sêhrbazekî eşkere ye.”

اِنَّ رَبَّكُمُ اللّٰهُ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِ يُدَبِّرُ الْاَمْرَۜ مَا مِنْ شَف۪يعٍ اِلَّا مِنْ بَعْدِ اِذْنِه۪ۜ ذٰلِكُمُ اللّٰهُ رَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُۜ اَفَلَا تَذَكَّرُونَ

Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?

اِلَيْهِ مَرْجِعُكُمْ جَم۪يعًاۜ وَعْدَ اللّٰهِ حَقًّاۜ اِنَّهُ يَبْدَؤُا الْخَلْقَ ثُمَّ يُع۪يدُهُ لِيَجْزِيَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ بِالْقِسْطِۜ وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَهُمْ شَرَابٌ مِنْ حَم۪يمٍ وَعَذَابٌ اَل۪يمٌ بِمَا كَانُوا يَكْفُرُونَ

Vegera we hemûyan bi bal wî (Allah) ve ye. Weada Allah heq e. Ew (Allah) dest bi xuliqandinê dike, paşê ji bo ku bi edaletî mikafata wan bide wan, (piştî mirinê) ew ên ku îmân anîne û amelên salih kirine (divejîne û) dixuliqîne ew e. Ew ên kafir jî ji ber ku bûne kafir ji wan re ji ava kelandî vexwarinek û ezabeke biêş û jan heye.

هُوَ الَّذ۪ي جَعَلَ الشَّمْسَ ضِيَٓاءً وَالْقَمَرَ نُورًا وَقَدَّرَهُ مَنَازِلَ لِتَعْلَمُوا عَدَدَ السِّن۪ينَ وَالْحِسَابَۜ مَا خَلَقَ اللّٰهُ ذٰلِكَ اِلَّا بِالْحَقِّۜ يُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ

Ew ê ku roj kiriye ronîker û hîv kiriye ronahî û ji bo ku hûn hejmarên salan û hisaban bizanibin ji hîvê re menzil/qonax tayin kiriye ew e. Allah, ev hemû (ji bo elameta hebûn û yekbûn û qudreta xwe) bi heqîyê xuliqandîye. Ew ji bo qewmeke zana re ayetên xwe wisa bi teferûet beyan dike.

Jêrenot
(Ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî/kitekitbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)

اِنَّ فِي اخْتِلَافِ الَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَمَا خَلَقَ اللّٰهُ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَّقُونَ

Bêguman di guherandina şev û rojê de û di tiştên ku Allah li erd û esmanan xuliqandîye de ji bo qewmekî ku xwe biparêze ayetên/delîlên (ku delaleta/rênîşanîya hêz û ezameta Allah dikin) heye.

Jêrenot

Kur’ân’ın mufassal/detaylandırılmış bir kitap olmasının hikmetleri için bk. 6/En’âm, 55

إِنَّ ٱلَّذِينَ لَا يَرْجُونَ لِقَآءَنَا وَرَضُوا۟ بِٱلْحَيَوٰةِ ٱلدُّنْيَا وَٱطْمَأَنُّوا۟ بِهَا وَٱلَّذِينَ هُمْ عَنْ ءَايَـٰتِنَا غَـٰفِلُونَ

Ew ên hêvî nakin ku wê rastî me bên û ew ên bi heyata dinyayê qayîl bûne û xwe pê ve girêdane û ew ên haya wan ji ayetê me tunin (hene)...

أُو۟لَـٰٓئِكَ مَأْوَىٰهُمُ ٱلنَّارُ بِمَا كَانُوا۟ يَكْسِبُونَ

Bêguman yên wisan, ji ber amelên (gunehên) ku kirine warê wan agirê cehennemê ye.

اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ يَهْد۪يهِمْ رَبُّهُمْ بِا۪يمَانِهِمْۚ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهِمُ الْاَنْهَارُ ف۪ي جَنَّاتِ النَّع۪يمِ

Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî; wê Rabbê wan ji ber îmana wan ve wan digihîjînê hîdayetê û ber bi cennetên Naîm ve ku di binê wan de çem diherikin.

Tefsîrên Sûreya Yûnus

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.