﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke11 ayetYên Bez Dikin
Sûreya Âdiyât, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û yazdeh (11) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sedemîn e. Navê xwe ji peyva “Âdiyât” sitendîye ku di ayeta yekemîn de dibore û tê ser maneya hespên di rêya Allah (ac) de bi helkehelk û bitews dibezin. Her pênc ayetên ewil wekî ku qiyametê bibîr bixin sehneyên şer teswîr dikin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
وَالْعَادِيَاتِ ضَبْحًاۙ
Sond be bi wan hespên ku bi helkehelk dibezin.
فَالْمُورِيَاتِ قَدْحًاۙ
Bi wan ên ji simên wan (ku li keviran dikevin û) çirûsk direşînin,
فَالْمُغ۪يرَاتِ صُبْحًاۙ
Bi wan ên ku di sibehê de sergirtinê/daneserê dikin,
فَاَثَرْنَ بِه۪ نَقْعًاۙ
Bi wan ên toz û dûman bi hev dixin,
فَوَسَطْنَ بِه۪ جَمْعًاۙ
Bi wan ên ku noqî nava koma (dijmin) dibin. (Bi van hemûyan sond be ku;)
اِنَّ الْاِنْسَانَ لِرَبِّه۪ لَكَنُودٌۚ
Bêguman însan, li dij Rabbê xwe pir nankor e.
وَاِنَّهُ عَلٰى ذٰلِكَ لَشَه۪يدٌۚ
Bi rastî, ew bixwe jî li ser vê şahid e.
وَاِنَّهُ لِحُبِّ الْخَيْرِ لَشَد۪يدٌۜ
Muheqeq ji ber ku dildayîyê mal e, ew pir qesîs e.
اَفَلَا يَعْلَمُ اِذَا بُعْثِرَ مَا فِي الْقُبُورِۙ
Ma nizane? Dema ku ew ên di goran de ne wê bên derketin,
وَحُصِّلَ مَا فِي الصُّدُورِۙ
Û dema tiştê ku di singan de ye derdikeve holê?
اِنَّ رَبَّهُمْ بِهِمْ يَوْمَئِذٍ لَخَب۪يرٌ
Qet guman tune ew roj, Rabbê wan ji wan agahdar e.