Sure 81

Sûreya Tekwîr

Mekke29 ayetPêçan

التكوير
Der barê Sûreyê de

Sûreya Tekwîr, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bîst û neh (29) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û yekemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva “Kuwîret” sitendîye. Ev peyv di ayeta yekemîn de dibore û behsa pêçandina rojê dike ku ev bûyer bixwe ji elametên qiyametê ye. Di sûreyê de serate mijarên qiyamet û wehîy û nubûwet tên bi dest girtin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِذَا الشَّمْسُ كُوِّرَتْۙۖ

Dema ku roj tê pêçandin (û tarîkirin),

وَاِذَا النُّجُومُ انْكَدَرَتْۙۖ

Dema ku stêrk hildiweşin û belav bibin,

وَاِذَا الْجِبَالُ سُيِّرَتْۙۖ

Dema ku çiya tên meşandin,

وَاِذَا الْعِشَارُ عُطِّلَتْۙۖ

Dema ku deveyên avis di rewşa xwe de tên terikandin/bêxwedî dimînin,

وَاِذَا الْوُحُوشُ حُشِرَتْۙۖ

Dema ku heywanên kovî li hev tên civandin,

وَاِذَا الْبِحَارُ سُجِّرَتْۙۖ

Dema ku behr tên pêxistin,

وَاِذَا النُّفُوسُ زُوِّجَتْۙۖ

Dema ku nefs tên hevcotkirin (rûh û ceset digihîjin hev),

وَاِذَا الْمَوْءُ۫دَةُ سُئِلَتْۙ

Dema ku ji qîzika bi saxîtî hatîye binaxkirin tê pirsîn,

بِاَيِّ ذَنْبٍ قُتِلَتْۚ

(Dema tê pirskirin:) “Ji ber çi sûcî hatîye kuştin?”

Tefsîrên Sûreya Tekwîr

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.