71Sûreya Yûnus
وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَاَ نُوحٍۢ اِذْ قَالَ لِقَوْمِه۪ يَا قَوْمِ اِنْ كَانَ كَبُرَ عَلَيْكُمْ مَقَام۪ي وَتَذْك۪ير۪ي بِاٰيَاتِ اللّٰهِ فَعَلَى اللّٰهِ تَوَكَّلْتُ فَاَجْمِعُٓوا اَمْرَكُمْ وَشُرَكَٓاءَكُمْ ثُمَّ لَا يَكُنْ اَمْرُكُمْ عَلَيْكُمْ غُمَّةً ثُمَّ اقْضُٓوا اِلَيَّ وَلَا تُنْظِرُونِ
Ji wan re xebera Nûh bixwîne. Bi bîr bîne ku wî ji qewmê xwe re (wiha) gotibû: “Gelî qewmê min! Eger mayîna min di nav we de û şîreta min a bi ayetên Allah bi we giran bê, bizanibin ku min xwe sipartîye Allah. Êdî hûn û şirîkên xwe li hev bicivin û (der heqê min de) qerara xwe bidin. (Karên ku hûn der heqê min de bikin) bila ji we re nebe derd. Paşê qet nesekinin û qerara xwe li ser min tetbîq bikin/çav li min venekin.”
Jêrenot
(Ji bo helwesta îmanî ya li hemberî tehdîdên ehlê şirkê bnr. 6/En’am, 82.)