﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne14 ayetRêz
Sûreya Saff, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û çardeh (14) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêst û yekemîn e. Saff, di ayeta 4. de dibore û tê ser maneya rêz. Wek sûreya Saff hatîye binav kirin. Di vê sûreyê de li ser zimanê Îsa (as) ji rastandina Tewrat û ji mizgînîya pêxemberekî wê li pey wî re bê ku navê wî Ahmed e tê behs kirin. Mijarên qudreta Allah (ac) û xweparastina gotina tiştên nehatîye kirin û ezîyetên qewmê Mûsa (as) ku lê kirine û kesên mûmîn û mucahîd ku dê bikevin cennetê û bexişandina gunehên wan û alîkarîya hewarîyên Îsa (as) tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
سَبَّحَ لِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۚ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ
Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لِمَ تَقُولُونَ مَا لَا تَفْعَلُونَ
Gelî ew ên îman anîne! Tiştê ku hûn nakin/nikaribin bikin çima (wekî ku hûn ê bikin) dibêjin?
كَبُرَ مَقْتًا عِنْدَ اللّٰهِ اَنْ تَقُولُوا مَا لَا تَفْعَلُونَ
Gotina we yên ku hûn nakin/nikaribin bikin (wekî ku hûn ê bikin) dibêjin, li îndallah/li cem Allah dibe sebebê xezebekî mezin.
اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الَّذ۪ينَ يُقَاتِلُونَ ف۪ي سَب۪يلِه۪ صَفًّا كَاَنَّهُمْ بُنْيَانٌ مَرْصُوصٌ
Bêguman Allah, ji yên ku di rêya wî de yekrêz wekî avahîyeke zexm û bi hev ve girêdayî şer dikin hez dike.
وَاِذْ قَالَ مُوسٰى لِقَوْمِه۪ يَا قَوْمِ لِمَ تُؤْذُونَن۪ي وَقَدْ تَعْلَمُونَ اَنّ۪ي رَسُولُ اللّٰهِ اِلَيْكُمْۜ فَلَمَّا زَاغُٓوا اَزَاغَ اللّٰهُ قُلُوبَهُمْۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْفَاسِق۪ينَ
(Bi bîr bînin!) dema ku Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn dizanin ku ez pêxemberekî ji alî Allah ve ji we re (şandî) me, digel vê hûn çima min diêşînin?” Dema ku ew xerifîn, Allah jî qelbên wan averê kir. Allah, qewmê fasiqan hîdayet nake.
وَاِذْ قَالَ ع۪يسَى ابْنُ مَرْيَمَ يَا بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ اِنّ۪ي رَسُولُ اللّٰهِ اِلَيْكُمْ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيَّ مِنَ التَّوْرٰيةِ وَمُبَشِّرًا بِرَسُولٍ يَأْت۪ي مِنْ بَعْدِي اسْمُهُٓ اَحْمَدُۜ فَلَمَّا جَٓاءَهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ قَالُوا هٰذَا سِحْرٌ مُب۪ينٌ
Demekî Îsayê kurê Meryem jî wiha gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Bêguman ez rasûlê Allah im ku ji bo we (şandî) me. Ez Tewrata berîya xwe dirastînim û mizgînvanê wî pêxemberê me ku wê li pey min were û navê wî Ahmed e.” Gava delîlên vikîvekirî ji wan re hat wiha gotin: “Ev, sêhreke xipxûya/vikîvekirî ye.”
وَمَنْ اَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرٰى عَلَى اللّٰهِ الْكَذِبَ وَهُوَ يُدْعٰٓى اِلَى الْاِسْلَامِۜ وَاللّٰهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ
Ma ji wî kesê digel ku bi bal îslamê ve tê vexwendin û ew derewan lihev tîne û bêbextîyan li Allah dike zalimtir kî heye? Allah, qewmê zaliman hîdayet nake.
يُر۪يدُونَ لِيُطْفِؤُ۫ا نُورَ اللّٰهِ بِاَفْوَاهِهِمْ وَاللّٰهُ مُتِمُّ نُورِه۪ وَلَوْ كَرِهَ الْكَافِرُونَ
Ew dixwazin ku nûra Allah bi devên xwe vemirînin/bitefînin. Ew ên kafir nexwazin jî Allah, ew ê qedandekê/temamkarê nûra xwe ye.
هُوَ الَّذ۪ٓي اَرْسَلَ رَسُولَهُ بِالْهُدٰى وَد۪ينِ الْحَقِّ لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدّ۪ينِ كُلِّه۪ وَلَوْ كَرِهَ الْمُشْرِكُونَ۟
Welew ew ên muşrîk nerazî/nexoşnûd bin jî ji bo bi ser hemû dînan bikeve yê ku pêxemberê xwe bi heqî û bi hîdayetê şandîye ew e.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا هَلْ اَدُلُّكُمْ عَلٰى تِجَارَةٍ تُنْج۪يكُمْ مِنْ عَذَابٍ اَل۪يمٍ
Gelî ew ên îman anîne! Ez bazirganîya/tîcareta ku dê we ji ezabekî biêş û jan xelas bike nîşanî we bidim?
تُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَتُجَاهِدُونَ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ بِاَمْوَالِكُمْ وَاَنْفُسِكُمْۜ ذٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَۙ
Hûn îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û bi malên xwe û bi canên xwe fîsebîlillah cîhad bikin. Eger hûn bizanibin ev ji bo we ya herî bixêrtir e.
يَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْ وَيُدْخِلْكُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ وَمَسَاكِنَ طَيِّبَةً ف۪ي جَنَّاتِ عَدْنٍۜ ذٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظ۪يمُۙ
(Di muqabilê vê de Allah jî) gunehên we dibexşîne û we di meskenên/warnişînên xweşik ên di cennetên Adn de ku di binê wan de çem diherikin de bi cih dike. Ev, rizgarîyeke/qezenceke mezin e.
وَاُخْرٰى تُحِبُّونَهَاۜ نَصْرٌ مِنَ اللّٰهِ وَفَتْحٌ قَر۪يبٌۜ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِن۪ينَ
Û tiştekî din ku hûn jê hez dikin: Alîkarîya Allah û fethekî nêz… Mizgînê bide mûmînan.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا كُونُٓوا اَنْصَارَ اللّٰهِ كَمَا قَالَ ع۪يسَى ابْنُ مَرْيَمَ لِلْحَوَارِيّ۪نَ مَنْ اَنْصَار۪ٓي اِلَى اللّٰهِۜ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ نَحْنُ اَنْصَارُ اللّٰهِ فَاٰمَنَتْ طَٓائِفَةٌ مِنْ بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ وَكَفَرَتْ طَٓائِفَةٌۚ فَاَيَّدْنَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا عَلٰى عَدُوِّهِمْ فَاَصْبَحُوا ظَاهِر۪ينَ
Gelî ew ên îman anîne! Bibin alîkarên Allah. Wekî ku Îsayê kurê Meryem ji Hewarîyan re wiha gotibû: “Di rêya (ku digihîne) Allah de kî ne alîkarên min?” Hewarîyan gotin: “Em alîkarên (dînê) Allah in.” Komek ji Benî Îsraîl îman anîn û komek jî bûn kafir. Me, li hemberî dijminên wan piştgirîya ew ên îman anîne kir û ew jî bi ser ketin.