28Sûreya Zûxrûf
وَجَعَلَهَا كَلِمَةً بَاقِيَةً ف۪ي عَقِبِه۪ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Wî (van peyvan) li pey wî (Îbrahîm) kir kelîmeyekî mayînde da ku însan lê vegerin.
Jêrenot
(Li gorî mufessîrên wekî Ibn Abbas (ra) û Mucahîd û Dehhak û Qatade û Suddî (rh), piştî Îbrahîm (as) ji bo zurîyeta wî kelîmeya mayînde, kelîmeya “Laîlâheîllallah” e. Li gorî vê, Îbrahîm (as) bi van peyvên xwe kelîmeya tewhîdê jî tefsîr kiriye: Dûr bûna ji hemû taxûtên ku ji xeynî Allah (ac) îbadet li wan tên kirin û bitenê evdîtîya ji wî (ac) re! (Ji bo têgeha “îlâh” a di Qur'anê de û îzaha Kelîmeya Tewhîdê: Bnr. 21/Enbîya, 25)