﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke89 ayetXemil
Sûreya Zûxrûf, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heştê û neh (89) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û sêyemîn e. Zûxrûf, tê ser maneya xemlan/zînetan. Peyva Zûxrûf di ayeta 35. de dibore û sûre jî navê xwe jê girtîye. Sebebê vê navandinê jî ev e: Allah (ac) ne li gorî Zûxrûfên/Zînetên wan, berevajî li gorî aqîde û amelên wan rûmet dide însanan. Di sûreyê de mijarên Erş û Rahmân û ji pêxemberan Îsa û Mûsa (as) û Firewn û roja Qiyametê tên vegotin. Herwisa behsa ehlê cehennemê û axaftina wan ya bi Malik (bekçîyê cehennemê) rê tê kirin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
حٰمٓۜ
Hâ, Mîm.
وَالْكِتَابِ الْمُب۪ينِۙ
Sond be bi wê Kitêba vikîvekirî/raveker ku;
اِنَّا جَعَلْنَاهُ قُرْءٰنًا عَرَبِيًّا لَعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَۚ
Ji bo ku hûn aqil bigirin me ew kir Kitêbeke Erebî.
وَاِنَّهُ ف۪ٓي اُمِّ الْكِتَابِ لَدَيْنَا لَعَلِيٌّ حَك۪يمٌۜ
Qet tu guman tune ew, Kitêbek e ku di Kitêba bingehîn ya li cem me (Lewhu’l Mahfûz) de qedirbilind û xwedî hikmet e.
اَفَنَضْرِبُ عَنْكُمُ الذِّكْرَ صَفْحًا اَنْ كُنْتُمْ قَوْمًا مُسْرِف۪ينَ
Ji ber ku hûn qewmekî ji hedê xwe borîne, ma em dev ji hişyarîya we ya bi zikrê/bi Qur'anê berdin?
وَكَمْ اَرْسَلْنَا مِنْ نَبِيٍّ فِي الْاَوَّل۪ينَ
Lê me di navbera wan ên berê de jî gelek pêxember şandine.
وَمَا يَأْت۪يهِمْ مِنْ نَبِيٍّ اِلَّا كَانُوا بِه۪ يَسْتَهْزِؤُ۫نَ
Çi dema ji wan re pêxember dihat, muheqeq wan tinazên xwe pê dikirin.
فَاَهْلَكْنَٓا اَشَدَّ مِنْهُمْ بَطْشًا وَمَضٰى مَثَلُ الْاَوَّل۪ينَ
Me ew ên ji alî hêzê ve ji wan (Mekkîyan) serdesttir bûn jî helak kirin. Mînaka wan ên berê (di Kitêb de) borîye.
وَلَئِنْ سَاَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ لَيَقُولُنَّ خَلَقَهُنَّ الْعَز۪يزُ الْعَل۪يمُۙ
Eger tu ji wan bipirsî: “Erd û esman kî xuliqandîye?” teqez wê bibêjin: “Ew ê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm, wan xuliqandîye.”
اَلَّذ۪ي جَعَلَ لَكُمُ الْاَرْضَ مَهْدًا وَجَعَلَ لَكُمْ ف۪يهَا سُبُلًا لَعَلَّكُمْ تَهْتَدُونَۚ
Ew (Allah) e ku; erd ji we re kiriye binrax/doşek û ji bo ku hûn bigihîjin (armanca xwe) rêyan heyî kir.
وَالَّذ۪ي نَزَّلَ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً بِقَدَرٍۚ فَاَنْشَرْنَا بِه۪ بَلْدَةً مَيْتًاۚ كَذٰلِكَ تُخْرَجُونَ
Ew (Allah) e ku; ji ewran bi pîvaneke diyar av daxist. Me bi wê, welatekî mirî vejand. Hûn ê jî ha wisan (ji gorên xwe) bên derxistin.
وَالَّذ۪ي خَلَقَ الْاَزْوَاجَ كُلَّهَا وَجَعَلَ لَكُمْ مِنَ الْفُلْكِ وَالْاَنْعَامِ مَا تَرْكَبُونَۙ
Ew (Allah) ku; hemû cotan xuliqandîye û ji keştîyan û heywanan (siwareyên ku) hûn ê lê siwar bibin heyî kir.
