Sure 86

Sûreya Târiq

Mekke17 ayetStêrka Şevê

الطارق
Der barê Sûreyê de

Sûreya Târiq, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û hivdeh (17) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heştê û şeşemîn e. Sûreya Tariq, navê xwe ji peyva “Tariq” sitendîye ku di ayeta destpêkê de dibore û tê ser maneya sitêrka geş û rewnaq. Sûre, bi qesema li ser vê sitêrkê dest pê dike û mijarên hebûna çavdêrekî parêzkar ya li ser her nefsê û xuîiqandina însan ya ji avê û muhletdayîna ji kafiran re tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالسَّمَٓاءِ وَالطَّارِقِۙ

Sond bi asîman û bi (stêrka) Târiq (ku şevê de xuya dibe).

وَمَٓا اَدْرٰيكَ مَا الطَّارِقُۙ

Tu yê ji ku bizanibî ka (stêrka) Târiq çi ye?

اَلنَّجْمُ الثَّاقِبُۙ

Ew, stêrka tarîdirîn û ronîker e.

اِنْ كُلُّ نَفْسٍ لَمَّا عَلَيْهَا حَافِظٌۜ

Li ser her nefsekî muheqeq çavdêrekî parêzkar/qeydker heye.

فَلْيَنْظُرِ الْاِنْسَانُ مِمَّ خُلِقَۜ

(Herwiha) bila însan binêre ka ji çi hatîye xuliqandin?

خُلِقَ مِنْ مَٓاءٍ دَافِقٍۙ

Ji aveke ku bi şid tê avêtin hatîye xuliqandin.

يَخْرُجُ مِنْ بَيْنِ الصُّلْبِ وَالتَّرَٓائِبِۜ

(Ew,) ji navbera hestîyê piştê û perasî de derdikeve

اِنَّهُ عَلٰى رَجْعِه۪ لَقَادِرٌۜ

Qet guman tune (Allah), li ser vegera wî (ji vejandina wî ya piştî mirinê re) qadir e.

يَوْمَ تُبْلَى السَّرَٓائِرُۙ

Ew roj, wê hemû sir/nehênî xuya bibin.

Tefsîrên Sûreya Târiq

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.