Sure 88

Sûreya Xaşiye

Mekke26 ayetYa Dinixumîne

الغاشية
Der barê Sûreyê de

Sûreya Xaşiye, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bîst û şeş (26) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û heştemîn e. Xaşiye, navek ji navên qiyametê ye. Sûre jî navê xwe ji vê peyvê sitendîye. Heft ayetên ku di destpêkê de li pey hev re tên behsa rewşa ehlê cehennemê; neh ayetên pey wan re tên jî behsa rewşa ehlê cennetê dike. Wekî din mijarên qiyamet û tiştên pêwist e ku mirov îbret ji wan bigire vedibêje.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

هَلْ اَتٰيكَ حَد۪يثُ الْغَاشِيَةِۜ

Ma agahîya (qiyametê) ya ku her tiştî digire û dinuximîne ji te re hat?

وُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ خَاشِعَةٌۙ

Ew roj, (hinek) rû di nav tirs û kindê de/zilletê de ne.

عَامِلَةٌ نَاصِبَةٌۙ

Xebitîye/amel kiriye û betilîye/westîyaye.

تَصْلٰى نَارًا حَامِيَةًۙ

Wê bikeve agirê har.

تُسْقٰى مِنْ عَيْنٍ اٰنِيَةٍۜ

Ji (ava) kanîyeke pirzêde kelijî tên vexwarin.

لَيْسَ لَهُمْ طَعَامٌ اِلَّا مِنْ ضَر۪يعٍۙ

Ji bo wan ji sitirîya “darî” (ya bi jehr û bêhn pîs û qirik diqelişîne) pê ve xwarinek tune.

لَا يُسْمِنُ وَلَا يُغْن۪ي مِنْ جُوعٍۜ

Ne têr dike û ne jî birçîbûnê diborîne.

وُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ نَاعِمَةٌۙ

(Hinek) rû jî hene ku, di nîmetan (de bextewar in).

لِسَعْيِهَا رَاضِيَةٌۙ

Ji ber xebata xwe (ji ya ku bi dest xistîye ) razî ye/xoşnûd e.

Tefsîrên Sûreya Xaşiye

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.