﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke35 ayetGirên Qûmê
Sûreya Ahqâf, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî û pênc (35) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û şeşemîn e. Sûre navê xwe ji ayeta 21. distîne. Ahqâf, peyveke pirjimara hiqf e û tê ser maneya loda qûmê ya ku bilind û meyildar e. Hûd (as) dema ku wan bal bi tewhîdê vê dawet dikir qewmê Ad li wê warê cihwar bûn. Di vê sûreyê de rikdarîya kafiran û hin taybetîyên Qur’ana Kerîm û Rasûlullah (ass) tê vegotin û behsa şîreta qencîkarîya ji dê û bav re tê kirin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
حٰمٓ
Hâ, Mîm.
تَنْز۪يلُ الْكِتَابِ مِنَ اللّٰهِ الْعَز۪يزِ الْحَك۪يمِ
Nazilkirina Kitêbê ji alî (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm ve ye.
مَا خَلَقْنَا السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَٓا اِلَّا بِالْحَقِّ وَاَجَلٍ مُسَمًّىۜ وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا عَمَّٓا اُنْذِرُوا مُعْرِضُونَ
Me erd û esman û tiştên di navbera her duyan de enceq bi heq û heta demeke diyarkirî xuliqand. Kafir ew in ku; ji wê tiştê ku pê tên hişyarkirin rû vedigerînin.
قُلْ اَرَاَيْتُمْ مَا تَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ اَرُون۪ي مَاذَا خَلَقُوا مِنَ الْاَرْضِ اَمْ لَهُمْ شِرْكٌ فِي السَّمٰوَاتِۜ ا۪يتُون۪ي بِكِتَابٍ مِنْ قَبْلِ هٰذَٓا اَوْ اَثَارَةٍ مِنْ عِلْمٍ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Bibêje: “Ew ên ji xeynî Allah we dûa li wan dikirin we dît? De nîşanî min bidin ka wan li ser rûyê erdê çi xuliqandine an jî qey hevkarîyeke wan di esmanan de heye? Eger hûn rastbêj in, de ka kitêbeke ku berîya vê (Qur'anê) hatibe an jî berhemekê ji ilmê (pêşîyan) ji min re bînin.
وَمَنْ اَضَلُّ مِمَّنْ يَدْعُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ مَنْ لَا يَسْتَج۪يبُ لَهُٓ اِلٰى يَوْمِ الْقِيٰمَةِ وَهُمْ عَنْ دُعَٓائِهِمْ غَافِلُونَ
Ma ew kesê ku dev ji Allah berdide û dûayê wan tiştan dike ku heta qiyametê wê nikaribin îcabetî (dûayên) wî bikin jê rêşaştir kî heye? Ew (ên ku dûa li wan tên kirin) ji wan dûayan bêxeber in.
وَاِذَا حُشِرَ النَّاسُ كَانُوا لَهُمْ اَعْدَٓاءً وَكَانُوا بِعِبَادَتِهِمْ كَافِر۪ينَ
Dema ku însan (tên vejandin û) li hevdu tên civandin, ew (ên dûa li wan dikirin) ji wan re dibin dijmin û perestîya wan înkar dikin.
وَاِذَا تُتْلٰى عَلَيْهِمْ اٰيَاتُنَا بَيِّنَاتٍ قَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لِلْحَقِّ لَمَّا جَٓاءَهُمْۙ هٰذَا سِحْرٌ مُب۪ينٌۜ
Dema ayetên me yên vikîvekirî ji wan re tên xwendin, ew ên kafir ji bo heq a ku ji wan re hatîye re wiha gotin: “Ev sêhrekî vikîvekirî ye.”
اَمْ يَقُولُونَ افْتَرٰيهُۜ قُلْ اِنِ افْتَرَيْتُهُ فَلَا تَمْلِكُونَ ل۪ي مِنَ اللّٰهِ شَيْـًٔاۜ هُوَ اَعْلَمُ بِمَا تُف۪يضُونَ ف۪يهِۜ كَفٰى بِه۪ شَه۪يدًا بَيْن۪ي وَبَيْنَكُمْۜ وَهُوَ الْغَفُورُ الرَّح۪يمُ
Nexwe wiha dibêjin: “Wî bi lihevanîna wê (Qur'an) îftîra (li Allah) kiriye?” Bibêje: “Eger min ew lihev anîbe wê çaxê (li dij ezaba ku wê ji min re bê) qet tu feydeya we nagihîje min. Ew, bi zêde pê de çûnên we ku hûn dikin çêtir dizane. Di navbera min û we de wek şahid ew bes e. Ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
قُلْ مَا كُنْتُ بِدْعًا مِنَ الرُّسُلِ وَمَٓا اَدْر۪ي مَا يُفْعَلُ ب۪ي وَلَا بِكُمْۜ اِنْ اَتَّبِعُ اِلَّا مَا يُوحٰٓى اِلَيَّ وَمَٓا اَنَا۬ اِلَّا نَذ۪يرٌ مُب۪ينٌ
Bibêje: “Ez ne ewilê/pêşîvanên pêxemberan im. Û ez nizanim wê çi ji min ji û ji we bê kirin. Ez bitenê didim pey wehîya ku ji min re hatîye. Ez enceq hişyarkerekî vikîvekirî me.”
