Vegere Sûreya Âl-î Îmrân

Âl-î Îmrânآل عمران

187. Ayet

187Sûreya Âl-î Îmrân
Di Mushefê de Veke

وَاِذْ اَخَذَ اللّٰهُ م۪يثَاقَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ لَتُبَيِّنُنَّهُ لِلنَّاسِ وَلَا تَكْتُمُونَهُۘ فَنَبَذُوهُ وَرَٓاءَ ظُهُورِهِمْ وَاشْتَرَوْا بِه۪ ثَمَنًا قَل۪يلًاۜ فَبِئْسَ مَا يَشْتَرُونَ

(Bi bîr bînin!) Wê dema Allah ji ew ên Kitêb ji wan re hatîye dayîn soz girtibû (û gotibû): “Hûn ê ji însanan re vê (wehîyê) beyan bikin û qethîyen neveşêrin.” Lê wan (ev soz) avêtin pişt guhê xwe û ew bi bihayekî kêm firotin. (Di muqabilê xera kirina soza xwe de, dinyayî) ya ku bi dest xistine çiqas xerab e.

Jêrenot
(Her kesê xwedî îdîaya îlmê li ser van tiştan soz daye Allah ku; bi dest xistina îlmê wê bibe warisê pêxemberan û ew heqîqetên vikîvekirî di Kitêbê de wê bi eşkerehî bigihîne însanan. Sazîyên dînî û aliman û encumenên fitûyê û ew cemaetên ku îslâmê hînî însanan dikin li dij vê gotinê bûne du qisim. 1. Ew ên ku mesûlîyeta xwe ya şahidîya heqîqetê pêk tînin û di her hal û karî de girêdayîyê wê soza xwe ya ku dane Allah in. (Bnr: 3/Âl-î Îmran, 18; 33/Ehzâb, 23) 2. Ew ên ku tehdehîya di vê rêyê de nadin ber çavan û ji rizaya Allah pê ve talibê qîm û ecibandina gel û rayedaran û her wiha dînê Allah vedişêrin. Pûtên dema ku tê de ne (weke demokrasi û ilmanîtî/laîktî û modernîzm û komunîzm û kapîtalîzm û humanîzm û qebirperestî û deîzm) li ser navê dîn wek meşrû dibînin û dinasînin. Pirên wan di muqabilê meaşên mehane û nasnavên (unwanên) akademîk û îltîfat û ecibandina pirhejmarîyê bi heyata axîretê ya ebedî û bi razîbûna Allah (ac) guherandine. (Bnr: 2/Baqara, 159, 174; 5/Mâîde, 63))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.