﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke42 ayetRû Tirş Kir
Sûreya Abese, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil û du (42) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştêyem e. “Abese” tê ser maneya mehdê xwe kir. Ev peyv di destpêka ayeta yekemîn de dibore. Sûre jî bi vê peyvê hatîye navandin. Sebebê nuzûla vê sûreyê bi navê Abdullah b. Mektûm zilamekî kor e. Dema ku Rasûlullah (ass) giregirên Qûreyşîyan dawetê îslamê dikir ev zilam hat û jê hin şîretan daxwaz kir. Rasûlullah (ass) mehdê xwe kir û berê xwe jê zivirand. Li ser vê bûyerê ayetên di destpêka sûreyê de ku Rasûlullah (ass) hişyar dike nazil bûn.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
عَبَسَ وَتَوَلّٰىۙ
Mehdê xwe kir û pişta xwe zivirand.
اَنْ جَٓاءَهُ الْاَعْمٰىۜ
Dema ku ew ê kor (Abdullah b. Ummu Mektum) hat.
وَمَا يُدْر۪يكَ لَعَلَّهُ يَزَّكّٰىۙ
Tu çi dizanî, belkî xwe paqij bikira?
اَوْ يَذَّكَّرُ فَتَنْفَعَهُ الذِّكْرٰىۜ
An jî (ji ayetên guhdar dike) wê şîret bigire û ev şîret wê feyde bidana wî.
اَمَّا مَنِ اسْتَغْنٰىۙ
Lê ew kesê (di helwestekî wekî ku hewcedarîya wî ji Allah û ji dînê wî re tune be) xwe mustexnî/ne hewce dibîne (jî),
فَاَنْتَ لَهُ تَصَدّٰىۜ
Tu berê xwe didî wî (dixwazî ku tesîrê lê bikî).
وَمَا عَلَيْكَ اَلَّا يَزَّكّٰىۜ
Hal ev e ku, ji nepaqijîya wî (ya ji şirkê) ji bo te berpirsîyarîyek tune.
وَاَمَّا مَنْ جَٓاءَكَ يَسْعٰىۙ
Lê belê ew kesê ku (ji bo hînbûna dînê xwe bi awayê daxwazker) bi lez tê cem te;
وَهُوَ يَخْشٰىۙ
Ku ew, (ji Allah) ditirse.
فَاَنْتَ عَنْهُ تَلَهّٰىۚ
Lê belê tu dev jê berdidî û (bi tiştên din) meşxul dibî.
كَلَّٓا اِنَّهَا تَذْكِرَةٌۚ
Qet/Tu Car (wisan neke!) Qet tu guman tune ew, şîretek/bibîrxistinek e.
فَمَنْ شَٓاءَ ذَكَرَهُۢ
Kî bixwaze wê şîret bigire.
ف۪ي صُحُفٍ مُكَرَّمَةٍۙ
(Ayetên wî) di suhûfên/di rûpelên bi rûmet de ne.
مَرْفُوعَةٍ مُطَهَّرَةٍۙ
(Di suhûfên/rûpelên) berzkirî û paqijkirî de.
بِاَيْد۪ي سَفَرَةٍۙ
Bi destên katiban/nivîsyaran (tê nivîsandin).
كِرَامٍ بَرَرَةٍۜ
(Katibên/Nivîsyarên) pir bi rûmet û îtaetkar û qencîkar.
قُتِلَ الْاِنْسَانُ مَٓا اَكْفَرَهُۜ
Însanê qehr lê ketî, çi qas jî nankor e!
مِنْ اَيِّ شَيْءٍ خَلَقَهُۜ
(Allah) ew ji çi tiştî xuliqand?
مِنْ نُطْفَةٍۜ خَلَقَهُ فَقَدَّرَهُۙ
Ji dilopek av xuliqand û teqdîr kir.
ثُمَّ السَّب۪يلَ يَسَّرَهُۙ
Paşê rê jê re hêsan kir.
ثُمَّ اَمَاتَهُ فَاَقْبَرَهُۙ
Paşê ew mirand û kire qebrê.
ثُمَّ اِذَا شَٓاءَ اَنْشَرَهُ
Paşê kî bixwaze ew vedijîne.
كَلَّا لَمَّا يَقْضِ مَٓا اَمَرَهُۙ
Qet/Tu Car! Wî, fermana (Allah) ku lê hatîye kirin hêj pêk neanîye.
فَلْيَنْظُرِ الْاِنْسَانُ اِلٰى طَعَامِه۪ۙ
Însan bila li xwarina xwe binêre.
اَنَّا صَبَبْنَا الْمَٓاءَ صَبًّاۙ
Bêguman me avê pirzêde herikandîye.
ثُمَّ شَقَقْنَا الْاَرْضَ شَقًّاۙ
Paşê me erd (bi derxistina hêşînahîyan) qelişand.
فَاَنْبَتْنَا ف۪يهَا حَبًّاۙ
Me li wê derê teneyan hêşîn kirin.
وَعِنَبًا وَقَضْبًاۙ
Tirî û nefel (ên ji heywanan re dibe êm),
وَزَيْتُونًا وَنَخْلًاۙ
Dara zeytûn û xurmeyan,
وَحَدَٓائِقَ غُلْبًاۙ
Bexçeyên bi darên bilind û gungulî,
وَفَاكِهَةً وَاَبًّاۙ
Fêkîyan û mêrgan/çêreyan,
مَتَاعًا لَكُمْ وَلِاَنْعَامِكُمْۜ
Ji bo feyda we û heywanên we.
فَاِذَا جَٓاءَتِ الصَّٓاخَّةُۘ
Dema ku qîrîn (a Sûrê) tê ku ew guhan ker dike
يَوْمَ يَفِرُّ الْمَرْءُ مِنْ اَخ۪يهِۙ
Ew roj mirov, ji birayê xwe direve,
وَاُمِّهِ وَاَب۪يهِۙ
Ji dê û bavê xwe,
وَصَاحِبَتِه۪ وَبَن۪يهِۜ
Ji jina xwe û ji zarokên xwe.
لِكُلِّ امْرِئٍ مِنْهُمْ يَوْمَئِذٍ شَأْنٌ يُغْن۪يهِۜ
Ew roj, ji her yekî ji wan re karek/derdek wî ku wî meşxûl dike.
وُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ مُسْفِرَةٌۙ
Ew roj (hinek) rû ronî ne/rûgeş in.
ضَاحِكَةٌ مُسْتَبْشِرَةٌۚ
(Rûyên wan) bi ken û bi kêf in.
وَوُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ عَلَيْهَا غَبَرَةٌۙ
Ew roj (hinek) rû hene ku bi tozê wergirtî ne.
تَرْهَقُهَا قَتَرَةٌۜ
Reşetarêyeke (wekî tenîya dûmanê) sîmayên wan nixumandîye.
اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْكَفَرَةُ الْفَجَرَةُ
Ha ewana, ew ên kafir û facir bixwe ne.