Sure 99

Sûreya Zîlzal

Medîne8 ayetErdhej

الزلزلة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Zîlzal, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û heşt (8) ayet e. Di Qur’anê de sûreya not û nehemîn e. Kelîmeya Zîlzal, tê ser maneya erdhejî/zelzele. Sûre jî navê xwe ji vê peyvê sitendîye ku ev peyv dawîya ayeta yekemîn de dibore. Destpêka sûreyê bibîrxistina zelzeleyekî mezin ku wê erd bihejîne û ew roj dê hemû giranîyên xwe derxîne derve. Sûre radigihîne ku hemû însan dê piştî mirinê bivejin û mukâfat an jî cezayê amelên xwe bibinin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ

Erd, dema ku bi hejeke bişîdet diheje,

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ

Û dema erd giranîyên xwe (mirîyan û madenan) derdixe,

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَقَالَ الْاِنْسَانُ مَا لَهَاۚ

Dema ku însan dibêje: “Çi dibe ji vê wisa?”

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَوْمَئِذٍ تُحَدِّثُ اَخْبَارَهَاۙ

Ew roj erd, xeberên (wan tiştên li ser wê qewimîne) vedibêje.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

بِاَنَّ رَبَّكَ اَوْحٰى لَهَاۜ

Lewre Rabbê te jê re wehîy kiriye, (de “biaxive”).

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَوْمَئِذٍ يَصْدُرُ النَّاسُ اَشْتَاتًاۙ لِيُرَوْا اَعْمَالَهُمْۜ

Ew roj însan, ji bo ku amelên wan ji wan re xuya bibe kom bi kom (ji cihên xwe) derdikevin.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ خَيْرًا يَرَهُۜ

Kî bi qasî misqalê zerre xêrek/qencîyek kiribe, dê wê bibîne.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ شَرًّا يَرَهُ

Kî jî bi qasî misqalê zerre şerek/xerabîyek kiribe, dê wê bibîne.