لِتَسْتَوُ۫ا عَلٰى ظُهُورِه۪ ثُمَّ تَذْكُرُوا نِعْمَةَ رَبِّكُمْ اِذَا اسْتَوَيْتُمْ عَلَيْهِ وَتَقُولُوا سُبْحَانَ الَّذ۪ي سَخَّرَ لَنَا هٰذَا وَمَا كُنَّا لَهُ مُقْرِن۪ينَۙ
Ji bo ku hûn li pişta wan siwar bibin û paşê dema hûn bi cih bûn nîmetên Rabbê xwe bi bîr bînin (û wiha bibêjin:) “Ew Allahê ku ev daye bin xizmeta me ji hemû kêmasîyan munezzeh e. (Nexwe) quweta me nedigihîşte vê.”
وَاِنَّٓا اِلٰى رَبِّنَا لَمُنْقَلِبُونَ
(Ji bo ku hûn bêjin:) “Û bêguman em ê bi bal Rabbê xwe ve bên vegerandin.”
وَجَعَلُوا لَهُ مِنْ عِبَادِه۪ جُزْءًاۜ اِنَّ الْاِنْسَانَ لَكَفُورٌ مُب۪ينٌۜ
(Digel ev qas nîmetên wî) komek ji evdên wî (Allah) rabûn li cem xwe hukim dan ku parçeyekî wî/zarokê wî heye. Qet tu guman tune ku însan, nankorekî vikîvekirî ye.
اَمِ اتَّخَذَ مِمَّا يَخْلُقُ بَنَاتٍ وَاَصْفٰيكُمْ بِالْبَن۪ينَ۟
Nexwe (Allah), ji nava mexluqên xwe keçan (ji bo xwe wek ewlat) girtîye û kuran jî ji we re hilbijartîye?
وَاِذَا بُشِّرَ اَحَدُهُمْ بِمَا ضَرَبَ لِلرَّحْمٰنِ مَثَلًا ظَلَّ وَجْهُهُ مُسْوَدًّا وَهُوَ كَظ۪يمٌ
Lê dema mizgîna wê (zarokê keç) ya ku ji Rahmân re (wek ewlad) layiq didîtin ji yekî ji wan re dihat, rûyê wî ji hêrs û qehrê tirş û tehl/ripûreş dibe.
اَوَمَنْ يُنَشَّؤُ۬ا فِي الْحِلْيَةِ وَهُوَ فِي الْخِصَامِ غَيْرُ مُب۪ينٍ
Nexwe, ew (kêç) ên (nahîf û diltenik û hestîyar ku) di nav xemlê de tên gihandin/mezinkirin û di nîqaşê de nikarin (meqseda xwe) bi eşkerehî beyan bikin (nîsbetî Allah dikin)?
وَجَعَلُوا الْمَلٰٓئِكَةَ الَّذ۪ينَ هُمْ عِبَادُ الرَّحْمٰنِ اِنَاثًاۜ اَشَهِدُوا خَلْقَهُمْۜ سَتُكْتَبُ شَهَادَتُهُمْ وَيُسْـَٔلُونَ
Wan, ew melaîketên ku evdên Rahmân in mê/mak/jin hesibandin. Ma ew ji xuliqandina wan re bibûn şahid? Şahidîya wan tê nivîsandin û ew ê bên pirsyarkirin.
وَقَالُوا لَوْ شَٓاءَ الرَّحْمٰنُ مَا عَبَدْنَاهُمْۜ مَا لَهُمْ بِذٰلِكَ مِنْ عِلْمٍۗ اِنْ هُمْ اِلَّا يَخْرُصُونَۜ
Gotin: “Eger Rahmân daxwaz bikirana me îbadet (li pûtan) nedikir.” Li ser vê mijarê qet tu agahîya wan tune. Ew bi tenê li ser texmînan in.
