Vegere Sûreya Zûxrûf

Zûxrûfالزخرف

23. Ayet

23Sûreya Zûxrûf
Di Mushefê de Veke

وَكَذٰلِكَ مَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ ف۪ي قَرْيَةٍ مِنْ نَذ۪يرٍ اِلَّا قَالَ مُتْرَفُوهَٓاۙ اِنَّا وَجَدْنَٓا اٰبَٓاءَنَا عَلٰٓى اُمَّةٍ وَاِنَّا عَلٰٓى اٰثَارِهِمْ مُقْتَدُونَ

Me berîya te jî çi wext ji welatekî re hişyarkerekî şandibe teqez rûgêrên wê derê ku di nava kamranîyê de dijîn wiha gotin: “Bêguman me bavên xwe li ser dînekî dît û em jî li ser şopa wan in.”

Jêrenot
(Xwedî derketina kesên giregir ku di nava xweşî û dewlemendîyê de dijîn û dev ji dînê bavûkalên xwe bernadin ji ber vê ye: Ew kesên daxwaz dikin ku rêveberîya gel di destên xwe de bigirin û bibin xwedî îmtîyaz/servedarî, qet naxwazin ku ji bo heqîqetê pîvaneke sabit hebe; xwe bi pîvanên muxleq/nediyar ve digirin. Dema ku bixwazin tiştekî li ser civakê bisêpînin/ferzbikin wiha dibêjin: “Bavûkalên me jî wisan dikirin.” An “Em bavûkalên xwe dişopînin.” Bi vî awayî bavûkalên xwe wek sipartek nîşan didin. Lewre “Bavûkalan” herî baş ew nas dikin û bi civakê jî dinasînin. Bi vê servedarîyê, bilxese qelsên civakê bê pirsgirêk birêve dibin.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

23- İşte böyle senden önce hangi memlekete uyarıcı gönderdiysek, mutlaka oranın ileri gelen zenginleri: "Biz babalarımızı bir din üzerinde bulduk, biz de onların izlerine uyarız" dediler.