Vegere Sûreya Âl-î Îmrân

Âl-î Îmrânآل عمران

151. Ayet

151Sûreya Âl-î Îmrân
Di Mushefê de Veke

سَنُلْق۪ي ف۪ي قُلُوبِ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا الرُّعْبَ بِمَٓا اَشْرَكُوا بِاللّٰهِ مَا لَمْ يُنَزِّلْ بِه۪ سُلْطَانًاۚ وَمَأْوٰيهُمُ النَّارُۜ وَبِئْسَ مَثْوَى الظَّالِم۪ينَ

Ji ber tiştên ku Allah der heqê wan de tu delîl nazil nekiriye ji Allah re kirine şirîk, em ê tirsekî dijwar biavêjin qelbê kafiran. Sitargeha wan cehennem e. Sitargeha zilimkaran çi qas xerab e!

Jêrenot
(Allah di van ayetan de (6/En’âm, 81; 7/A’râf, 33) beyan dike ku der heqê şirkê de qet tu delîl nazil nekiriye. Di van ayetan de jî (7/A’râf, 71; 12/Yûsuf, 40; 22/Hecc, 71; 53/Necm, 23) eşkere kiriye ku di der barê tiştên weke pût û meqber û serok û rehberên dînî an sîyasî ku bi van ji Allah re şirîk çêdikin, qet tu delîl nazil nekiriye. Qur’ana Kerîm di hevokeke ku tê de peyveke neyînî radigihîne emilandîye û vê jî (di zimanê Erebî de) bi herfê cer a “mîn” xurtandîye. Herwiha Allah (ac) di mijara şirkê de gotina dawî beyan kiriye. Ji bo şirkê qet tu delîlê şer’î û aqlî nîne û tu carî jî nabe. Ji ber ku di destê muşrîkan de delîl tune, di vê rewşê de ji bo wan mazeret jî tune. Qewmên muşrîk di Qur’anê de bi parastina şeytan û cinan (4/Nîsa, 117; 19/Meryem, 44; 34/Sebe’, 40-41) û bi îlâh girtina nefsên xwe (25/Furqân, 43) û bi tevgerînên bi zen û bi saw/bi rawêj (6/En’âm, 148) hatine sûcdar kirin.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

151- Biz kâfirlerin kalplerine korku salacağız. Çünkü onlar kendilerine hiçbir güç verilmemiş olan nesneleri Allah `a ortak koşmuşlardır. Onların gidecekleri yer Cehennem'dir. Zalimlerin varacağı yer ne fenadır!