قُلْ اَرَاَيْتُمْ اِنْ كَانَ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ وَكَفَرْتُمْ بِه۪ وَشَهِدَ شَاهِدٌ مِنْ بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ عَلٰى مِثْلِه۪ فَاٰمَنَ وَاسْتَكْبَرْتُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ۟
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger (ew Qur'an) ji îndallah be û we jî ew înkar kiribe; şahidekî ji Benî Îsraîl li ser menendê/mislê wê şahidî kiribe û îman anîbe û hûn jî bi sêhrê ketibin (di vê rewşê de ji we rêşaştir kî heye)?” Bêguman Allah, qewmê zilimkar hîdayet nake.
وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَوْ كَانَ خَيْرًا مَا سَبَقُونَٓا اِلَيْهِۜ وَاِذْ لَمْ يَهْتَدُوا بِه۪ فَسَيَقُولُونَ هٰذَٓا اِفْكٌ قَد۪يمٌ
Kafiran ji bo mûmînan gotin: “Eger ew (dîn,) tiştekî bixêrtir bûya evana (di qebûlkirina wê de) nediketin pêşîya me.” Lê ji bo ku ew bi wê negihîştine hîdayetê jî wê bibêjin: “Ev, îftîrayeke/lihevanîneke kevnar e.”
وَمِنْ قَبْلِه۪ كِتَابُ مُوسٰٓى اِمَامًا وَرَحْمَةًۜ وَهٰذَا كِتَابٌ مُصَدِّقٌ لِسَانًا عَرَبِيًّا لِيُنْذِرَ الَّذ۪ينَ ظَلَمُواۗ وَبُشْرٰى لِلْمُحْسِن۪ينَ
Berîya wê de bi Kitêba Mûsa jî ku rehber û rahmet e (îman neanîbûn). Ev (Qur'an) jî Kitêbek e ku ji bo ew ên zilimkar hişyar bike û ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin re bibe mizgînî û (ji bo ku ji wan kitêbên berîya xwe re) bibe tesdîqkar, bi zimanê Erebî hatîye daxistin.
اِنَّ الَّذ۪ينَ قَالُوا رَبُّنَا اللّٰهُ ثُمَّ اسْتَقَامُوا فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَۚ
Bêguman, ew ên piştî ku gotine: “Rabbê me Allah e” û li ser îstîqametê sebat kirine, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
اُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ الْجَنَّةِ خَالِد۪ينَ ف۪يهَاۚ جَزَٓاءً بِمَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Ew, ehlê cennetê ne û wek berdêla amelên xwe wê di wir de ebedî dimînin.
وَوَصَّيْنَا الْاِنْسَانَ بِوَالِدَيْهِ اِحْسَانًاۜ حَمَلَتْهُ اُمُّهُ كُرْهًا وَوَضَعَتْهُ كُرْهًاۜ وَحَمْلُهُ وَفِصَالُهُ ثَلٰثُونَ شَهْرًاۜ حَتّٰٓى اِذَا بَلَغَ اَشُدَّهُ وَبَلَغَ اَرْبَع۪ينَ سَنَةًۙ قَالَ رَبِّ اَوْزِعْن۪ٓي اَنْ اَشْكُرَ نِعْمَتَكَ الَّت۪ٓي اَنْعَمْتَ عَلَيَّ وَعَلٰى وَالِدَيَّ وَاَنْ اَعْمَلَ صَالِحًا تَرْضٰيهُ وَاَصْلِحْ ل۪ي ف۪ي ذُرِّيَّت۪يۚ اِنّ۪ي تُبْتُ اِلَيْكَ وَاِنّ۪ي مِنَ الْمُسْلِم۪ينَ
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ نَتَقَبَّلُ عَنْهُمْ اَحْسَنَ مَا عَمِلُوا وَنَتَجَاوَزُ عَنْ سَيِّـَٔاتِهِمْ ف۪ٓي اَصْحَابِ الْجَنَّةِۜ وَعْدَ الصِّدْقِ الَّذ۪ي كَانُوا يُوعَدُونَ
Ha evana kesên wisan in ku, em amelên wan ên xweşik qebûl dikin û gunehên wan dibexşînin û ew di nava ehlê cennetê de ne. (Ev,) ehda/soza rastîyê ya ku ji wan re hatibû weadkirin e.
