Sure 51

Sûreya Zâriyât

Mekke60 ayetYên Toz Belav Dikin

الذاريات
Der barê Sûreyê de

Sûreya Zâriyât, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û şêst (60) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û yekemîn e. Navê xwe ji peyva “Zâriyât” distîne ku ew jî di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya “ba” ya ku dide ber xwe û radike dibe. Sûreya Zâriyât li ser sê esasên îslamê disekine ku ew jî wehdanîyeta Allah (ac) û jiyana axîretê û rîsalet e. Pêkhatina roja qiyametê û rewşa kesên mûmîn û qiseya Mûsa (as) û Îbrahîm (as) pêxember û rewş û aqûbeta qewmên Ad û Semûd û qewmê Nûh (as) û kesên zilimkar jî ji mijarên sûreya Zâriyât in.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالذَّارِيَاتِ ذَرْوًاۙ

Bi wê (bayên ku) toz û dûman serûbinî hev dikin,

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَالْجَارِيَاتِ يُسْرًاۙ

Bi (barbirên/wesaîtên) bi hêsanî diherikin,

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَالْمُقَسِّمَاتِ اَمْرًاۙ

Bi wan (melaîket) ên îşan/karan parve dikin re sond be.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّمَا تُوعَدُونَ لَصَادِقٌۙ

Bêguman ya ku li we hatîye weadkirin heq û rast e.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِنَّ الدّ۪ينَ لَوَاقِعٌۜ

Qet tu guman tune ku dîn/hisab muheqeq wê pêk bê.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالسَّمَٓاءِ ذَاتِ الْحُبُكِۙ

Sond bi wê esmana ku (bi rêgeh û stêrk û bilindahîya bê sitûn) rewnaq/dilkêş e.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّكُمْ لَف۪ي قَوْلٍ مُخْتَلِفٍۙ

Hûn (li dij pêxember û Quranê de) di nav gotinên hevnegirtî û nakokî de ne.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يُؤْفَكُ عَنْهُ مَنْ اُفِكَۜ

Ew ê (ji îmanê hatîye mehrûm kirin) jê tê vegerandin.