Bakara
Ayet: 180Rûpel: 26
Dema yek ji we bikeve ber mirinê û eger malekî/serwetekî li pey xwe bihêle hebe, li ser we hatîye ferzkirin ku bi awayekî marûf/xweşik ji dê û bav û eqrebayên xwe re wesîyet bike. Ev, li ser wan kesên mutteqî heq e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 180Rûpel: 26
Dema yek ji we bikeve ber mirinê û eger malekî/serwetekî li pey xwe bihêle hebe, li ser we hatîye ferzkirin ku bi awayekî marûf/xweşik ji dê û bav û eqrebayên xwe re wesîyet bike. Ev, li ser wan kesên mutteqî heq e.
Ayet: 181Rûpel: 26
Her kî piştî ku vê (wesîyetê) bihîst û wê biguherîne, gunehê wê di sitûyê wan ên guherandine de ye. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 182Rûpel: 27
Lê kesê, ji neheqî yan ji gunehkarîya wî yê ku wesîyetê dike bitirs be; ji ber vê sebebê bikeve navbeyna wan û wan li hev bîne, ji wî re guneh tune. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 233Rûpel: 36
Ew dayîkên bixwazin dema mêtandinê temam bikin, bi dirêjahîya du salên tam dergûşên xwe/zarokên xwe şîr didin/dimêtînin. Li gorî pîvana urf (a belave) hewcetîya xwarin û cil û berg li ser bav e. Tu kes zêdeyî quweta xwe bi berpirsîyarîyekî (bi daxwaza mesrefeke zêde) nayê binbarkirin. Ne dayîk û ne jî bav ji ber zarokên xwe zerar bibîne. Li waris/li mîratxwer jî eynî berpirsîyarî/mesûlîyet dikeve. Eger dê û bav bi hev bişêwirin û bi rizaya xwe bixwazin zarok ji şîr veqetînin, ji bo herduyan jî mehzûrek tune. Eger hûn bixwazin ji zaroka xwe re dêşîr/makeşîr bigirin ji we re mehzûr tune, lê divê hûn heqê (heqdestê) wê dêşîrê/makeşîrê li gorî urfê/maqul û bi xweşî bidinê. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin Allah, tiştên ku hûn dikin dibîne.
Ayet: 240Rûpel: 38
Ji we yên dimirin û di pey xwe de jinebîyan dihêlin; bila wesîyet bikin ku wan ji xanîyên wan dernexînin û heta salekê wan xwedî bikin. Lê ew bixwe derkevin û bi serê xwe der heqê xwe de qerareke li gorî urfê bidin, ji we re guneh tune. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 7Rûpel: 77
(Ji mîrasê) ku dê û bav û eqrebayan hiştîye ji mêran re parek heye. (Ji mîrasê) ku dê û bav û eqrebayan hiştîye ji jinan re jî parek heye. (Ji malê mîrasa ku maye) çi kêm çi zêde (ji hêla/alîyê Allah ve) payeke diyarkirî heye.
Ayet: 8Rûpel: 77
Di parvekirina (mîras) de eger eqreba û sêwî û belengaz/hewcedar li wê derê amade bin, ji wî (mîrasê) wan sûdmend bikin û gotinên xweş ji wan re bibêjin.
Ayet: 9Rûpel: 77
Ew ên ku wê di pey xwe de zarokên biçûk bihêlin û der heqê wan de bi endîşe bin, bila (der barê sêwîyên ku di bin welayeta wan de ne ji Allah) bitirsin. (Ew, ji bo zarokên xwe yên li pey xwe dihêlin muameleyeke çawa ji bo wan hêvî dikin, bila bi wê awayê bi sêwîyan re muamele bikin.) Bila ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û gotina rasterast bibêjin.
Ayet: 10Rûpel: 77
Bêguman ew ên bi neheqî malên sêwîyan dixwin; wan zikê xwe enceq bi agir dagirtine. Û wê bikevin agirekî ku alavên bi erjeng direşîne.