وَالَّذ۪ي قَالَ لِوَالِدَيْهِ اُفٍّ لَكُمَٓا اَتَعِدَانِن۪ٓي اَنْ اُخْرَجَ وَقَدْ خَلَتِ الْقُرُونُ مِنْ قَبْل۪ي وَهُمَا يَسْتَغ۪يثَانِ اللّٰهَ وَيْلَكَ اٰمِنْۗ اِنَّ وَعْدَ اللّٰهِ حَقٌّۚ فَيَقُولُ مَا هٰذَٓا اِلَّٓا اَسَاط۪يرُ الْاَوَّل۪ينَ
Ew kesê ku ji dê û bavê xwe re dibêje: “Of ji we re! Digel ku berîya min gelek nifş/nesil hatine û çûne (û tu kes ji wan ji gorê dernehatine) ma hûn bi (vejandin û) derketina ji gorê min tehdît dikin? (Dê û bavê wî) alîkarî ji Allah xwestin û gotin: “Xwelî li serê te be, îman bîne. Bêguman weada Allah heq e.” Lê wî wiha got: “Ev, bitenê çîrokên pêşîyan e.”
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ حَقَّ عَلَيْهِمُ الْقَوْلُ ف۪ٓي اُمَمٍ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِمْ مِنَ الْجِنِّ وَالْاِنْسِۜ اِنَّهُمْ كَانُوا خَاسِر۪ينَ
Evana ew kes in; wekî ku ji nava cin û însanan ummetên berîya wan, ezab li ser wan jî heq bûye. Bêşik ew, bi xusranê ketine.
وَلِكُلٍّ دَرَجَاتٌ مِمَّا عَمِلُواۚ وَلِيُوَفِّيَهُمْ اَعْمَالَهُمْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Ji bo her yek ji wan (di berdêla) amelên wan de mertebeyên wan hene. Heta ku amelên wan wê ji wan re bêkêmasî bê dayîn û neheqî li wan nayê kirin.
وَيَوْمَ يُعْرَضُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا عَلَى النَّارِۜ اَذْهَبْتُمْ طَيِّبَاتِكُمْ ف۪ي حَيَاتِكُمُ الدُّنْيَا وَاسْتَمْتَعْتُمْ بِهَاۚ فَالْيَوْمَ تُجْزَوْنَ عَذَابَ الْهُونِ بِمَا كُنْتُمْ تَسْتَكْبِرُونَ فِي الْاَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَبِمَا كُنْتُمْ تَفْسُقُونَ۟
Wê roja ku wê kafir ji agir re bên rapêşkirin (ji wan re tê gotin:) “We di jiyana xwe ya dinyayê de hemû xweşî zayî kir/qedand û hûn jê sûdmend bûn û we kêf kir. Lê belê ji bo ku we li ser rûyê erdê bi neheqî quretî dikir û ji ber fasiqtîya we hûn ê îro bi ezabekî riswaker bên cezakirin.”
وَاذْكُرْ اَخَا عَادٍۜ اِذْ اَنْذَرَ قَوْمَهُ بِالْاَحْقَافِ وَقَدْ خَلَتِ النُّذُرُ مِنْ بَيْنِ يَدَيْهِ وَمِنْ خَلْفِه۪ٓ اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّا اللّٰهَۜ اِنّ۪ٓي اَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ عَظ۪يمٍ
Birayê (qewmê) Ad (Hûd) jî bi bîr bîne ku wî, qewmê xwe li (cihê ku jê re tê gotin) Ahqâf de hişyar kiribû. Bêşik berîya wî û piştî wî jî gelek hişyarker hatibûn û çûbûn (û wiha gotibûn) “Ji Allah pê ve ji kesekî din re îbadet nekin. Bêguman ez, ji bo we ji ezaba rojeke mezin ditirsim.”