اَمْ اٰتَيْنَاهُمْ كِتَابًا مِنْ قَبْلِه۪ فَهُمْ بِه۪ مُسْتَمْسِكُونَ
Nexwe, kitêbeke ku berê de me dabû wan heye û ew xwe bi wê têr şidandî digirin?
بَلْ قَالُٓوا اِنَّا وَجَدْنَٓا اٰبَٓاءَنَا عَلٰٓى اُمَّةٍ وَاِنَّا عَلٰٓى اٰثَارِهِمْ مُهْتَدُونَ
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî wiha gotin: “Me bavên xwe li ser dînekî dît û em jî di şopa wan de meşîyan û gihîştin hîdayetê.”
وَكَذٰلِكَ مَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ ف۪ي قَرْيَةٍ مِنْ نَذ۪يرٍ اِلَّا قَالَ مُتْرَفُوهَٓاۙ اِنَّا وَجَدْنَٓا اٰبَٓاءَنَا عَلٰٓى اُمَّةٍ وَاِنَّا عَلٰٓى اٰثَارِهِمْ مُقْتَدُونَ
Me berîya te jî çi wext ji welatekî re hişyarkerekî şandibe teqez rûgêrên wê derê ku di nava kamranîyê de dijîn wiha gotin: “Bêguman me bavên xwe li ser dînekî dît û em jî li ser şopa wan in.”
قَالَ اَوَلَوْ جِئْتُكُمْ بِاَهْدٰى مِمَّا وَجَدْتُمْ عَلَيْهِ اٰبَٓاءَكُمْۜ قَالُٓوا اِنَّا بِمَٓا اُرْسِلْتُمْ بِه۪ كَافِرُونَ
(Pêxember) got: “Ez ji we re ji wî dînê ku bavûkalên we li ser bûn rasttir dînekî jî bînim?” Gotin: “Bêguman, ew tiştên hûn pê hatine şandin em wan înkar dikin.”
فَانْتَقَمْنَا مِنْهُمْ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُكَذِّب۪ينَ۟
(Li ser vê) me ji wan tol/heyf sitend. Tu binêre ka aqubeta mukezzîban çawa bûye.
وَاِذْ قَالَ اِبْرٰه۪يمُ لِاَب۪يهِ وَقَوْمِه۪ٓ اِنَّن۪ي بَرَٓاءٌ مِمَّا تَعْبُدُونَۙ
(Bi bîr bînin!) Dema Îbrahîm ji bavê xwe re got: “Bêguman ez, ji wan tiştên ku hûn îbadetê wan dikin dûr im/berî me.”
اِلَّا الَّذ۪ي فَطَرَن۪ي فَاِنَّهُ سَيَهْد۪ينِ
“Ew (Allah) ê ku ez xuliqandime ne tê de. Bêguman ew, wê min bigihîne hîdayetê (rastîyê).
وَجَعَلَهَا كَلِمَةً بَاقِيَةً ف۪ي عَقِبِه۪ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Wî (van peyvan) li pey wî (Îbrahîm) kir kelîmeyekî mayînde da ku însan lê vegerin.
بَلْ مَتَّعْتُ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ وَاٰبَٓاءَهُمْ حَتّٰى جَٓاءَهُمُ الْحَقُّ وَرَسُولٌ مُب۪ينٌ
Nexêr! Hetanî pêxemberekî heq û ravekar ji nav wan were, min ew û bavên wan sûdmend kir.
وَلَمَّا جَٓاءَهُمُ الْحَقُّ قَالُوا هٰذَا سِحْرٌ وَاِنَّا بِه۪ كَافِرُونَ
Dema ku heq ji wan re hat wiha gotin: “Ev, sêhr e û em wê înkar dikin.”
وَقَالُوا لَوْلَا نُزِّلَ هٰذَا الْقُرْاٰنُ عَلٰى رَجُلٍ مِنَ الْقَرْيَتَيْنِ عَظ۪يمٍ
Gotin: “Ma ne hewce bû ku ev Qur'an, ji mezinê yekî ji van herdu bajaran re hatibûna daxistin?”
