Dema Îddeyê
MALBATAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Jinên ku (ji mêrên xwe) hatine berdan, (ji bo ku fêm bibe ka bi heml in an na) divê bi serê xwe sê demên heyzê lihêvîyê bimînin. Eger wan bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe; ne helal e tiştên ku Allah di rehmên wan de xuliqandîye veşêrin. Meqseda wan islehkirina zewacê be, di dema îddetê de eger bixwazin bi wan re li hev werin mêrê wan ji bo vegera wan herî zêdetir xwedî heq in. Çawa heqên zilaman li ser jinan heye her wiha heqên jinan jî li gorî urfê/bi xweşikahî li ser zilaman heye. (Lê belê) ji zilaman re di ser jinan re dereceyek (serdestî/heqê pêşikî yê) heye. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Der heqê zewaca jinên awa (li hêvîya îddetê disekinin) de mehzûrek tune ku hûn (berîya îddeta wan biqede) daxwaza xwe di ber wan re biavêjin an jî di dilê xwe de bihêlin. Allah pê dizane ku hûn ê wan bi bîr bînin. Ji pîvanên meşrû dernekevin (bi awayê dûrî çavan û bi hincirandina ewlehîyê) bi wan re bi dizî soz nedin hev/yarîtî nekin. (Li gorî urfê daxwaza xwe ya zewacê rabigihînin wan). Heta ku dema îddeta wan temam nebe, cehda/daxwaza zewaca wan nekin. Bizanibin ku Allah bi ya di dilê we de dizane. Xwe ji wî biparêzin. Bizanibin ku Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Gelî ew ên îman anîne! Dema ku we jinên mumîne li xwe mehr kirin û paşê hêj hûn têkilî wan nebûbin we ew berdan, ji we re li ser wan tu îddeteke ku hûn lihêvîyê bimînin tune. (Enceq) wan (bi gorî rewşa xwe ya aborî) sûdmend bikin û bi awayekî xweşik wan rizgar bikin (berdin).