قَالُٓوا اَجِئْتَنَا لِتَأْفِكَنَا عَنْ اٰلِهَتِنَاۚ فَأْتِنَا بِمَا تَعِدُنَٓا اِنْ كُنْتَ مِنَ الصَّادِق۪ينَ
Gotin: “Ma ji bo ku tu me (bi derewên xwe) ji îlâhên me dûr bikî ji me re hatî? Eger tu di gotina xwe de rast î, de ka (ezab) a ku tu me pê ditirsînî bîne (em bibînin).”
قَالَ اِنَّمَا الْعِلْمُ عِنْدَ اللّٰهِۘ وَاُبَلِّغُكُمْ مَٓا اُرْسِلْتُ بِه۪ وَلٰكِنّ۪ٓي اَرٰيكُمْ قَوْمًا تَجْهَلُونَ
Got: “Agahî (ya li ser dema hatina ezabê) li îndallah/li cem Allah e. Ez ew (heqîqet) ên ku pê hatime şandin ji we re radigihînim/teblîx dikim. Lê belê ez we, wek qewmekî ku xwe li cahiltîyê datînin, dibînim.”
فَلَمَّا رَاَوْهُ عَارِضًا مُسْتَقْبِلَ اَوْدِيَتِهِمْۙ قَالُوا هٰذَا عَارِضٌ مُمْطِرُنَاۜ بَلْ هُوَ مَا اسْتَعْجَلْتُمْ بِه۪ۜ ر۪يحٌ ف۪يهَا عَذَابٌ اَل۪يمٌۙ
Çi dema wan ew (ezab) weke ewrekî dîtin ku berê xwe dabû ser newalên wan (di nav kêfxweşîyê de) gotin: “Ev ewrek e dê baranê li ser me bibarîne.” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew, (ezab) a ku we lezgînîya hatina wî dikir e. Ew bayek e ku di navê de ezabeke biêş û jan heye…
تُدَمِّرُ كُلَّ شَيْءٍ بِاَمْرِ رَبِّهَا فَاَصْبَحُوا لَا يُرٰٓى اِلَّا مَسَاكِنُهُمْۜ كَذٰلِكَ نَجْزِي الْقَوْمَ الْمُجْرِم۪ينَ
Bi emrê Rabbê te her tiştî serûbinî hev/tarûmar dike. Wisan ku; ji xanîyên ku tê de rudiniştin pê ve tiştek xuya nebû. Em, qewmê mucrîm/sûcdar ên gunehkar ha wisan ceza dikin.
وَلَقَدْ مَكَّنَّاهُمْ ف۪يمَٓا اِنْ مَكَّنَّاكُمْ ف۪يهِ وَجَعَلْنَا لَهُمْ سَمْعًا وَاَبْصَارًا وَاَفْـِٔدَةًۘ فَمَٓا اَغْنٰى عَنْهُمْ سَمْعُهُمْ وَلَٓا اَبْصَارُهُمْ وَلَٓا اَفْـِٔدَتُهُمْ مِنْ شَيْءٍ اِذْ كَانُوا يَجْحَدُونَ بِاٰيَاتِ اللّٰهِ وَحَاقَ بِهِمْ مَا كَانُوا بِه۪ يَسْتَهْزِؤُ۫نَ۟
Sond be, hêza/desthilatdarîya/îmkanên ku ji we re nehatîye dayîn, me dabû wan. Me gûh û çav û qelban dabû wan. Ne guhên wan û ne çavên wan û ne jî qelbên wan qet tu feyde neda wan. Lewre wan ayetên Allah înkar dikirin. Û ew (ezab) a ku tinazên xwe pê dikirin, hawîrdor ew dorpêç kir.
وَلَقَدْ اَهْلَكْنَا مَا حَوْلَكُمْ مِنَ الْقُرٰى وَصَرَّفْنَا الْاٰيَاتِ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Sond be, me pirên belde/şar ên derdora we helak kirin. Ji bo ku (bi bal heqqê ve) bizîvirin me ayetan bi awayên pircure beyan kir.
فَلَوْلَا نَصَرَهُمُ الَّذ۪ينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ قُرْبَانًا اٰلِهَةًۜ بَلْ ضَلُّوا عَنْهُمْۚ وَذٰلِكَ اِفْكُهُمْ وَمَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
Ma ne hewce bû ew heyînên (ji bo ku wan nêzîkî Allah) bikin ji xeynî Allah ji xwe re wek îlâh girtibûn, alîkarîya wan bikirana? Berevajî, ew (di dema ezabê de) ji ber wan winda bûn çûn. Ev îdîaya wan (ku dibêjin îlâhên wan alîkarîyê dikin), derew û bêbextîyên wan e.
