Sure 12

Sûreya Yûsuf

Mekke111 ayetYûsuf

يوسف
Der barê Sûreyê de

Sûreya Yûsuf, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û yanzdeh (111) ayet e. Di Qur’anê de sûreya dozdehem e. Ji ber ku ji destpêkê hetanî dawîyê behsa qiseya Yûsuf (as) dike ev sûre bi navê sûreya Yûsuf hatîye navandin. Ev sûre di naveroka xwe de, li ser mînaka sebra Yûsuf (as) ji bo mûmînan şîretên gelek sûdmend vedihewîne. Di wan sûreyên berê de qiseyên pêxemberên cihêreng hatîye vegotin. Lê ev sûre bitenê qiseya Yûsuf (as) kiriye mijar.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

الٓرٰ۠ تِلْكَ اٰيَاتُ الْكِتَابِ الْمُب۪ينِ۠

Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên Kitêba ronak/eşkere ne.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّٓا اَنْزَلْنَاهُ قُرْءٰنًا عَرَبِيًّا لَعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَ

Bêguman ji bo ku hûn têbigihîjin/baş fêm bikin me ev Qur'an bi Erebî nazil kir

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

نَحْنُ نَقُصُّ عَلَيْكَ اَحْسَنَ الْقَصَصِ بِمَٓا اَوْحَيْنَٓا اِلَيْكَ هٰذَا الْقُرْاٰنَۗ وَاِنْ كُنْتَ مِنْ قَبْلِه۪ لَمِنَ الْغَافِل۪ينَ

Bi wehîykirina (bi wesîleya) vê Qur'anê em ji qiseyan ya herî xweşik dibêjin. (Hal ev e ku) bêşik tu berê de ji van (qiseyan) bêxeber bûyî.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِذْ قَالَ يُوسُفُ لِاَب۪يهِ يَٓا اَبَتِ اِنّ۪ي رَاَيْتُ اَحَدَ عَشَرَ كَوْكَبًا وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ رَاَيْتُهُمْ ل۪ي سَاجِد۪ينَ

(Bi bîr bînin!) Dema Yûsuf ji bavê xwe re gotibû: “Bavê min! Min (di xewna xwe de) yanzdeh stêrk û roj û hîv dît. (Belê,) min dît ku wan ji min re secde dikirin.”

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

قَالَ يَا بُنَيَّ لَا تَقْصُصْ رُءْيَاكَ عَلٰٓى اِخْوَتِكَ فَيَك۪يدُوا لَكَ كَيْدًاۜ اِنَّ الشَّيْطَانَ لِلْاِنْسَانِ عَدُوٌّ مُب۪ينٌ

Got: “Kurê min! Nebe ku tu xewna xwe ji birayên xwe re bibêjî! (Ji ber ku wê fezîleta te bihesidin û zerar bidin te, ji bo te) wê kemînek deynin. Lewre şeytan ji bo însan dijminekî vikîvekirî ye.”

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَكَذٰلِكَ يَجْتَب۪يكَ رَبُّكَ وَيُعَلِّمُكَ مِنْ تَأْو۪يلِ الْاَحَاد۪يثِ وَيُتِمُّ نِعْمَتَهُ عَلَيْكَ وَعَلٰٓى اٰلِ يَعْقُوبَ كَمَٓا اَتَمَّهَا عَلٰٓى اَبَوَيْكَ مِنْ قَبْلُ اِبْرٰه۪يمَ وَاِسْحٰقَۜ اِنَّ رَبَّكَ عَل۪يمٌ حَك۪يمٌ۟

“Bi vî awayî wê Rabbê te, dê te hilbijêre û ravekirina gotinan/xewnan hînî te bike û wê (nîmeta xwe) wekî ku di berê de li her du kalikên te Îbrahîm û Îshaq temam kiribû wê nîmeta xwe li ser te û li ser malbata Yaqûb jî temam bike. Bêguman Rabbê te (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَقَدْ كَانَ ف۪ي يُوسُفَ وَاِخْوَتِه۪ٓ اٰيَاتٌ لِلسَّٓائِل۪ينَ

Sond be, (di qiseya) Yûsuf û birayên wî de ji kesên heqîqetê lêdikolin re ayet (şîretên honawer/îbretamîz) hene.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِذْ قَالُوا لَيُوسُفُ وَاَخُوهُ اَحَبُّ اِلٰٓى اَب۪ينَا مِنَّا وَنَحْنُ عُصْبَةٌۜ اِنَّ اَبَانَا لَف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍۚ

Wê demê (birayên Yûsuf) gotin: “Digel ku em civateke bi hêz in, Yûsuf û birayê wî li cem bavê me gûzîde ne (ji me pirtir hez wan dike). Bi rastî bavê me di nava şaşîtîyeke eşkere de ye.”

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اُقْتُلُوا يُوسُفَ اَوِ اطْرَحُوهُ اَرْضًا يَخْلُ لَكُمْ وَجْهُ اَب۪يكُمْ وَتَكُونُوا مِنْ بَعْدِه۪ قَوْمًا صَالِح۪ينَ

“Yûsuf bikujin an jî wî bavêjin cihekî (dûr/xewle). (Her wiha bavê we wî nabîne û) rûyê (hezkirina) wî dê li we vegere. (Êdî wê bi we eleqedar bibe.) Paşê (hûn tobe bikin û rewşa xwe sererast bikin û) bibin civateke salih.”