Sure 87

Sûreya A’lâ

Mekke19 ayetYê Herî Bilind

الأعلى
Der barê Sûreyê de

Sûreya A’lâ, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û nozdeh (19) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û heftemîn e. Peyva A’lâ tê ser maneya berz/bilind. Ev peyv di ayeta yekemîn de dibore û bûye navê sûreyê. Sûre, bi tesbîhkirina navê Rabbê xwe berz/bilind dest pê dike. Di vê sûreyê de berzbûn û qûdreta Allah (ac) û rewşa kafiran û hêsanîya xwendin û jiber kirina Qur’anê tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

سَبِّحِ اسْمَ رَبِّكَ الْاَعْلٰىۙ

Navê Rabbê xwe yê berz/bilind tesbîh bike.

اَلَّذ۪ي خَلَقَ فَسَوّٰىۙۖ

Ew e ku; xuliqandîye û sererast kiriye.

وَالَّذ۪ي قَدَّرَ فَهَدٰىۙۖ

Wî pîva (teqdîr kir) û rê nîşan dayê.

وَالَّذ۪ٓي اَخْرَجَ الْمَرْعٰىۙۖ

Ew e ku; mêrgên/çêreyên (kipîkesk) derxist.

فَجَعَلَهُ غُثَٓاءً اَحْوٰىۜ

(Paşê wan hêşînahîyan) dike pûşên reş û rizîyayî.

سَنُقْرِئُكَ فَلَا تَنْسٰىۙ

Em ê bi te bidin xwendin û tu yê jî ji bîr nekî.

اِلَّا مَا شَٓاءَ اللّٰهُۜ اِنَّهُ يَعْلَمُ الْجَهْرَ وَمَا يَخْفٰىۜ

Tiştê ku Allah daxwaz dike ne tê de. Lewre ew, bi ya eşkere jî û bi ya veşartî jî dizane.

وَنُيَسِّرُكَ لِلْيُسْرٰىۚ

Em ê ya herî hêsan (amelên salih) bi te hêsan bikin.

فَذَكِّرْ اِنْ نَفَعَتِ الذِّكْرٰىۜ

Eger bi kêr bê şîretan bike/bi bîr bine!

Tefsîrên Sûreya A’lâ

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.