181Sûreya Âl-î Îmrân
لَقَدْ سَمِعَ اللّٰهُ قَوْلَ الَّذ۪ينَ قَالُٓوا اِنَّ اللّٰهَ فَق۪يرٌ وَنَحْنُ اَغْنِيَٓاءُۢ سَنَكْتُبُ مَا قَالُوا وَقَتْلَهُمُ الْاَنْبِيَٓاءَ بِغَيْرِ حَقٍّۙ وَنَقُولُ ذُوقُوا عَذَابَ الْحَر۪يقِ
Sond be, Allah peyva wan kesên ku gotin: “Allah feqîr e, em dewlemend in” bihîst. Em ê van gotinên wan û bi neheqî çawa pêxemberên xwe kuştine binivîsin û em ê bibêjin: “De ezabê agirê sotîner tehm bikin/biçêjin.”
Jêrenot
(“Dema ku ev ayet “Ma kî ye ew ê ku deynekî xweşik/rind bide Allah. Wê Allah jî qat bi qat zêdeyî deynê wî şûn de bide wî. Allah (rizqê we) kêm jî dike û zêde jî dike. Hûn ê dîsa bi bal wî de bên vegerandin.” (2/Baqara, 245) nazil bû Cihûyan wiha gotin: “Ew ê hewcedar be ji wî yê dewlemend tiştekî dixwaze. Fêm dibe ku Allah feqîr e, em dewlemend in.” Li ser van gotina ayeta 181. a sûreya Âl-î Îmran nazil bû.” (Îbnî Ebî Hatîm; 2429, 4589)
Tevgera bi vê awayê exlaqek ji exlaqên Cihûyan e ku ayetekî der heqê zatê Allah (ac) de li gor qistasên beşerî şîrove dikin û maneya wê ayetê înkar dikin û tinazên xwe pê dikin. Hin kesên dema ku weke van ayetên “Destê Allah” û “Çavê Allah” û “Rahmân îstîwayê erşê kir” seh dikin wiha dibêjin: “Destê me û çavê me jî heye. Eger em van ayetan bipejirînin em ê bikevin şaşîtîyekî wisan; weke ku em Allah tecsîm dikin (yanê cismanîyetekî li Allah îzafe dikin) û wî teşbîh dikin (yanê dişibînin mexluqatên wî).” Bi vê gotinên xwe ew bixwe jî ketine xeletîyeke eşkere. Lewre Allah (ac) ji bo danasîna zatê xwe van lefzan lêhatî/munasib dîtîye û pêxemberê wî van ayetan bê ravekirin veguhastîye û ew eshabîyên bijare jî îmân bi van ayetan anîne û van lefzan bê şîrove neqlê me kirine.
Berpisîyarîya li ser me ew e ku em ne bi exlâqê Cihûyan, bi exlâqê Rasûlullah (ass) û eshabîyan nêzî ayetên ism û sifetan bibin. (Ji xeynî vê bnr: 5/Mâîde, 64; 7/A’râf, 180; 42/Şûrâ, 11; 57/Hadîd, 4))