Sure 79

Sûreya Nâzîât

Mekke46 ayetYên Derdixin

النازعات
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nâzîât Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û çil û şeş (46) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û nehemîn e. Nâzîât, tê ser maneya kişandin/derxistin. Ev peyv di ayeta ewil de dibore û qesem pê hatîye kirin. Sûre, wek sûreya Nâzîât hatîye navandin. Mijarên serekîn ya di vê sûreyê de ev in: Pêkhatina roja qiyametê û aqûbet û warên ku kesên salih/qenc û mûcrîm/sûcdar wê li axîretê bi cih bibin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالنَّازِعَاتِ غَرْقًاۙ

Sond bi wan ên ji hev derdixin,

وَالنَّاشِطَاتِ نَشْطًاۙ

Bi wan ên bi nermahî distînin,

وَالسَّابِحَاتِ سَبْحًاۙ

Bi wan melevanên ku dimelivin,

فَالسَّابِقَاتِ سَبْقًاۙ

Bi wan ên ku herûdaîm li pêş in,

فَالْمُدَبِّرَاتِ اَمْرًاۢ

Bi wan ên ku karan bi rê ve dibin,

يَوْمَ تَرْجُفُ الرَّاجِفَةُۙ

(Bi van hemûyan sond be ku,) ew roj (qêrîna) hejîner wê (Sûrê) bihejîne.

تَتْبَعُهَا الرَّادِفَةُۜ

Wê (hejîna duyem) di pey wê de bê.

قُلُوبٌ يَوْمَئِذٍ وَاجِفَةٌۙ

Wê rojê qelb, (ji ber tirsa wê dîmena/menzereya ku dibîne) bi şîdet dilerize.

اَبْصَارُهَا خَاشِعَةٌۢ

Çavên wan (ji tirsa) xayîzbûyî dinêrin.

Tefsîrên Sûreya Nâzîât

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.