Vegere Sûreya Yûsuf

Yûsufيوسف

108. Ayet

108Sûreya Yûsuf
Di Mushefê de Veke

قُلْ هٰذِه۪ سَب۪يل۪ٓي اَدْعُٓوا اِلَى اللّٰهِ عَلٰى بَص۪يرَةٍ اَنَا۬ وَمَنِ اتَّبَعَن۪يۜ وَسُبْحَانَ اللّٰهِ وَمَٓا اَنَا۬ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ

Bibêje: “Ha ev rêya min (a yekane/fer) e. Ez û peyrevên min (bi zanîna ji çi re û ji bo çi û bi çi awayî û bibername û birêkûpêk) li ser besîretê dawetî Allah dikin. Em Allah ji hemû kêmasîyan tenzîh dikin. Ez ne ji muşrîkan im.”

Jêrenot
(Ev ayet, di dawetê de esasên bingehîn yên li gor rêbaza nebewî têxe holê: a. Dawet bi tenê ji Allah re ye. b. Ne bitenê pêxember, ew kesên peyrevê wan in jî bi dawetê mesûl in. c. Dawet; ne kiryarekî/fiêlekî ketober û rasthatî û bê program e. Bilekîs çalakîyekî wisan e ku li ser besîretê pêk tê. d. Di dawîya dawetê de divê ev heqîqetên hanê derkevin holê ku; kesên mumîn qet tu tiştî ji Allah re şirîk çênakin û ji qewmê muşrîk dûr û berî ne. Dawetên ku ne n van taybetîyan bin ne dawetên nebewî ne.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.