Vegere Sûreya Yûsuf

Yûsufيوسف

76. Ayet

76Sûreya Yûsuf
Di Mushefê de Veke

فَبَدَاَ بِاَوْعِيَتِهِمْ قَبْلَ وِعَٓاءِ اَخ۪يهِ ثُمَّ اسْتَخْرَجَهَا مِنْ وِعَٓاءِ اَخ۪يهِۜ كَذٰلِكَ كِدْنَا لِيُوسُفَۜ مَا كَانَ لِيَأْخُذَ اَخَاهُ ف۪ي د۪ينِ الْمَلِكِ اِلَّٓا اَنْ يَشَٓاءَ اللّٰهُۜ نَرْفَعُ دَرَجَاتٍ مَنْ نَشَٓاءُۜ وَفَوْقَ كُلِّ ذ۪ي عِلْمٍ عَل۪يمٌ

Berî barê birayê xwe dest bi lêgerîna barê wan kir. Paşê (tasa avê) di nava barê birayê xwe de derxist. Me ji Yûsuf re tedbîreke bi vî awayî amade kiribû. Daxwaza Allah ne tê de, li gor dînê Hikumdar (li gor qanûnên rewacdar) nikarîbû birayê xwe li cem xwe bigirta. Em ji kî re bixwazin dereceyên wî bilind dikin. Teqez di ser her zanayekî re yekî jê zanatir heye.

Jêrenot
(Allah (ac) zagon û makeqanûna Hikumdar wek “dîn” binav kiriye. Lewre ji maneyên peyva “dîn” yek jî ev e; tevahîya qaîde û qanûnan e ku jiyana însanan a ferdî û civakî sererast dike. Divê kesê mumîn li vêya pir dîqat bike ka jiyana xwe li gor kîjan qanûnan tenzîm dike û li ser kîjan qanûnan dengê xwe/raya xwe dide. Lewre her qanûna ku dipejirîne û jiyana xwe li gor wê sererast dike, êdî di heman demê de dibe dînê wî. Ji xeynî dînê îslâmê ku hemû qanûn û qaîdeyên wê ji terefê Rabbê aleman ve hatîye diyarkirin pê ve li îndallah/li cem Allah qet ne meqbûl e. Hemû îdeolojîyên beşerî di vê çarçovê de her yekê ji wan dîn in û di mijara rayeya zagonsazî û hakimîyetê de li dij Allah berberîyê dikin. Di nava van dînên beşerî de ya herî talûke/xetere bêguman demokrasî ye. Lewre demokrasî bi dirûşmên/sloganên xemilandî û vegotinên nava wan vala pirên însanan ji hêla wan a zeîf de digire û bi vê wehma qaşo ew xwe bixwe îdare dikin re qelebalixên mirovan bi sêhrê dikevin. Ya ji vê herî talûketir jî ev e; ramyarên/sîyasetmedarên xwe nisbetê îslâmê dikin dixwazin ew demokrasîya ku di eslê xwe de ji îslâmê vediqete û qet ne mimkûn e ku (demokrasî û îslâm) li hev bên, daxwaz dikin ku vê îdîaya xwe bi qiseya Yûsuf (as) meşrû bikin. Kesên ramyar/sîyasetmedar, ji ber ku Yûsuf (as) li cem Hikumdar wezaret kiriye vê îdîayê didin pêş ku muwahhîdên îro jî dê bikaribin di pergalên demokratîk de cih bigirin. Hal ev e ku, çawa ji ayetê fêm dibe Yûsuf (as) karûbarên xwe ne li gorî qanûnên Hikumdar dikir, li gorî şerîeta Yaqûb (as) pêk dianî. Allah (ac) di ayeta 56. a vê sûreyê de ev heqîqet nîşanî me daye û beyan kiriye ku Yûsuf (as) xwedîyê desthilatîyekî/îqtîdarekî wisa bû ku li erda Misrê li gor daxwaza xwe tevdigerîya. Lê demokratên îro di nav odeyên xwe yên şexsî de jî nikarin ji rêwerz/talîmat/dîrektîf û wezîfe û rayeyên wek zagonî û makeqanûnî diyarkirî ne derkevin. Di dîrokê de du car bêbextî li Yûsuf (as) hatîye kirin. Bêbextîya ewil, ya jina Ezîz û jinên pê re bûn. Bêbextîya duyem jî ya demokratan e. Ji ber wehameta wê û ji hêla encamên wê ya axîretê ve bêguman ev bêbextîya duyemîn herî kirêttir e û bi tu awayî nayê pejirandin.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

76- Yusuf, öz kardeşinin valizinden önce üvey kardeşlerinin valizlerini aradı, sonra tası öz kardeşinin valizinden çıkardı. Biz Yusuf'a böyle bir plana başvurmayı ilham ettik. Çünkü kralın yasalarına göre kardeşini alıkoyamazdı. Meğer ki, Allah bu alıkonmayı dilemiş olsun. Biz dilediğimiz kimsenin derecelerini yükseltiriz. Her bilenden daha üstün bir bilgin vardır.