اَهُمْ يَقْسِمُونَ رَحْمَتَ رَبِّكَۜ نَحْنُ قَسَمْنَا بَيْنَهُمْ مَع۪يشَتَهُمْ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَرَفَعْنَا بَعْضَهُمْ فَوْقَ بَعْضٍ دَرَجَاتٍ لِيَتَّخِذَ بَعْضُهُمْ بَعْضًا سُخْرِيًّاۜ وَرَحْمَتُ رَبِّكَ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
Ma qey rahmeta Rabbê xwe ew parve dikin? (Hal ev e ku) rizqên wan ên di jiyana dinyayê de me parve kiriye. Ji bo ku kesek bi kesekî din kar/xizmet bide kirin, me hin ji wan ji hinên din bi dereceyan bilindtir girt. Rahmeta Rabbê te ji hemû tiştên civandine û kom kirine bixêrtir e.
وَلَوْلَٓا اَنْ يَكُونَ النَّاسُ اُمَّةً وَاحِدَةً لَجَعَلْنَا لِمَنْ يَكْفُرُ بِالرَّحْمٰنِ لِبُيُوتِهِمْ سُقُفًا مِنْ فِضَّةٍ وَمَعَارِجَ عَلَيْهَا يَظْهَرُونَۙ
Eger însan nebûna yek ummetek (ku li ser kufrê dicivin û dînê xwe bi dinyayê didin) me yê binbanê xanîyên wan ên ku Rahmân înkar dikin ji zîvê bikirana û ji bo ku pê bilind bibin silmên (ji zîvê) çêkirana.
وَلِبُيُوتِهِمْ اَبْوَابًا وَسُرُرًا عَلَيْهَا يَتَّكِؤُ۫نَۙ
Me yê ji wan re (ji zîvê) derîyan û sedirên ku li ser rûnin û palê xwe bidinê çêkirana.
وَزُخْرُفًاۜ وَاِنْ كُلُّ ذٰلِكَ لَمَّا مَتَاعُ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۜ وَالْاٰخِرَةُ عِنْدَ رَبِّكَ لِلْمُتَّق۪ينَ۟
Û (wekî din) xemlan/zînetan… Ev hemû, meta (ên bihûrbar) yên jiyana dinyayê ne. Heçî axîret jî li cem Rabbê te yên mutteqîyan e.
وَمَنْ يَعْشُ عَنْ ذِكْرِ الرَّحْمٰنِ نُقَيِّضْ لَهُ شَيْطَانًا فَهُوَ لَهُ قَر۪ينٌ
Kî jî ji zikra Rahmân rû vegerîne, em şeytanek pê ve girê didin (û ew şeytan tim) ligel wî ye.
وَاِنَّهُمْ لَيَصُدُّونَهُمْ عَنِ السَّب۪يلِ وَيَحْسَبُونَ اَنَّهُمْ مُهْتَدُونَ
Qet tu guman tune ew (şeytan), wan ji rê digire, lê ew zen dikin ku li ser rêya rast in.
حَتّٰٓى اِذَا جَٓاءَنَا قَالَ يَا لَيْتَ بَيْن۪ي وَبَيْنَكَ بُعْدَ الْمَشْرِقَيْنِ فَبِئْسَ الْقَر۪ينُ
Axir dema ku têne cem me (ji şeytan re wiha) dibêjin: “Xwezî di navbera min û te de bi qasî rojhilat û rojava mesafe hebûya. Tu çi hevalekî xerab î.”
وَلَنْ يَنْفَعَكُمُ الْيَوْمَ اِذْ ظَلَمْتُمْ اَنَّكُمْ فِي الْعَذَابِ مُشْتَرِكُونَ
Îro (qet tu tiştek) feyde nade we. Lewre hûn zalim bûn. Bêşik hûn di ezabê de jî hevpar/şirîk in.
اَفَاَنْتَ تُسْمِعُ الصُّمَّ اَوْ تَهْدِي الْعُمْيَ وَمَنْ كَانَ ف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ
Ma qey tu yê bi kesê ker bidî sehkirin û rê nîşanî wî yê kor û di rêşaşîyê de ye bidî?
