64Sûreya Yûnus
لَهُمُ الْبُشْرٰى فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَفِي الْاٰخِرَةِۜ لَا تَبْد۪يلَ لِكَلِمَاتِ اللّٰهِۜ ذٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظ۪يمُۜ
Di heyata dinyayê de jî û li axîretê jî mizgînî ji wan re ye. Di gotinên/di hukmên Allah de qet guherîn tune. Ha, xelasîya mezin ev bixwe ye.
Jêrenot
(Têgeha/qewrama “Welîyullah/Dostê Allah” têgeheke Qur'anê ye, lê ji terefê însanan ve herî zêde hatîye texrîf kirin. Hin kesên ku Kitêb û sunnet a ku Qur'anê rave dike, avêtine pişta guhê xwe û dînê xwe bi rawêjan/bi sawan û bi zenna û bi menqîbeyan/bi hîkayatan û bi xûrafeyan hîn dibin li cem xwe wiha difikirin ku; ew kesên navê wan dostê Allah/welîyê Xwedê ne ewana bi ayînên kevneşopî ya bi taybet û nepen/xafî hatine pîrozandin û hin rêbazên wiha bikar tînin ku bitenê pir kêm însan bi vê dizanin û bi alemên cuda re di têkilîyê de ne. Ev ayeta pîroz; bi awayekî apaşkere bi me dide zanîn ku ‘Dostê Allah/Welîyullah’ kî ne: Kesên ku îmân bi Allah anîye û xwedî teqwa ye û xwe jê diparêze ha ew bixwe welîyullah e, dostê Allah e. Her mumînek, bi qasî îmân û teqwa xwe ji vê welayetê/ji vê dostanîyê dibe xwedî par. Tesewwura “Dostê Allah” ku me di rêzên jor de teqdîm kir; ew kesên wekî sêhrbaz û falavêj û erraf û rêşaşên weke van ku li hemberî îslâmê nikarin qet tu heyînekî nîşan bidin, xebata wan e da ku bi têgeha “Dostê Allah” bikaribin xwe di nav civaka îslâmê de bigirin.)