Sure 47

Sûreya Muhammed

Medîne38 ayetMuhammed

محمد
Der barê Sûreyê de

Sûreya Muhammed, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û sî û heşt (38) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û heftemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva “Muhammed” ku di ayeta duyemîn de dibore sitendîye û wek sûreya Muhammed hatîye navandin. Sûre di naveroka xwe de mijarên rewşa mûmînan û kafiran û hîcretê vedibêje. Li ser mijara dema pêdivîyê de çarenîna şera bi muşrîkan re disekine. Ji ber vê yeke wek “Sûreya Qîtal/Şer” jî hatîye binav kirin. Behsa tehlîlên/analîzên derûnîya munafiqan jî dike. Ligel vê giringîyê dide vê mijarê ku; kesên mûmîn ji bo civaka îslamê biparêzin û berztir bikin divê bi mal û canên xwe xebat û xizmet bikin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَصَدُّوا عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ اَضَلَّ اَعْمَالَهُمْ

(Allah,) amelê wan kesên ku bûne kafir û rêya Allah ji ber însanan digirin pûç dike.

وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَاٰمَنُوا بِمَا نُزِّلَ عَلٰى مُحَمَّدٍ وَهُوَ الْحَقُّ مِنْ رَبِّهِمْۙ كَفَّرَ عَنْهُمْ سَيِّـَٔاتِهِمْ وَاَصْلَحَ بَالَهُمْ

Xerabîyên wan ên îman anîne û amelên salih kirine û bi ya ku ji Muhammed re nazil bûye -ku ew heq e û ji Rabbê wan hatîye- îman anîne dinixûmîne û (hest û ramanên wan jî tê de) hemû rewşên wan isleh dike.

ذٰلِكَ بِاَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا اتَّبَعُوا الْبَاطِلَ وَاَنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّبَعُوا الْحَقَّ مِنْ رَبِّهِمْۜ كَذٰلِكَ يَضْرِبُ اللّٰهُ لِلنَّاسِ اَمْثَالَهُمْ

Bu, kâfirlerin batıla uyması, iman edenlerin ise Rabblerinden gelen hakka uyması nedeniyledir. İşte Allah insanlara, kendilerine ait örnekleri böyle açıklar.

فَاِذَا لَق۪يتُمُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا فَضَرْبَ الرِّقَابِۜ حَتّٰٓى اِذَٓا اَثْخَنْتُمُوهُمْ فَشُدُّوا الْوَثَاقَۙ فَاِمَّا مَنًّا بَعْدُ وَاِمَّا فِدَٓاءً حَتّٰى تَضَعَ الْحَرْبُ اَوْزَارَهَاۚۛ ذٰلِكَۜۛ وَلَوْ يَشَٓاءُ اللّٰهُ لَانْتَصَرَ مِنْهُمْۙ وَلٰكِنْ لِيَبْلُوَ۬ا بَعْضَكُمْ بِبَعْضٍۜ وَالَّذ۪ينَ قُتِلُوا ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِ فَلَنْ يُضِلَّ اَعْمَالَهُمْ

Dema hûn di şer de leqayî kafiran hatin, li sitûyên wan bixin. Gava ku we muqawemeta wan şikand û hûn bi ser ketin, bendika/qeyda (yên dîl/êsîr) zexm girêdin. Piştî vê, êdî hûn dixwazin bi qencî wan berdin an jî fidyê ji wan bistînin û hêj wan berdin. Hetanî ku şer giranîyên xwe berde (û biqede) bi vê awayê muamele bikin. Ha wisan… Eger Allah bixwesta dikaribû (bi helakkirina wan) tol/heyf ji wan sitendibana. Lê ji bo ku hin ji we bi hinên din îmtîhan bike (emrê cîhadê kir). Ew kesên di rêya wî de hatine kuştin, wê Allah amelên wan zayî/winda neke.

سَيَهْد۪يهِمْ وَيُصْلِحُ بَالَهُمْۚ

Dê wan bigihîjîne hîdayetê û rewşa wan bitevahî isleh bike.

وَيُدْخِلُهُمُ الْجَنَّةَ عَرَّفَهَا لَهُمْ

Û dê wan bixe wê cenneta ku (li dinyayê) bi wan dabû naskirin.

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِنْ تَنْصُرُوا اللّٰهَ يَنْصُرْكُمْ وَيُثَبِّتْ اَقْدَامَكُمْ

Gelî ew ên îman anîne! Eger hûn alîkarîya Allah bikin, (wê Allah jî) alîkarîya we bike û wê pîyên/lingên we qayîm bike.

وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا فَتَعْسًا لَهُمْ وَاَضَلَّ اَعْمَالَهُمْ

Heçî ew ên kafir jî Allah wan helak bike/heqê wan helak e. Amelên wan jî pûç/betal kiriye.

ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ كَرِهُوا مَٓا اَنْزَلَ اللّٰهُ فَاَحْبَطَ اَعْمَالَهُمْ

Ev, ji ber ku wan tiştên ku Allah nazil kiriye kerîh didîtin (xweş nedîtine). (Allah) amelên wan pûç/betal kirin.

Tefsîrên Sûreya Muhammed

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.