فَاِمَّا نَذْهَبَنَّ بِكَ فَاِنَّا مِنْهُمْ مُنْتَقِمُونَۙ
Em te bibin jî bêguman em ê tol/heyf ji wan bistînin.
اَوْ نُرِيَنَّكَ الَّذ۪ي وَعَدْنَاهُمْ فَاِنَّا عَلَيْهِمْ مُقْتَدِرُونَ
An jî ew (ezab) a ku me ji wan re wead kiribû em ê nîşanî te bidin. Bêguman em li ser wan muqtedîr in.
فَاسْتَمْسِكْ بِالَّذ۪ٓي اُو۫حِيَ اِلَيْكَۚ اِنَّكَ عَلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ
Tu xwe têr şidandî bi wehîyê ve bigire. Bêşik tu, li ser rêyeke rasterast î.
وَاِنَّهُ لَذِكْرٌ لَكَ وَلِقَوْمِكَۚ وَسَوْفَ تُسْـَٔلُونَ
Bi rastî ew (Qur'an), ji bo te û qewmê te zikrek (bibîranînek, rûmetek) e. Hûn ê (ji wê) bêne pirsîn.
وَسْـَٔلْ مَنْ اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ مِنْ رُسُلِنَاۗ اَجَعَلْنَا مِنْ دُونِ الرَّحْمٰنِ اٰلِهَةً يُعْبَدُونَ۟
Ji wan pêxemberên ku me berîya te şandine bipirse (em binêrin), me ji xeynî Rahmân qet tu îlâhên ku îbadet li wan tên kirin çêkiriye?
وَلَقَدْ اَرْسَلْنَا مُوسٰى بِاٰيَاتِنَٓا اِلٰى فِرْعَوْنَ وَمَلَا۬ئِه۪ فَقَالَ اِنّ۪ي رَسُولُ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ
Sond be me Mûsa, bi ayetên xwe ji Fîrewn û giregirên wî re şand. Got: “Bêguman ez, qasidê Rabbê aleman im.”
فَلَمَّا جَٓاءَهُمْ بِاٰيَاتِنَٓا اِذَا هُمْ مِنْهَا يَضْحَكُونَ
Dema ku bi ayetên me hate cem wan, dest bi kenê (û tinazkarîyê) kirin.
وَمَا نُر۪يهِمْ مِنْ اٰيَةٍ اِلَّا هِيَ اَكْبَرُ مِنْ اُخْتِهَاۘ وَاَخَذْنَاهُمْ بِالْعَذَابِ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Her ayeta ku em nîşanî wan didin ji birayê xwe (ya pêşîn) herî mezintir e. Belkî bi bal (heqîyê) ve vegerin, me ew bi ezab zeft kir.
وَقَالُوا يَٓا اَيُّهَ السَّاحِرُ ادْعُ لَنَا رَبَّكَ بِمَا عَهِدَ عِنْدَكَ اِنَّنَا لَمُهْتَدُونَ
Gotin: “Ya sêhrbaz! Ji bo me bi xatirê wê ehda daye te (ku wê dûayê te qebûl bike) ji Rabbê xwe re dûa bike. (Ger ezabê biborîne) bêşik em ê bibin ehlê hîdayetê.”
فَلَمَّا كَشَفْنَا عَنْهُمُ الْعَذَابَ اِذَا هُمْ يَنْكُثُونَ
Dema me ezab ji ser wan rakir, hema ehda xwe xera kirin.
وَنَادٰى فِرْعَوْنُ ف۪ي قَوْمِه۪ قَالَ يَا قَوْمِ اَلَيْسَ ل۪ي مُلْكُ مِصْرَ وَهٰذِهِ الْاَنْهَارُ تَجْر۪ي مِنْ تَحْت۪يۚ اَفَلَا تُبْصِرُونَۜ
Fîrewn li qewmê xwe gazî kir û got: “Gelî qewmê min! Ma milkê/serwerîya Misrê û çemên di binê min de diherikin ne aîdê min in? Ma hûn nabînin?”
