86Sûreya Zûxrûf
وَلَا يَمْلِكُ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ الشَّفَاعَةَ اِلَّا مَنْ شَهِدَ بِالْحَقِّ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Ji xeynî wî ew ên dûa ji wan re dikin, ne xwedîyê rayeya şefaetê ye. Enceq ew ên bizanebûn li ser heqîyê şahidî didin, ne tê de.
Jêrenot
(Ev ayet, temasê du heqîqetan dike:
a. Şefaeta ku di Qur'anê de tê nefiykirin û tunebûna wê tê pejirandin, ne mutleq e. Bi tabîra Qur'anê, dibe ku rayeya şefaeta wan kesên ku Allah (ac) destûr daye wan û ji wan razî bûye û bi zanebûn şahidîya heqîyê dikin hebe. (Bnr. 2/Baqara, 255; 19/Meryem, 87; 21/Enbîya, 28) Ligel ve bitenê Allah (ac) dizane ku wê rayeya şefaetê bide kî û wê ji kî razî bibe û wê kî nailê şefaetê bike. Ji vê sedemê şefaet bitenê ji Allah (ac) tê xwestin. (Bnr. 39/Zûmer, 43-44)
b. Şahidîya li heqîyê yanê şahidîya li kelîmeya tewhîdê divê bi zanebûn û li ser ilmê be. “Laîlâheîllallah” a feyde dide kesekî, ew e ku mirov bizanibe çi qebûl dike û çi red dike. (Bnr. 47/Muhammed, 19) )