وَاِذْ صَرَفْنَٓا اِلَيْكَ نَفَرًا مِنَ الْجِنِّ يَسْتَمِعُونَ الْقُرْاٰنَۚ فَلَمَّا حَضَرُوهُ قَالُٓوا اَنْصِتُواۚ فَلَمَّا قُضِيَ وَلَّوْا اِلٰى قَوْمِهِمْ مُنْذِر۪ينَ
Wê demê me berê komek cin dabû te û wan li Qur‘anê guhdarî dikirin. Dema ku hatin (nav cîvata ku Qur'an) tê xwendin (ji hev re) gotin: “Hiş bin!” Dema ku (xwendina wê) qedîya, ew bi hişyarkerî bi bal qewmê xwe ve vegerîyan.
قَالُوا يَا قَوْمَنَٓا اِنَّا سَمِعْنَا كِتَابًا اُنْزِلَ مِنْ بَعْدِ مُوسٰى مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ يَهْد۪ٓي اِلَى الْحَقِّ وَاِلٰى طَر۪يقٍ مُسْتَق۪يمٍ
Gotin: “Gelî qewmê me! Bi rastî me li kitêbekê guhdarî kir ku ew; piştî Mûsa hatîye daxistin û kitêbên berîya xwe tesdîq dike û gazî heqîyê û rêya rasterast dike.”
يَا قَوْمَنَٓا اَج۪يبُوا دَاعِيَ اللّٰهِ وَاٰمِنُوا بِه۪ يَغْفِرْ لَكُمْ مِنْ ذُنُوبِكُمْ وَيُجِرْكُمْ مِنْ عَذَابٍ اَل۪يمٍ
“Gelî qewmê me! Îcabetî dawetvanê Allah bikin û îman pê bînin da ku gunehên we bibexşîne û we ji ezabê biêş û jan biparêze.”
وَمَنْ لَا يُجِبْ دَاعِيَ اللّٰهِ فَلَيْسَ بِمُعْجِزٍ فِي الْاَرْضِ وَلَيْسَ لَهُ مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءُۜ اُو۬لٰٓئِكَ ف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ
“Kî jî îcabetî dawetvanê Allah neke ew, dê nikaribe li ser rûyê erdê (Allah) aciz bihêle. Û ji bo wî ji xeynî Allah welî/dost jî tunin. Evana di nava rêşaşîtîyeke vikîvekirî de ne.”
اَوَلَمْ يَرَوْا اَنَّ اللّٰهَ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَلَمْ يَعْيَ بِخَلْقِهِنَّ بِقَادِرٍ عَلٰٓى اَنْ يُحْيِيَ الْمَوْتٰىۜ بَلٰٓى اِنَّهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
Ma ew nabînin ew Allahê ku di ber xuliqandina erd û esmanan de newestîyaye, qadir e ku mirîyan jî bivejîne? Erê, bêguman ew li ser her tiştî qadir e.
وَيَوْمَ يُعْرَضُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا عَلَى النَّارِۜ اَلَيْسَ هٰذَا بِالْحَقِّۜ قَالُوا بَلٰى وَرَبِّنَاۜ قَالَ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنْتُمْ تَكْفُرُونَ
Roja ku kafir ji agir re tên rapêşkirin (ji wan re tê gotin:) “Ma ev, ne rast/ne heq bû?” (Ew jî dibêjin:) “Belê, Sond bi Rabbê me ku (rast e/heq e).” Bibêje: “De ji ber kafirbûna xwe ezabê bitamînin (em binêrin).”
فَاصْبِرْ كَمَا صَبَرَ اُو۬لُوا الْعَزْمِ مِنَ الرُّسُلِ وَلَا تَسْتَعْجِلْ لَهُمْۜ كَاَنَّهُمْ يَوْمَ يَرَوْنَ مَا يُوعَدُونَۙ لَمْ يَلْبَثُٓوا اِلَّا سَاعَةً مِنْ نَهَارٍۜ بَلَاغٌۚ فَهَلْ يُهْلَكُ اِلَّا الْقَوْمُ الْفَاسِقُونَ
Tu jî wekî wan pêxemberên Ulu’l-Azm sebir bike! Ji bo (ku ji wan re ezab were) nelezîne. Roja ew (ezab) a ku pê hatibûn tehdîtkirin dibînin, ji wan weye ku ew tenê bi qasî seatekî rojê (li dinyayê) mane. (Ev,) teblîxek e/dazanînek e. Erê ma ji qewmekî fasiq pê ve kes tê helakkirin?