Hawarîyan

PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

4ayet hatin dîtin
Hawarîyan
1

Âl-i İmrân

Ayet: 52Rûpel: 55

Here Ayetê

Çi dema Îsâ hizir kir ku wê bikevin kufrê, got: “(Di vê rêya ku digihîje) Allah de, wê kî ji min re bibe alîkar?” Hewarîyan gotin: “Em alîkarê Allah in. Me îman bi Allah anî û tu jî bibe şahid ku em ji muslîm/ji wan evdên ku berê xwe dane Allah in.”

2

Mâide

Ayet: 111Rûpel: 125

Here Ayetê

Bi bîr bîne, min ji Hewarîyan re wehîy kiribû: “Hûn bi min û bi pêxemberê min îmân bînin.” Gotibûn: “Me îmân anî. Tu jî şahidî bike ku em muslîm in/ew evdên ku şirkê terk kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah in.”

3

Mâide

Ayet: 112Rûpel: 125

Here Ayetê

Hewarîyan gotin: “Ya Îsâyê kurê Meryem! Gelo tu dikarî ji Rabbê xwe daxwaz bikî ku ji asîmanan ji me re sifreyekî daxîne? (Îsâ) got: “Eger hûn mumîn in, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin.”

4

Saff

Ayet: 14Rûpel: 551

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Bibin alîkarên Allah. Wekî ku Îsayê kurê Meryem ji Hewarîyan re wiha gotibû: “Di rêya (ku digihîne) Allah de kî ne alîkarên min?” Hewarîyan gotin: “Em alîkarên (dînê) Allah in.” Komek ji Benî Îsraîl îman anîn û komek jî bûn kafir. Me, li hemberî dijminên wan piştgirîya ew ên îman anîne kir û ew jî bi ser ketin.