Sure 45

Sûreya Câsîye

Mekke37 ayetYên li ser Çokan

الجاثية
Der barê Sûreyê de

Sûreya Câsîye, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sî û heft (37) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û pêncemîn e. Peyva Câsîye, di ayeta 28. de dibore û tê ser maneya çokdayî û wek sûreya Câsîye navê xwe ji vê ayetê girtîye. Wekî wan sûreyên Mekkî yên din di vê sûreyê de jî herî zêde li ser mijara aqîdeya tewhîdê û îmanê hatîye sekinandin. Bi taybetî jî li ser îmana bi axîretê bal tê kişandin. Wekî din ev mijarên hanê jî di sûreyê de tên vegotin: Qûdreta Allah (ac) û giringîya wehîyê û pêwistîya bawerîya wehîye û rewşa kesên vejîna piştî mirinê înkar dikin û roja qiyametê û rewşa mûmîn û kafiran ku ji hêla rûmetê ve qet tu car nabin wekehev.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

تَنْز۪يلُ الْكِتَابِ مِنَ اللّٰهِ الْعَز۪يزِ الْحَك۪يمِ

Nazilkirina Kitêbê ji alîyê/ji hêla (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm ve ye.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ لَاٰيَاتٍ لِلْمُؤْمِن۪ينَ

Bêguman di erd û esmanan de ji bo mûmînan ayet (ên ku delaletê wehdanîyet û ezameta wî dikin) hene.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَف۪ي خَلْقِكُمْ وَمَا يَبُثُّ مِنْ دَٓابَّةٍ اٰيَاتٌ لِقَوْمٍ يُوقِنُونَۜ

Di xuliqandina we de û di heyînên li ser rûyê erdê belav bûyî de jî ji bo civakeke bawermend ayet hene.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاخْتِلَافِ الَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَمَٓا اَنْزَلَ اللّٰهُ مِنَ السَّمَٓاءِ مِنْ رِزْقٍ فَاَحْيَا بِهِ الْاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا وَتَصْر۪يفِ الرِّيَاحِ اٰيَاتٌ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَۙ

Di guhartina şev û rojê de û di rizqa/di barana ku Allah ji esman daxistîye û piştî mirinê erd bi wê vejandîye û di gerandina bayê ji bo civakeke aqilmend ayet hene.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

تِلْكَ اٰيَاتُ اللّٰهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّۚ فَبِاَيِّ حَد۪يثٍ بَعْدَ اللّٰهِ وَاٰيَاتِه۪ يُؤْمِنُونَ

Ha evana, ayetên Allah in ku em ji te re wek heq dixwînin. Êdî ew piştî (pê ne bawerîya) Allah û ayetên wî, wê bi kîjan peyvê bawerî bînin?

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَيْلٌ لِكُلِّ اَفَّاكٍ اَث۪يمٍۙ

Xwelî li serê wan kesan be ku pirzêde derew û bêbextîyan dikin û pirzêde gunehkar in!

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَسْمَعُ اٰيَاتِ اللّٰهِ تُتْلٰى عَلَيْهِ ثُمَّ يُصِرُّ مُسْتَكْبِرًا كَاَنْ لَمْ يَسْمَعْهَاۚ فَبَشِّرْهُ بِعَذَابٍ اَل۪يمٍ

Ku ew ayetên Allah yên jê re tên xwendin dibihîze, lê wekî qet seh nekiribe bi fortandina mezinahîyê (di kufra xwe de) asê dimîne. Mizgîna ezabekî biêş û jan bide wî.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِذَا عَلِمَ مِنْ اٰيَاتِنَا شَيْـًٔاۨ اتَّخَذَهَا هُزُوًاۜ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مُه۪ينٌۜ

Eger ji ayetên me tiştekî hîn bibe, ew dike mijara tinazê. Ji bo yên wisan ezabekî riswaker heye.