اَمْ اَنَا۬ خَيْرٌ مِنْ هٰذَا الَّذ۪ي هُوَ مَه۪ينٌ وَلَا يَكَادُ يُب۪ينُ
“Nexwe ez ji vî însanê ji rêzê ku nikare merama/meqseda xwe vebibêje ne bixêrtir im.”
فَلَوْلَٓا اُلْقِيَ عَلَيْهِ اَسْوِرَةٌ مِنْ ذَهَبٍ اَوْ جَٓاءَ مَعَهُ الْمَلٰٓئِكَةُ مُقْتَرِن۪ينَ
“Ma ne pêwist/hewce bû ku bazinên zêrîn li ser wî bihatana avêtin? An jî ma ne divêt ku ligel wî melaîket jî bihatana?”
فَاسْتَخَفَّ قَوْمَهُ فَاَطَاعُوهُۜ اِنَّهُمْ كَانُوا قَوْمًا فَاسِق۪ينَ
Herwiha qewmê xwe sivik dît/bêrûmet kir/keregêjî kir û wan jî îtaet kirin. Bêguman ew, qewmekî fasiq bûn.
فَلَمَّٓا اٰسَفُونَا انْتَقَمْنَا مِنْهُمْ فَاَغْرَقْنَاهُمْ اَجْمَع۪ينَۙ
Dema ku ewana em hêrs kirin, me jî ji wan tol/heyf sitend û me ew hemû (di behrê de) xeniqandin.
فَجَعَلْنَاهُمْ سَلَفًا وَمَثَلًا لِلْاٰخِر۪ينَ۟
Bi vî awayî me ew, ji yên ku di pey wan de tên re kirin mîsalekî raborî û honawerî/îbret.
وَلَمَّا ضُرِبَ ابْنُ مَرْيَمَ مَثَلًا اِذَا قَوْمُكَ مِنْهُ يَصِدُّونَ
Dema ku me mîsala (Îsa yê) kurê Meryem da, qewmê te hema dest bi qarewarê kirin.
وَقَالُٓوا ءَاٰلِهَتُنَا خَيْرٌ اَمْ هُوَۜ مَا ضَرَبُوهُ لَكَ اِلَّا جَدَلًاۜ بَلْ هُمْ قَوْمٌ خَصِمُونَ
Gotin: “Gelo îlâhên me bixêrtir in an ew?” Wan ew, ji bo ku bi te re nîqaşê bikin kirin mînak. Berevajî ew, qewmekî (di nîqaşê de ji hedê xwe diborin û) di dijminahîyê de zêde pê de diçin in.
اِنْ هُوَ اِلَّا عَبْدٌ اَنْعَمْنَا عَلَيْهِ وَجَعَلْنَاهُ مَثَلًا لِبَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَۜ
Ew, bitenê evdek e. Me nîmet da wî û ew, ji bo Benî Îsraîl kir mînakek/mîsalek.
وَلَوْ نَشَٓاءُ لَجَعَلْنَا مِنْكُمْ مَلٰٓئِكَةً فِي الْاَرْضِ يَخْلُفُونَ
Eger me bixwesta me yê ji nav we melaîketan bixuliqanda û ew ê li ser rûyê erdê bibûna xelefên/şûngirên we.
وَاِنَّهُ لَعِلْمٌ لِلسَّاعَةِ فَلَا تَمْتَرُنَّ بِهَا وَاتَّبِعُونِۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ
Bêguman ew (Îsa) ji bo qiyametê agahî ye (ji nêzîkahîya rabûna qiyametê re elamet e). Nexwe tê de qet li ber gumana nekevin û bibin tabiê min. Ev, rêya rasterast e.
وَلَا يَصُدَّنَّكُمُ الشَّيْطَانُۚ اِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُب۪ينٌ
Zinhar, bila şeytan we (ji rêya Allah) pênegire. Lewre ew, dijminê we yê vikîvekirî ye.
