Ew Ên Bêbextî/Îftîra Li Allah (ac) Dikin
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Xwelî li serê wan kesan be ku bi destê xwe Kitêb dinivîsin û paşê ji bo ku bi bihayekî erzan bifroşin, dibêjin: “Ev ji cem Allah nazil bûye!” Ji ber (Kitêbên lihev anîne û gotina wan ya ‘Vêya Allah daye nivîsandin’ û) qezenca ku bi dest xwe xistine jî xwelî li serê wan be.
Ji wan komek heye ku ji bo hûn wê (xwendina wan) ji Kitêbê zen bikin zimanê xwe bi Kitêbê xwar dikin. Lê (tiştên di devên xwe de digilgilînin) ne ji Kitêbê ye. (Ji bo tiştên di devên xwe de dimizmizînin, wiha dibêjin:) “Ev ji îndallah e.” Hal ev e ku ew, ne ji îndallah e. Ew li dij Allah bi zanebûn derewan dikin.
Ma ji wî kesê ku derew lihev tîne û bêbextîyê li Allah dike an digel tiştek jê re nehatîye wehîykirin jî dibêje: “Ji min re jî wehîy hatîye.” an jî dibêje “Wekî ku Allah nazil dike ez ê jî (Kitêb/wehîy) daxînim.” zalimtir kî heye? Xwezî dema ku taya mirinê bi wan digire/li ber sekeratê de te rewşa wan bidîta! Melâiket destên xwe dirêji wan kirine û (dibêjin): “De rohê xwe derînin! Îro ji bo ku we der heqê Allah de tiştên ne rast digot û we li hemberî ayetên wî quretîyê dikir, hûn ê bi ezaba ku bi riswatî bêrûmet dike re bêne cezakirin.”