Ayet: 11Rûpel: 77
Allah, der heqê zarokên we de şîret li we dike ku ji mîrasê, ji mêran re bi qasî du para jinan heye. Eger ew (zarokên qîz) ji didûyan zêdetir bin, ji malê yê mirî, ji wan re ji sê paran du par heye. Eger (zarokê keç) bi tenê be nîvê mal ya wê ye. Zarokên (kesê) mirî hebe, ji dê û bavê wî her yekê re ji şeşan yek heye. Eger zarokên (kesê) mirî tunebe û dê û bavê wî jê re waris bin, ji dêya wî re ji sisêyan yek dikeve. Eger birayên wî hebin, para dêya wî ji şeşan yek e. (Ev parvekirin) piştî wesîyeta wî kiriye bê pêkanîn û deynê wî bê dayîn e. Bavên we û zarokên we! Hûn nizanin ku ji wan kîjan di sûdmendîyê de ji we re nêz e. (Ev payên hanê) ji hêla/ji alîyê Allah in ku li ser we ferz kiriye. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 12Rûpel: 78
Eger zarokên wê tune be; nîvê mîrasê jinên we ji we re ye. Eger zarokên wan hebe, piştî ku wesîyet pêk bê û deynên wê bê dayîn ji yê mayî ji çaran yek ji we re ye. Eger zarokên we tune be, ji malê ku we hiştîye ji çaran yek ji jinên we re ye. Eger zarokên we hebe, piştî ku wesîyeta pêk bê û deynên we bê dayîn ji yê mayî ji heştan yek para jinên we ne. Eger waristîya mêr û jin ji ber kelaletîyê be (mîrasa wî kesê bê bav û bê kur) û di pey xwe de birayekî an jî xuşkekî bihêlin, ji her yekî re ji şeşan yek dikeve. Eger ew ji vêya zêdetir bin, piştî wesîyet pêk bê û deynê wî bê dayîn ew di sisêyan yekê de hevpar in. (Ev hemû) divê ji bo ku (waris û mîratxwer) zerar nebînin. (Ev hukmên hanê) li ser we wesîyeta Allah e. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Ayet: 19Rûpel: 79
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we re ne helal e ku hûn bi zorê bibin warisê jinan. Hetanî ku wan fuhşîyatekî eşkere/zina nekiribin, (mehr) a ku we daye wan ji bo bi zorê ji wan bistînin bi zordarî kotekî li wan nekin. Bi wan re hevreboreke bi xweşî bikin. Eger dilê we bi wan nexweş be (acele nekin). Dibe ku tiştên bi xweşa we naçe Allah pir bixêr dike.
Ayet: 33Rûpel: 82
Ji tiştên dê û bav û eqrebayên nêz li pey xwe hiştine, me her yeki kire waris. Para/behra yên ku bi sondên (an jî bi peymanên) we hatine girêdan bidin wan. Bêguman Allah li ser her tiştî şahid e.
Ayet: 176Rûpel: 105
Ji te fetwayê dipirsin. Bibêje: “Allah hukmê kelaletîyê (mîrasa wê kesê bê bav û bê kur) wiha beyan dike: Eger zarokên kesê mirî (ku bibin waris) tunebin û (wek waris) xwişkekê wî hebe nîvê mîrasê ji wê (xwişkê) re ye. Lê xwişk bimire û ji wê tu zarok tune be (birayê wê) jê re dibe waris. Eger xwişkên wî (birayê) dido bin, ji wan re (ji mîrasa bira) ji sisêyan didu heye. Lê (mîratxwerê mêrekî bê zarok) xwişk û bira bin, para mêran bi qasî du parên jinê ye. Ji bo ku hûn şaş nebin/averê nebin Allah ji we re beyan dike. Allah, zanayê her tiştî ye.”