Di Şer De Sebir û Tebat

HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

4ayet hatin dîtin
Di Şer De Sebir û Tebat
1

Nisâ

Ayet: 104Rûpel: 94

Here Ayetê

(Ji bo dûvketina neyarên xwe dema hûn hatin gazîkirin xesar û westabûna şer nekin hincet û) hûn di mijara dûvketin û girtina koma (dijminê xwe de) nekevin sistahîyê. Eger hûn diêşin ew jî weke we diêşin. Bi ser de, tiştên (wekî rizaya îlâhî û xêr û cennet) ku ew hêvî nakin hûn ji Allah hêvî dikin. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

2

Enfâl

Ayet: 15Rûpel: 177

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn bi zehfî/bi komî leqayî kafiran hatin (bi bezdana ji şer) pişta xwe nedin wan (û nebezin/nerevin).

3

Enfâl

Ayet: 16Rûpel: 177

Here Ayetê

Ew kesê ku di rojeke wiha de ji xeynî ku ji bo fendeki şerê xwe vekişîne an ji bo xwe bigihîne refekî din ne tê de, kî paş de vegere (ji qada şer bireve), bi rastî ew ber bi xezeba Allah ketîye. Sitargeha wî jî cehennem e. Ew cihlêvegerekî çiqas xerab e.

4

Enfâl

Ayet: 45Rûpel: 181

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn (di qada şer de) rastî komekî hatin, sebatkar bin û Allah pirzêde zikir bikin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/xelasîyê.