21Sûreya Yûnus
وَاِذَٓا اَذَقْنَا النَّاسَ رَحْمَةً مِنْ بَعْدِ ضَرَّٓاءَ مَسَّتْهُمْ اِذَا لَهُمْ مَكْرٌ ف۪ٓي اٰيَاتِنَاۜ قُلِ اللّٰهُ اَسْرَعُ مَكْرًاۜ اِنَّ رُسُلَنَا يَكْتُبُونَ مَا تَمْكُرُونَ
Di piştî tengezarîya ku tê serê însanan, dema em rahmetekê bi wan ditamînin, tu dibînî ku li hemberî ayetên me de di nav kemînan de ne. Bibêje: “Allah, (ji bo xerakirina kemînên we) di kemîn çêkerîyê de lezgîntir e.” Bêguman qasidên me/melâîketên me, kemînên ku we danîne dinivîsin.
Jêrenot
((Hin mîsalên) li dij ayetên Allah (ac) kemîn danîna însanên ji tengezarîyê xelas bûyî; derewandina alîkarîya Allah (ac) û tinazkarîya wî û alîkarîya ku ji Allah (ac) hatîye ne jê bizanibe û nisbetê hinekên din bike û muweffeqîyeta di tiştekî de bitenê wek encama keda xwe bizanibe û dema musîbetan de wekî ku îmân bi Allah (ac) anîbe lê çi wextê bigjhîje rihetîyê Allah (ac) ji bîr bike. (Bnr.10/Yûnus, 12; 11/Hûd, 9-10; 17/Îsra, 83; 39/ Zûmer, 8; 41/Fussîlet, 49-50))