Tewessûl

ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊR

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

4ayet hatin dîtin
Tewessûl
1

Yûnus

Ayet: 18Rûpel: 209

Here Ayetê

Ew dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku feyde û zerar nagihîje wan re îbadet dikin û (wiha) dibêjin: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” Bibêje: “(Allah, îbadeta ji van heyînan re teqez meşrû nekiriye û rayeya şefaetê nedaye wan. Digel vê bi van îdîayan) hûn agahîya tiştê li erd û esmanan ku Allah bi wan ne xeberdar e didin?” Ew (Allah), ji wan tiştên ku jê re şirîk çêdikin munezzeh û herî bilind e.

2

İsrâ

Ayet: 56Rûpel: 286

Here Ayetê

Bibêje: “De heydê gazî wan ên ku we der heqê wan de hêvîya (şefaetê û rayeya teserûfa di kaînatê de û nêzbûna Allah) dikirin, bikin (em binêrin)! Ew ne dikarin zerarekî ji ser we rakin û ne jî dikarin (hêza wan tune ku) rewşa we biguherînin.”

3

İsrâ

Ayet: 57Rûpel: 286

Here Ayetê

Ew (heyîn) ên ku ji wan re dûa dikin bixwe jî ji bo ku nêzî Rabbê xwe bibin li wesîleyan digerin û rahmeta wî dixwazin û ji ezaba wî ditirsin. Lewre ezaba Allah, pêwiste ku jê bê parastin.

4

Zumer

Ayet: 3Rûpel: 457

Here Ayetê

Baldar bin/Dîqat bikin! Dînê xalis aîdê Allah e. Ew ên ji xeynî wî welîyan/dostan digirin (wiha dibêjin:) “Ji bo ku me nêzî Allah bikin em îbadetê wan dikin.” Allah, di mijarên ku tê de ketine îxtîlafê de, wê di navbera wan de hukim bide. Bêguman Allah, kesê derewker û kafir nagihîne hîdayetê.