وَلَمَّا جَٓاءَ ع۪يسٰى بِالْبَيِّنَاتِ قَالَ قَدْ جِئْتُكُمْ بِالْحِكْمَةِ وَلِاُبَيِّنَ لَكُمْ بَعْضَ الَّذ۪ي تَخْتَلِفُونَ ف۪يهِۚ فَاتَّقُوا اللّٰهَ وَاَط۪يعُونِ
Dema ku Îsa bi delîlên apaşkera hat, wiha got: “Muheqeq min ji we re hikmet anîye û ez ji bo ravekirina hin mijarên ku hûn li ser îxtîlafê dikin hatime. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaetî min bikin.”
اِنَّ اللّٰهَ هُوَ رَبّ۪ي وَرَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ
“Bi rastî Allah, Rabbê min û Rabbê we ye jî. Îbadetê wî bikin. Ev, rêya rasterast e.”
فَاخْتَلَفَ الْاَحْزَابُ مِنْ بَيْنِهِمْۚ فَوَيْلٌ لِلَّذ۪ينَ ظَلَمُوا مِنْ عَذَابِ يَوْمٍ اَل۪يمٍ
Kom/grûp di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Ji ber ezabê rojeke biêş û jan weyl li zaliman be.
هَلْ يَنْظُرُونَ اِلَّا السَّاعَةَ اَنْ تَأْتِيَهُمْ بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
Qey li hêvîya wê tiştê ne ku dema qet haya wan jê tune ji nîşka ve qiyamet bi ser wan de were?
اَلْاَخِلَّٓاءُ يَوْمَئِذٍ بَعْضُهُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّ اِلَّا الْمُتَّق۪ينَۜ۟
Wê rojê hemû dost, dibin dijminên hevdu. Ew mutteqî (yên ji bo Allah/fîsebîlîllah hevaltîya hevdu dikirin) ne tê de.
يَا عِبَادِ لَا خَوْفٌ عَلَيْكُمُ الْيَوْمَ وَلَٓا اَنْتُمْ تَحْزَنُونَۚ
Ya îbadên min! Îro ji we re tirs tune û hûn xemgîn jî nabin.
اَلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِاٰيَاتِنَا وَكَانُوا مُسْلِم۪ينَۚ
Ew in ku; îman bi ayetên me anîne û teslîm bûne.
اُدْخُلُوا الْجَنَّةَ اَنْتُمْ وَاَزْوَاجُكُمْ تُحْبَرُونَ
Hûn û hevjînên xwe wek (ji alî Allah ve) tên ezimandin bikevin cennetê.
يُطَافُ عَلَيْهِمْ بِصِحَافٍ مِنْ ذَهَبٍ وَاَكْوَابٍۚ وَف۪يهَا مَا تَشْتَه۪يهِ الْاَنْفُسُ وَتَلَذُّ الْاَعْيُنُۚ وَاَنْتُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَۚ
Li ber wan tebeq û qedehên zêrîn tên gerandin. Li wê derê hemû tiştên ku dilên wan dixwaze û çavên wan pê xweş dibe, heye. Hûn ê di wir de bêdawî bimînin.
وَتِلْكَ الْجَنَّةُ الَّت۪ٓي اُو۫رِثْتُمُوهَا بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Ew cenneta di berdêla amelên we ku hûn jê re bûne waris, ev e.
لَكُمْ ف۪يهَا فَاكِهَةٌ كَث۪يرَةٌ مِنْهَا تَأْكُلُونَ
Li wê derê, ji bo we gelek fêkîyên ku hûn ê ji wan bixwin hene.
اِنَّ الْمُجْرِم۪ينَ ف۪ي عَذَابِ جَهَنَّمَ خَالِدُونَۚ
Bêşik ew ên mucrîm/sûcdar jî wê di ezabê cehennemê de ebedî bimînin.
لَا يُفَتَّرُ عَنْهُمْ وَهُمْ ف۪يهِ مُبْلِسُونَۚ
Navber (ji ezabê re) nayê dayîn û (di nava ezabê de) di rewşeke bêhêvî de disekinin.
وَمَا ظَلَمْنَاهُمْ وَلٰكِنْ كَانُوا هُمُ الظَّالِم۪ينَ
Me zilim li wan nekir. Lê wan li xwe bixwe zilim dikirin.
