56Sûreya Zâriyât
وَمَا خَلَقْتُ الْجِنَّ وَالْاِنْسَ اِلَّا لِيَعْبُدُونِ
Bitenê ji bo ku îbadet li min bikin, min cin û însan xuliqandin.
Jêrenot
(Meqseda xuliqandina însan tewhîd e. Tewhîd jî evdîtîya Allah (ac) û yekgirtina wî ya di îbadetê de ye. Tewhîd ew e ku; mirov nimêj û rojî û qurban û îbadetên xwe bi tenê ji Allah (ac) re bike û jiyana xwe bi tevahî li gor şerîeta Allah (ac) sererast bike û sitû ji emr û qanûnên wî re xwar bike. (Bnr. 1/Fatîhe, 5) Ji ber ku meqseda hebûna kesê mûmîn tewhîd e, divê ji bo wî rojeva serekîn û neguhêrbar jî herûdaîm tewhîd be. (Wekî din bnr. 38/Sâd, 27))