Hecc

ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊR

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

8ayet hatin dîtin
Hecc
1

Bakara

Ayet: 189Rûpel: 28

Here Ayetê

Ew pirsa hîvan/heyvan (ji rewşên hîvê) ji te dikin. Bibêje: “Ew ji bo însanan û ji bo heccê amrazekî weqtê/demê ye. Qencî ne ew e ku hûn di pişt xanîyan de têkevin hundir, lê esil qencî xwedî teqwabûn e. Ji alîyê derîyan ve bikevin xanîyên xwe. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.

2

Bakara

Ayet: 196Rûpel: 29

Here Ayetê

Hecc û umrê ji bo Allah temam bikin. Eger (ji ber ûzrekî ji qedandina hecc û umre re) rê li we hatibe birîn, qurbaneke li gorî quweta xwe (bişînin). Heta qurban digihîje cihê xwe porên xwe nequsînin. Yek ji we nexweş be an jî êşek di serê wî de hebe; divê ji rojîyê an ji sedeqeyekê yan jî ji qurbanekê (ji van) yekê bike fidye. Dema ku hûn ewle bibin û bixwazin, heta heccê umrê bikin, divê hûn qurbaneke ku ji bo we hêsan be bidin. Lê eger hûn vêya nebînin di wextê heccê de sê rojan û dema hûn vedigerin (welatê xwe) jî heft rojan ku ev dikin deh roj, rojî li we wacib dibe. Ev (hikum) ji bo kesên malbatên wan ne li derdora Mescîdu’l Heram e. Ji Allah bitirsin û bizanibin ku cezayê Allah dijwar e.

3

Bakara

Ayet: 197Rûpel: 30

Here Ayetê

Hecc, di mehên malûm de ye. Kî di wan mehan de (bikeve îhramê û) hecc li ser xwe ferz bike; (bila bizanibe ku) di heccê de nêzîkbûna jinan û fisq û nîqaş tune/divê tune be. Hûn çi xêrê bikin Allah pê dizane. Qût/Zewade bi dest bixin! Qûtê herî bixêr, teqwa ye. Hew ji min bitirsin û xwe biparêzin, gelî aqilmendan!

4

Bakara

Ayet: 198Rûpel: 30

Here Ayetê

Ji bo lutf û îhsana Allah bi dest bixin (di bazirganîya dema heccê de) li ser we tu guneh tune. Dema hûn ji Arafatê daketin, li Meş’arê Heram (li Muzdelifê) Allah zikir bikin. Weke ku we hîdayet kiriye hûn jî wî zikir bikin. Çendî berê (berîya ku we hîdayet bike) hûn ji rêşaşan bûn. (Vêya ji bîr nekin.)

5

Bakara

Ayet: 199Rûpel: 30

Here Ayetê

Paşê ji cihên ku însan hemû jê diherikin hûn jî biherikin û ji Allah mexfîretê bixwazin. Bêguman Allah (ew ê gunehên wan dibexşîne û disitrîne û evdên xwe ji aqubeta gunehên xerab mihafeza dike) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

6

Bakara

Ayet: 200Rûpel: 30

Here Ayetê

Dema we îbadetên xwe (yên heccê) qedand, her wekî ku we (di cahilîyê de) bav û kalên xwe bi bîr dianî, yan jî jê hêjî zêdetir Allah zikir bikin/bi bîr bînin. Ji însanan hinek (dema ku dûa dikin wiha) dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê bide me.” Ji yên wiha re li axîretê tu parek tune.

7

Bakara

Ayet: 203Rûpel: 31

Here Ayetê

Di rojên hejmartî (2, 3 û 4’in rojên Îda Qurbanê) de Allah zikir bikin. Kî di du rojan de (di roja sêyemîna îdê de ji bo vegera ji Mînayê) bilezîne li ser wî guneh tune. Kesê ku ji Allah bitirse û xwe biparêze ji herdu rojên ewil şûnde texîr bike (heta roja dawî li Mînayê bimîne), jê re jî guneh tune. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin ku hûn ê (bên vejandin û) di hizûra wî de heşir bibin.

8

Mâide

Ayet: 97Rûpel: 123

Here Ayetê

Allah, Kâ'beya bi navê Beytu’l Heram, mala bi rêz û mehên heram/rûmetdar û qurbanê û ew (qurban) ên sitûyên wan bi gerdeniyan (bi nîşan) in ji bo însanan (ji bo serûberkirina karûbarên dînî û dinyewî) kiriye cihê qiyamê/sipartekê. Ev ji bo wê yekê ye ku hûn bizanibin Allah zanayê hemû tiştên li erd û esmanan e û Allah xwedîyê agahîya her tiştî ye.