وَنَادَوْا يَا مَالِكُ لِيَقْضِ عَلَيْنَا رَبُّكَۜ قَالَ اِنَّكُمْ مَاكِثُونَ
Wiha dibêjin: “Ya Malik! Rabbê te bila karê/îşê me biqedîne (rohê me bistîne).” (Malik) dibêje: “Bêguman hûn ê (di nava ezabê de) bimînin.”
لَقَدْ جِئْنَاكُمْ بِالْحَقِّ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَكُمْ لِلْحَقِّ كَارِهُونَ
Sond be me ji we re ya heq anîye. Lê belê pirên we ji heqê ne xoşnûd/ne razî bûn.
اَمْ اَبْرَمُٓوا اَمْرًا فَاِنَّا مُبْرِمُونَۚ
Nexwe wan, karê (dijminahîya pêxember) têr zexm girtine? Bêguman, em jî (karê cezadayinê) zexm digirin.
اَمْ يَحْسَبُونَ اَنَّا لَا نَسْمَعُ سِرَّهُمْ وَنَجْوٰيهُمْۜ بَلٰى وَرُسُلُنَا لَدَيْهِمْ يَكْتُبُونَ
Ma qey ew zen dikin tiştên ku vedişêrin û piste pistê dikin em seh nakin? Berevajî, qasidên me/melaîket li cem wan dinivîsin.
قُلْ اِنْ كَانَ لِلرَّحْمٰنِ وَلَدٌۗ فَاَنَا۬ اَوَّلُ الْعَابِد۪ينَ
Bibêje: “Eger zarokekî Rahmân hebûna, ez ê (jê re) bibûma pêşîyê perestkaran.
سُبْحَانَ رَبِّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ رَبِّ الْعَرْشِ عَمَّا يَصِفُونَ
Rabbê erd û asîman û Rabbê erşê (Allah), ji sifetên ku jê re lihev tînin munezzeh e/berî ye.
فَذَرْهُمْ يَخُوضُوا وَيَلْعَبُوا حَتّٰى يُلَاقُوا يَوْمَهُمُ الَّذ۪ي يُوعَدُونَ
Wan (di halê xwe de) bihêle. Hetanî leqayî ew rojên ku li wan hatine weadkirin bila noqî (kêfê) bibin û pê mijul bibin.
وَهُوَ الَّذ۪ي فِي السَّمَٓاءِ اِلٰهٌ وَفِي الْاَرْضِ اِلٰهٌۜ وَهُوَ الْحَك۪يمُ الْعَل۪يمُ
Îlâhê li esman jî û îlâhê li erdê jî ew e. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
وَتَبَارَكَ الَّذ۪ي لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَاۚ وَعِنْدَهُ عِلْمُ السَّاعَةِۚ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ew (Allah) ê ku erd û asîman û tiştên di navbera wan de aîdê wî ne, çiqas berz/bilind e. Agahîya qiyametê li cem wî ye û hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
وَلَا يَمْلِكُ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ الشَّفَاعَةَ اِلَّا مَنْ شَهِدَ بِالْحَقِّ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Ji xeynî wî ew ên dûa ji wan re dikin, ne xwedîyê rayeya şefaetê ye. Enceq ew ên bizanebûn li ser heqîyê şahidî didin, ne tê de.
وَلَئِنْ سَاَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَهُمْ لَيَقُولُنَّ اللّٰهُ فَاَنّٰى يُؤْفَكُونَۙ
Eger ji wan bipirsî: “Kî wan xuliqandîye?” bêşik wê bibêjin: “Allah!” Çawa (ji tewhîdê) bi bal şirkê ve tên vegerandin!
وَق۪يلِه۪ يَا رَبِّ اِنَّ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ قَوْمٌ لَا يُؤْمِنُونَۢ
Gazina wî ya “Rabbê min! Bêguman ev qewmekî wisan in ku îman naynin” jî (Allah dizane.)
فَاصْفَحْ عَنْهُمْ وَقُلْ سَلَامٌۜ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ
Tu niha ji wan rû vegerîne û bibêje: “Silav!” Pir di nêz de wê bibînin/fêm bikin.